• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Barzanî bangawaziya ji bo konferansa netewî

Ji Barzanî bangawaziya ji bo konferansa netewî


barkirin: Pûşper 20, 2013, 7:14


Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê dr. Omêd Sebah diyar kir ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji hemû hêz û aliyên Kurdistanî xwestiye beşdarî “Kongreya Neteweyî ya Kurdî” bibin.

Dr. Omêd Sebah îro (20.07.2013) di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê hat weşandin, ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo hemû hêz û partiyên siyasî yên 4 beşên Kurdistanê name nivîsiye û ji wan xwestiye beşdarî civîna komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurdî bibin.

Dr. Sebah bêyî ku dema lidarxistina civîn û kongreyê destnîşan bike, da zanîn ku kongreya neteweyî ya kurdî dê “di demek nêzîk” de bê sazkirin.

Beriya niha jî li gorî nûçeyeka heftenameya Rûdawê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê wê demê yê KCKê Murad Karayilan di hevdîtinekê de li ser kongreya neteweyî axivîbûn.

Her wiha Karayilan çend rojan beriya niha gotibû: “Derheqê sazkirina kongreya neteweyî de xeberên girîng hene û hevdîtin didomin.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdî dê bi beşdariya hemû hêz û partiyên Kurdistanî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

Jêder Rudaw

dîtin: 159

Pêveker:

ji barzanî bangawaziya ji bo konferansa netewî