• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji aliyê çend ciwanên Kurd ve xebateka ciwan : HETEROTOPÎA

Ji aliyê çend ciwanên Kurd ve xebateka ciwan : HETEROTOPÎA


barkirin: Adar 18, 2016, 12:11


Di nav kovarên Kurdî de heterotopiyek derket pêş, kovara heterotopîa ji alî çend  ciwanên Kurd ve tê derxistin. Kovara Heterotopîa ji aliyê çend ciwanên Kurd yê ku qibleya wan edebiyat e tê amadekirin û kovar ji aliyê Weşanên Na yê tê çapkirin û kovareke sê mehane ye.

Bi hatina biharê kovara heterotopîa jî wek kulîlkekê bi hejmara xwe ya sêyem şîn bû. Kovara heterotopîa di hejmara xwe ye sêyem de bi gelgaleke heterotopîk derket pêşberî xwînerên xwe.

Galgala heterotopîk:

BOM, BÛM, GUM… Bombe dibarin ji qotê Babîlê. Mezapotamîa
bûye serrada moxilê û dengê Marşa Osmaniyan bi ser moxilê dikeve.
Di qozîka wêneyên vî kavilî de em çend kes qala edebiyatê dikin.
Li gor fikra min jiyan pêdivî ji hebûn û ji mirinê heye loma aliyekî
me dimire lê divê aliyekî me jî bijî. Her bijî ji miriyan re; ji bo me yên
kêrî mirinê nayên jî her bijî BOMBEBARANA peyvan…
Heterotopîa di serma zivistanê de ber bi canê xwe da, ket ber
sikrata miriyan lê bi hatina biharê re dîsa peyvên edebiyatê gulîlk
vedan. Em ê dev ji edebiyata Kurd-mancî bernedin. Loma me dîsa ji
nav kavila Kurmancî kevirên xwe neqandin û me lêkirina dîwarê xwe
berdewam kir.
Berga me dibêje jêderkên jiyanê: xwîn, hêstir û avik e. Ev hemû jî ji
mêjiyên mirov ve der dibin. Bin hişê mirov jêderkeke her zindî ye: çi
mirin be û çi kêf, zewq û êş be. Ev jêderka bê ser û bin dibe sîtila pîra
pelloxî û di hindurê wê sîtilê her cûr peyv dikelin. Yanî serê her
nivîskarî sîtileke qaotîk e. Heterotopîa, her car tasa xwe di vê sîtilê de
dadike û dide ber we xwendeyên berradayî. Ku tu ne berradayî bî tu azad
nîn î. Em ji qlîşeyan direvin loma em berradayînin, em berî her tistî
dilxwazên xwendinê nin loma em berradayînin, em bêxwedî nin loma
em berradayî û azad in.
Bi her sê beşên Heterotopîa, min û hevalên xwe ji bo dîrokeke
edebî xebatek pêk anî. Her berhem xulamê vê meqseda bi xislet e. Hûn
jî bixwînin û daxilî nav vê dîrokê bibin.
7
KOVARA HETEROTOPÎA KOVARA HEMÛ KESÎ YE
Edîtorê kovarê anî ziman ku ev kovar ne tenê kovara me ye, ev kovar kovara me hemûyan e û heterotopîa zanîngehek e, em dixwazin bila hemû ciwanên Kurd di vê zanîngehê de cih bigre. Kesên ku dikarin bi Kurdî binivîsînin em ji hemûyan nivîsan dixwazin mijarên nivîsan: “Çîrok, werger û rexne” Di beşa çîrokan de divê çîrok ji aliyê nivîskêr ve hatibe nivîsandin û divê çîrok ne folklorîk û ne jî klasîk  be, divê çîrok bi nizmanekî felsefîk û zanistî bê nivîsandin. Di beşa wergerê de em hemû wergeran qebûl dikin hûn çi qas zimanan zanibin ji ew zimanan wergeran ji bo Kurdî bikin ji me re bişînin em ê biweşînin. Di beşa Rexneyê de rexne, analîzên pirtûkan û rexneyên wêjeyî tên kirin. Di ew her sê beşan de kî dixwaze binivîsîne dikare ji g-maîla me re nivîsên xwe bişînin => [email protected]

NIVÎSÊN YÊN DI HEJMARA SÊYEM DE HATINE WEŞANDIN:
I – Heterotopîaya Çîrokan
Mil û Dest, Tewangbar, Kevz, Dilbijîna Havînê, Xerzikê Silenos, Saristana Qehpik, Li Dû Xanim H.
II – Heterotopîaya Wergeran
Jiyana Ma Parker, Xirpexirpa Saetan, Qîrîn, Hechecîkên Li Ber Payizê

III – Heterotopîaya Rexneyan
Analîza Romanekê: Desmal û Xencer, Ceribandin, Analîzek Li Ser Pirtûka Hesenê Metê
Ya Bi Navê Labîrenta Cinan, Gundikê Dono û Rastiya Kurdan, Pêsketina Teoriya Wergerê, Bêhna Axê, Tesaduf-Rasthatinî, Maria Melekek bû: Firat Cewerî & Zahir: Paulo Coelho

DI VÊ HEJMARÊ DE HÛN ÇEN KES IN Û HÛN DI KOVARÊ DE ÇI DIKIN?
Ji aliyê edîtorî û redeksiyonê de em pênç kes in: Ehmed Belek kordînator-edîtor e, Rifat Yildiz edîtora beşa çîrokan e, Hesen şener edîtorê beşa wergeran e, Abdurrahman Aydogdu jî edîtorê beşa rexneyan e. Û redeksiyanê jî: Abdurrahman Aydogdu, Remzî Şener, Hesen Şener û Rifat Yildiz dikin. Berg û grafîk jî ji aliyê Mahmut Ergul tê amadekirin.

KOVAR LI KÎJAN BAJARAN LI KU TÊN DÎTIN Û FIROTANA XWE ÇAWA DIBE?
Kovara me:Li Amedê li ba Aram kîtap evî, li Stembolê medya kîtap evî, li Enqerê Kusî Kurdê, li îzmîrê na kîtap kafe Kurdî der, Li Mêrdînê leylan kafe, li Qoserê Mewa kîtap, li Mûşê Kurdî der, Egîtim-sen û nînova kafe, li Êlihê Ari Kuruyemîş, Li Wanê star200 û Kurdî der ê heye.
Wekî din jî li ser malpera Pirtûka Kurdî, Kîtapyurdu û D&R yê tên firotan

dîtin: 690

Pêveker:

ji aliyê çend ciwanên kurd ve xebateka ciwan heterotopÎa