• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji aliyê 3 Sirba ve lêdan xwar di rojbûna xwe de jiyana xwe jidest da

Ji aliyê 3 Sirba ve lêdan xwar di rojbûna xwe de jiyana xwe jidest da


barkirin: Gelarêzan 29, 2014, 1:33


Li bajarê Elmanya Offenbach ê keçek Tirk bi navê Tugce Albayrak ya ku îro (28.11.2014) ê dikete 23 saliya xwe de li pêş derê Mc Donalds ê ji aliyê 3 xortên Sirbî ve lêdan xwar. Ji roja 15 ê mihê ve di nexweşxaneya Offenbachê de di bin çavdêriya bijîşkande bû. Ji aliyê bijîşkan ve berî du rojan hate diyarkirin ku mirina mêjî ya Tugce pêk hatiye. Piştî hemî hewldanan keçika ku îro dikete 23 saliya xwe de nehate rizgarkirin û îro ragihandin ku êdî Tugce jiyana xwe jidest daye.

Keçika Tirk di McDonalds ya bajarê Elmanya Offenbach ê de li himber devavêtinên 3 xortên Sirbî yên dijî 2 jinên Elman derketibû û nehiştibû ku ew xortana bela xwe li jinên Elman bidin. Piştî vê bûyerê ku Tugce ji McDonalds ê derdikevê xortên Sirb êrîşî wê dikin û lêdana kuştinê lê dikin.

Piştî vê lêdanê Tugce bi rengekî giran birîndar bo nexweşxaneya Offenbachê hate veguhestin.
Di demekî kin de lêdana Tugce kete rojeva Elmanya û dijî vê êrîşê helwestên girseyî di torbendên civakî de û li bajarê Offenbachê hatin diyarkirin.

Di malpera change.org de ji bo ku nîşana rûmetê ji bo Tugce bête dayîn bang hate kirin, bi hezaran kes navê xwe ji bo dayîna nîşana rûmetê ji bo Tugce ragihandin.

 

Rewanbej.com

dîtin: 335

Pêveker:

ji aliyê 3 sirba ve lêdan xwar di rojbûna xwe de jiyana xwe jidest da