• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo 65 saliya Ezîzê Cewo | Marîna Siyabend

Ji bo 65 saliya Ezîzê Cewo | Marîna Siyabend


barkirin: Rêbendan 8, 2014, 1:41


Ev berhev ji malpera Mezopotamya hatiye wergirtin.

EZÎZ Ê CEWO BÛ 65 SALÎ

(Awirek li ser  rêya jîyana wî) 

Marîna Siyabend

Ezîz ê Cewo (Mamoyan) 23-ê rêbendana sala 1949-an li Ermenîstana Sovêtî di gundê P’ampa K’urdan (niha – Sîp’an) di malbata mamostayê dibistanê da ji dêya xwe bûye. Bavê wî- Cewo ê Emer ê Mamo mamostayê k’urd ê navdar bûye, ew dersdarê k’eddar (emekdar) ê K’omara Ermenîstana Sovêtê bûye. Gelek r’ewşenbîrên k’urd ên navdar li ber destê wî p’erwerde dîtine: profêsor Şeref ê Eşir û Mak’sîm ê Xemo, helbestvan Fêrîk ê Ûsiv, nivîsk’ar Wezîr ê Eşo û E’merîk ê Serdar, siyasetmeder Avt’andîl ê Fetî û T’êmûr ê Cindî,  her weha gelek mamosta, avak’ar, bijîşk û yên din… Mamosta Ezîz jî yek ji şagirtên wî bûye.
Sala 1973-an Fakûltêta r’ojhilatzanîyê ya Zanîngeha dewletê ya Yêrêvanê qedandiye. Di dibistanên cuda yên Ermenîstanê da mamostatîya zimanên k’urdî û ermenî kiriye, berpirsîyarê beşê xwendinê yê dibistana navîn û serwêrê (dîrêktor) dibistanê bûye. Ji sala 1983-an heya 1993-an di Hukumeta Ermenîstana Sovêtî da kar kiriye. Ji sala 1984-an va êdî wek r’ojnameger û helbestvan tê naskirin. Salên 1990 – 1991-î dersên zimanê k’urdî daye xwendk’arên Zanîngeha Yêrêvanê ya ser navê Davît’ Anhaxt’. Sala 1993-an heya 1994-an r’êdaktorê sereke yê r’ojnameya “Botan”(bi zimanê ermenî) a Yekîtîya nivîsk’arên k’urd bûye. Havîna sala 1994-an derbazî bajarê Moskovayê bûye. Li vir ji sala 1995-an heya 1998-an r’êdaktorê sereke yê r’ojnameya k’urdî ya “Axîna welat” bûye (bi zimanên k’urdî û r’ûsî). Endamê yekîtîya r’ojnemegerên Yekîtîya Sovêtê û Ermenîstanê bûye, îro jî endamê Yekîtîya r’ojnamegerên R’ûsîyayê û PEN-a navnet’ewî ye. Ji sala 1999-an heya 2008-n endamê Kongrêya Net’ewî ya K’urdistanê (KNK’) bûye. Salên 1999 – 2001-ê endamê Desteya r’êvebir a KNK’-ê û serokê Komîtêya P’erwerde, zanist, huner û çandê ya Kongrê bûye. Salên 2002 – 2004-an serokê Otonomîya net’ewî –çandî ya k’urdên Fêdêrasîyona R’ûsîyayê bûye.
ezizê cewo
Dema mamosta berpirsyarê r’ojnameya “Axîna Welat” bûye, sl 1996;


Di cîhana wêjeyî û r’ojnamevanîyê da bi kod-navê wêjeyî yê Korda Mad wek helbestvan, r’ojnameger û şiroveger tê naskirin. Helbest, gotar, şiroveyên wî bi navê Ezîz ê Cewo, Azîz Mamoyan û Korda Mad hatine weşandin. Nivîsên wî di çapemenîya Ermenîstanê, R’ûsîyayê, K’urdistanê, Ewropayê û welatên din da bi zimanên k’urdî, ermenî, r’ûsî, t’irkî û zimanên din r’onahî dîtine.

 

Sala 1998-an di Moskovayê da berevoka helbestên wî ya “Karwanên bêxewîyê” r’onayî dîtye.

e_c_1
Berevoka helbestan a “Karwanên bêxwewîyê”;

Ewî hê di dema xwendk’arîyê da dest ji pisporîya xwe ya zanîngehî   –   zimanzanîyê  bernedaye. Hê jî bê r’awestan lêger’înên xwe yên zanistî di warê zimanzanîya giştî û zimanê k’urdî da didomîne. Sala 2007-an p’irtûka wî ya zanistî –lêger’înî “T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da” ji hêla Weşanxaneya Zanîngeha dewletê ya Sankt-Pêtêrbûrgê va bi zimanên r’ûsî, k’urdî û înglîzî hatiye weşandin. Zêdetirî pênc salan mamosta Ezîz beşê dersên zimanê k’urdî li ser r’ûp’elên r’ojnameya “Axîna welat”, paşê li ser r’ûp’elên “K’urdistana azad” r’êve birine.

Gotar, helbest û şiroveyên wî li ser r’ûpelên r’ojname, kovar û malp’er’ên k’urdî hatine û tên weşandin (yên wek: “R’ya T’eze”, “Azadîya welat”, “Axîna welat”, “Kurdistana azad”, “Zend”, “W”,  “Pênûs nû”, AmîdaKurd.com, Pen-kurd.org , Mezopotamya.gen.tr, Kurdîshcenter.ru, Kurdistan.ru, Gelawêj.net, Xendan.org, Forûma serbestiyê û yên dinê).

Salên heyştêyî yên sedsala bîstî ew bi gotarên zanistî yên li ser pirsên r’êzimana k’urdî û zimanzanîyê beşdarî konfêransên r’ojhilatzanan bûye, yên ku ji hêla Akadêmîya zanistî ya Ermenîstana Sovêtî va dihatin lidarxistin. Peyr’a wisa jî konfêransên navnet’ewî hebûne: salên 2004, 2005 û 2010-an ew di Amedê da beşdarî konfêransên navnet’ewî yên li ser pirsgirêkên zimanê k’urdî û 2012-an jî di Hewlêrê da beşdarî Kungrêya cîhanî ya K’urdistanê bûye. Û gotarên wî yên hemû konfêransan jî hatine weşandin.

Ew niha jî k’arê xwe yê zanistî lêger’înî û afrandarî didomîne…

 

…Helbet, mirov îro jî dikare  berhemên pênûsa mamosta Ezîz ê Cewo li ser r’ûpelên gelek r’ojname, kovar û malp’er’ên k’urdî bişopîne. Lê, ji bo bi berfirehî nasandin û nirxandina k’eda dehsalan û bi boneya 65 saliya mamosta, min xwest hevp’eyvînekê bi wî r’e pêk bînim…

Mamosta got, ku ew amade ye, bersîva pirsên me bide, lê her bi mercekî: divê em ewê bi wê r’astnivîsê biweşînin, ya ku ew bi xwê bi wê gotarên xwe dinivîse û diweşîne. Ji ber ku ew, wek pisporê zimanzanîyê, wê alfabêya heyî kêm dibîne (û ji bo wê jî sedemên wî yên zanistî yê girîng hene, û li ser wê mijarê r’êze gotarên wî hatine weşandin û li ser malp’er’ên cuda hene). Û, ji ber ku ew bi r’astî wisan e, hemû ew malp’er’, ên ku gotarên mamosta diweşînin, bi vê nêr’îna wî r’a, wek ya pisporekî,  r’êz digirin û gotarên wî, wek ku hatine ber destê wan, diweşînin, me jî bi vê bir’ayarê r’a rêz girt û pirsên xwe jê r’a şandin.

 

Ez di sêrî da spasiya mamosta dikim,  ku ewî ez dilmayî nehiştim  û bersiva pirsên min da.

 

Marîna Siyabend: Mamosta, di sêrî da ez ji navê xwe û xwendevanan r’ojbûna We pîroz dikim. Yekî, ku kêm-zêde bi jiyana We r’a nas e, zane ku We ji van 65 salan, hîç nebe, 45 salan xizmeta gel û civaka xwe kiriye. Lê ez dixwazim, em niha bi hev r’a rêya jîyana we  bînin ber ç’avan û têbigihîjin, k’a fênomêna Ezîz ê Cewo, wek r’onakbîrekî k’urd, çi ye.

Li gundê P’ampa K’urdan di malbata mamostayê navdar Cewoyê Emer da hatina cîhanê, bê guman, şansekî dîrokî bûye, ji bo p’erwerdebûn û gihîştina mirovekî r’ewşenbîr, ê ku wê hêjayî navê r’eşenbîrê net’ewî bibe. Ji bo ku ev hemû bê têgihîştin, min dixwast, We niha qala zar’oktîya xwe, P’ampa K’urdan û malbata xwe bikira.

 

Ezîzê Cewo: … Di sêrî da ez ji te û wan xwendevanan, dost û hevalan r’a spasîya xwe dîyar dikim, ên ku di r’oja bûyîna min da, ez ji bîr nekirime. Naha jî em bên ser pirsa şansê dîrokî. Belê, heya r’adeyekê, bûyîna lawê mirovekî  navdar , bê guman, di jîyana min da bi erênî bandor kirye: yek – di  zar’otîyê da bi r’êya bavê min p’êwendîyên min bi r’ewşenbîran r’a çê bûn (û ne t’enê bi yên k’urd r’a). Wan p’êwendîyan dihiştin, ku ez jî di zar’otîya xwe da bixwazim, têgihîştina xwe ya cîhanê weke  ya wan fireh bikim,  bixwazim, xwe bigihînim asta wan. Wisa jî ewê di nav min da bawerîyek çê dikir, ku ez jî dikarim di wê r’êyê da bimeşim…Lê paşê derk’et holê, ku her tişt wisa hêsan û yekawa nîne… Ji xwe mamostayê min ê ziman û wêjeya k’urdî û ermenî yê yekem bavê min bû… Di mala me da p’irtûk dihatin xwendin, ew ji bo mala me bibû çandekê. Û di wê hewayê da ez mezin bûm…

Cewo ê emer
Bavê mamosta Ezîz – Dersdarê k’eddar yê (emekdar) K’omara Ermenîstanê ya Sovêtî – Cewoyê Emer ê Mamo;
Peyr’a xwendevanên  zanîngehan ên bi t’emenê xwe va ji me mezintir ên ji gundê me derk’etin, û dema havînê ew dihatin gund, me – zar’okên P’ampê di destpêkê da bi ç’avekî avijî pêanînê li wan dinihêr’î, peyr’a daxwezek çê bû, ku em jî demekê bikaribin wek wana her’in xwendina bilind. Lê ew r’ê hê dûr bûn û di nava dûmana xewn û xiyalên me da zelal nedihatin xuyan…

Di zar’otîyê da min wêne dik’işandin, û evê yekê jî di nav gundîyên me û ne t’enê di nav wan da dengek derxist. Û dema xwendk’arên gundê me dihatin gund, dixwastin, min bibînin û li ser wêneyên min bi min r’a biaxivin…
e_c4
Dema xwendk’arîya mamostatîyê. Bajarê Lênînakanê (naha -Gunrî), sala 1967-an; Bi du hevkûrsîyên xwe yên ermenî r’a, ji mile ç’epê yê yekem mamosta Ezîz ê xwendk’ar e;

Û carekî Fêrîkê Ûsiv, helbestvanê k’urd ê navdar, wê demê nû destpêkiribû,  helbestên xwe biweşîne, hatibû gund, li rex mala mera diçû mala xalê xwe – Rostemê Emer, ez di hewşa me da dîtim, berbi min hat û got, ku dixwaze wêneyên min bibîne. Mîna vê demê tê bîra min, ewî wêneyên mi nihêr’î û, weha di nav mitalan da, di ber xwe da got:  “Belê, ji gundê me wênek’êşek jî dertê!..” – Paşê pirsî: “Tu wan wêneyên xwe çawa dikî?” Min, wek ku ew pirsa wî nebihîstibe, ji nav k’axezên wêneyan belgê destnivîsên xwe derxistin û gotê got: “Tu dizanî, helbestên min jî hene…?!” Ew, mîna mirovekî hêvîya axavtineke wisa nînbû (ji ber ku mijara axavtina me di sêrî da wênek’êşî bû!), weha mat’mayî, got: “K’a, hela bixwîne, em binihêr’in!…” Min yek-du jêr’a xwendin. Vebeşirî, û got: “Ez dibêm wêneyên te çêtir in, lê k’î dizane… Tu di k’oma çendan da yî?” – Min got ku, nayê bîra min, di ya pêncan an a şeşan da me. Ewî vê carê got: “Hê p’ir heye, bixwîne, wê xuya bibe…” Evê axavtina me li ser min bandorek hişt. Di nav min da  dudilîyekê r’û da: berbi k’î alî va her’im? Erê, min ber destê xwe r’a dem bi dem, helbest jî dinivîsîn, lê wênek’êşîya min t’avetî nedida min, heya, dema ez di dibistana gundê Elegezê ya navîn da hîn dibûm, di wê da p’êşangeha min hatibû vekirin, wêneyên min şandin Yêrêvanê, pêşbirka k’omarê, û li wir jî wan di nav wêneyên şagirtên  t’evahîya Ermenîstanê da hêjayî xelata duyem bûn…

Piştî demekê, yek ji xwendk’arên gundîyê me, Wezîrê Eşo piştî zanîgehê  veger’iya gund û bû serwêrê (dîrêktor) dibistana me. Ewî pêr’a hem jî dersên dîrokê didan me… Di gundê me da hemûyan bi hezkirin li mamosta Wezîr dinihêr’în, wek lawê  gundîyê xwe yê delalî, û ew hezkirin di nav me – şagirtan da jî r’oj bi r’oj zêde bû… Pêwendîyê me bi wî r’a gav bi gav em bi wat’eyî dewlemend dikirin… Axavtina wî ya k’urdî p’ir xweş bû û wî bi pisporî, wek hr’êtorekî gotinên xwe li hev dihûnandin, wek ku serpêhatîyan binivîse… Peyr’a, dema me nivîsên mamostayê xwe xwandin, me t’irê ew hemû êdî ji mêj va ji me r’a nas in…

Û ya dinê, ya ku bandor’eke mezin li ser min hîşt, xalê minî bihuştî Et’arê R’izgo bû, bi r’astî,  ewî bingêhên hezkirina wêjeyê di nav r’ewan û r’amana me da çandin… Tê bîra min, em zarokê 10 – 11 salî bûn, wan ji Gurcistanê koçkiribûn, hatibûn gundê me û bibûn cînarên me… Xalê min xezîna ç’îrok û beyt’-serhatîyên k’urdî bû. Heya derengê şevê em, zar’ok, di mala wan da, li ber kevîya tendûrê r’ûdiniştin, û ewî bi hezkirineke mezin ji me r’a ç’îr’ok digotin… Ewî çîrok wisa xweş digotin, ku tu yê bêjî, ewî destê me digirt, em dibirin di cîhana ç’îr’okên xwe da diger’andin, bi xiyalî em dikirin mêvanê Memê û Zînê, Ker’ û K’ulik, R’ostemê Zal, Mîrze Mehmûd, pîra sêr û gelekên dinê… Ewî wisa bi hostatî, wisa bi şêrînahî ç’îr’ok digotin, yên ku heya naha jî di nava xiyalên min da dijîn…

Lê hostayê sêwirandina r’ewan û r’amana min ê sereke P’ampa K’urdan bû – bi  r’eng û awazên xwe va, bi jîyana xwe, şîn û şahîyên xwe, r’ojî û cejnên xwe, bi dolîdangê, û kuloç’a sersalê, bi nandrûn û gîhadirûna xwe, bi beranberdanê… P’amp tiştekî dinê bû, keç û bûkên wê – di nav navçeyê da, ji wan ra’ digotin zerî-domamên Pampê – xortên wê – yên ku bi jîyanê r’a gulvedidan, hinekan dixwend, hinekan k’ar dikir. Li ç’îyayên derdorê gundê me kakeka şivan, berxvan û gavanan bû. Êvaran di malan da berev dibûn, di şevbêrkan da dema xwe bi stran û govenda dibihurandin, kal û pîrên wê, yên ku, her çiqas ji sed û pêncî salî zêdetir bû, ku ji ber zulm û zorê welatê xwe t’erikandibûn,  bi hesreta welêt, bi r’eng û awazê k’urdî, bi ola xwe ya kevnar – Êzdîtîyê, bi ak’ila zimanê dê ya şêrîn… Û wana ew hemû didane zar’okan – ne t’enê yên xwe, ji ber ku şev û r’oj ev zar’ok di nav hev da bûn û wisa di nav hev da jî mezin dibûn…

K’a, îjar ji min r’a bibêje, mirov di nava hewake jîyanê ya weha da dikare bi cûr’eyekî dinê mezin bibe?!…

Lê dîsa jî di jîyana xwe da min p’ir zorî k’işandine, ji ber ku ez lawê mamosta Cewo bûme: eger li cîhekî tiştekî min ne wisa bûya, destxwe da dik’ete ç’av, didane r’ûyê min… Eger hinek dikaribûn bi tiştekî biç’ûk jî bihatana xuyan, ya min, divê min ew navê ku bavê min hiştibû, bi awayekî xwe bigîhandayê, ez t’imê di bin bandora wê da dimam… Evê r’ewşê demekê heya ez diêşandim jî, dema ji min r’a digotin: “Tu lawê mamosta  Cewo nînî?” – Û ev deynek bû,  ew barek bû, ku divê ez ji bin derk’etama, divê ez anegorî wê derk’etama. Demekê, dema min gavek biavîta, min bi xwe ji xwe dipirsî: “Lê, gelo bavê minê çi bibêje? Eger ne wisa be? Lê derdorê çi bibêjin?” Her çiqas ez êdî ji zûva mirovekî serbixwe me, dîsa jî, ew heya r’adeyekê bi min r’a maye…ew ji dûrva avdêrîya min dike…

Lê wek kes, wek net’ewîbûn, dêya min ji bo min mamostaya sereke bûye. Di dema xwe da min hemû gotinên wê gîhandine hev û li ser bingeha wan helbestek nivîsye:

e_c_2
Dayka wî – Fîdana R’izgo;

ŞÎRETÊN DÊYA MIN

 

Gelek pêlê bên û her’in,

Û tuyê pêr’a negihînî,

Tuyê bik’evî û wê l‘texin

Lê t’u caran hêsîr nebî!

 

Dibe, lawo – çerx û felek,

Tu dikare bilind bibî,

Lê heval û hogirên xwe

T’ucar-t’ucar tu j‘bîr nekî!

 

Ger dixwazî t’enê nînbî,

Her nebêj – ez, her nebêj – ez! – 

D‘cîhanê da k’î jî hebî,

T’ucar j‘bo xwe tu nekî behs!

Cîhan heye – nerdewan e,

Hinek hiltê, hinek datên,

D‘jîyanê da t’enê r’ast be,

Merov wê b‘xwe berbi te bên! 

 

Lê ya sere ew e, lawo,

K’uda diçî, k’î jî hebî,

Dema r’oja bavo-bavo

Net’ewa xwe tu bernedî!

 

Cîhan e, ger biqewime –

Li cîhekî bixalifî… 

Gotnên dayka xwe bîr bîne,

Tuyê r’êya xweye r’ast bibînî!

 

Lêk qewimî, j‘bo k’ara xwe

Gel û Welatê xwe berdî,

Çêtir e, tu min j‘bîr bikî –

Û, bizanbe, tuyê r’ast nebî!…

 

Gelek p’êlê bên û her’in –

Qenc û nep’ak tuyê bibînî,

P’êl in, wê bên-bibihurin,

Her j‘bîr neke, k’a tu k’î yî!

 

Tîrmeh, 1985, S’îpan

 

Nizanim, min karibû  pirsa te t’am têrbikira?

 

M.S: Belê, zor spas. Mamosta, wan salên we xwend, ji bo civaka me ya Ermenîstanê salên pêşk’etin û xurtbûnê bûn ji hêla zanistê, p’erwerdeyê, wêjeyê, r’ojnamevanîyê, hunerê û gelek-gelek warên dinê de. Ango hawirdoreke gelek baş û derfetên xweş çê bibûn.  Ger r’ewşa wan salan hinekî r’ewa bikin, wê baş be: ew dem ji bo we çi bûn?

 

E.C: Belê, wisa ye. Wan salên ku min dixwend, bi giştî Ermenîstana Sovêtî gulvedida û di nav da, wisa jî gelek pêşk’evtin di jîyana k’urdên wê k’omara sovêtî da pêk hatin. Wê demê di Înstîtûta R’ojhilatzanîyê ya Akadîmîya Zanistî ya Ermenîstanê da beşê k’urdzanîyê  hebû, ya ku paşê hate berfirehkirin û bû şaxekî, li r’ex Yekîtîya Nivîsk’arên Ermenîstanê Şaxê K’urdî hebû.

eziz ê cewo 1
Xwendk’arên Zanîngeha Yêrêvanê yên ji net’ewên cuda li ber avahîya zanîngehê, sala 1972-an. Ev fotowêne di p’ir’anîya r’ojneameyên k’omarê da hatibûn weşandin.  Û ev fotowêne ji ber r’ûpelê r’ojnameyê yê kevnbûyî  hatye girtin. Di navenda wê k’oma xwendkaran da mamosta Ezîz ê Cewo ye, li mile wê r’astê (ji me va – yê çepê) Şîralîyê Ûzo ye;

Berhemên nivîsk’arên k’urd dihatin weşandin. R’ojnameya “R’ya t’eze”, wek organa Komîtêya Navendî ya Partîya Kommûnîst a Ermenîstanê, Hukumetê û Parlamênta wê dihate weşandin, di r’adîoya  Yêrêvanê da beşê weşanên k’urdî hebû, di Zanîngeha Dewletê ya Yêrêvanê da beşê k’urdzanîyê hebû, dibistanên gundên k’urdan da hevtê du sehetan dersên ziman û wêjeya k’urdî dihatin dayîn. Wê demê 130 xwendk’arên k’urd t’enê di Yêrêvanê da hebûn. K’omeleya ciwan û xwendkarên k’urd hebû. Em, endemên şêwra navendî ya wê r’êxistinê hevtê carekê, her carê di zanîngehekê da berev dibûn û me civînên xwe pêk danîn, k’arê xwe yên pêşer’ojê dinirxandin û pilan dikirn…Bo gotinekê di Ermenîstanê da, bi t’aybetî jî, di Yêrêvanê da jîyana çandî ya k’urdî gulvedida. Ev hemû jî, divê bê zanîn, encama pêkanîna siyaseta Partîya Kommûnîst a Yekîtîya Sovêtê bû di jîyanê da…

e_c_3
Xwendk’arên Beşê k’urdzanîyê yên Fakûltêta R’ojhilatzanîyê, bi mamostayên xwe professor Şekroyê Xudo û Hecîyê Cindî r’a; li r’ex wan rûniştine: (ji mile çepê berbi r’astê va) Dîdareya Pirîstav û Sêda Huseyn; sekinî ne: (dîsa ji mile çepê va) Hrant Aslanyan, Ezîz ê Cewo, Babayê K’eleş, Şîralîyê Ûzo û Sûtalê Huseyn;

M.S: Mamosta, heta sala 1994-an Hûn li Ermenîstanê mane.  Ew salên dawîyê  ji bo we çi bûne?

 

E.C: Di sêrî da bibêjim, Ermenîstan wisa jî welatê k’urdên wê k’omarê ye, em hemû li wir hatine cîhanê, mezin û perwerde bûne. Dema bingeha K’omara Ermenîstanê ya yekem dihat danîn, k’urdên wir beşdarî damezirandin û şênkirina wê bûne, wisa jî dema Sovêtê û ya pey wê r’a… Ango, k’urd nehatine welatekî hipî hazir, ewana beşdarên aktîv ên avakirin û şênkirina wî welatî bûne, k’eda wan di  wî welatê hevbeş da li ber çavan e.
pampa
Ezîz ê Cewo û rewşenbîrên kurd ên Sovyeta berê; Avahîyê dibistana gundê Pampa Kurdan – 1978 ( Di heman rojê de, 70 salîya mamosteyê gewre Hecîyê Cindî hatiye pîrozkirin)

Dizanî, jiyana me ya wê demê mirov dikare p’arî  ser du serdeman bike:  ya yekem ya dema Sovêtê bû, û di derbarê wê da jî min êdî li jorê got, û ya dinê jî ya pey Hilweşandina Sovêtê r’a ye. Bi r’astî, wek ku di jîyana hemû gelê Sovêtê da, wisa jî di jîyana Ermenîstanê, û em jî di nav da, trajêdîyek pêk hat. Ew tiştê di nava hevtê salan da hatibû avakirin, bi bingehê va hate wêrankirin. Mercên jîyanê p’ir’ xirav bûn. Herç’ê ku dikaribûn, derk’etin, li derva xwe îdare kirin, lê yên ku man jî, weyneç’arî jîyana xwe domandin. Ew jî, wey li wê jîyanê. Gel k’işya, derk’et, naha ermenîyên di Rûsîyayê da dijîn, ji yên Ermenîstanê p’ir’tir in. Evên derva k’ar dikin, qazenc dikin û ji mirovên xwe r’a diravan dişînin Ermenîstanê, ji bo ku ew bikaribin bijîn… Gundên demekê şên, nîvwêran û vala bûne, gel bi bir’yar  berxwe dide, û hêdî-hêdî r’adibe ser pêyan… Hema niha giranîya k’urdan ji Ermenîstanê çûye, ji wê k’oma giran a r’ewşenbîran çend mirov mane. Ew jî hewl didin, bi awayekî r’adîo û r’ojnamê biparêzin, lê êdî ne ew in, ew sîya ên dema Sovêtê ne. Wê paşê çawa bibe, demê bide xuyanê, lê wê ji bo k’urdan êdî demên wek demên Sovêtê neyên, naha êdî çavê gelekan li Welêt e…

 

M.S: Sedema derk’etina We ji Ermenîstanê çi bû?

 

E.C: Wek ku min li jorê jî got, di Yrêvanê da min r’ojnameya “Botan” r’êve dibir, pêdivîya Yekîtîya k’urdên Sovêta berê bi r’ojnameyekê hebû. Armanc ev bû:  divê r’ojnameyek bi zimanên r’ûsî û k’urdî bihata weşandin. Cêr’ibandina min di wî warî da hebû, di Hukumeta Ermenîstanê da ez bi k’arê çapemanîyê va mijûl bûm, k’arê min bi hemû r’ojnameyên ku di Yêrêvanê da derdik’etin, hebû, min pêvajoya amedekirina r’ojnameyê û weşandina wê bi hûrbînî – ji destpêkê heya dawîyê dizanibû. Ew cêr’ibandina min dema amadekirin û weşana “Botanê” kêr hat… Û ji ber wê jî ez vexwendim Moskovayê,  ku amadek’arîyên weşana r’ojnameyekê bikim û bi xwe jî r’êvebirîya wê pêk bînim…

 

M.S: Li R’ûsyayê We t’evî k’arê r’ojnamevanîyê  wisa jî k’arê siyasî û civakî dimeşand. Dixwazim bipirsim: ji ber aktîvbûna siyasî k’ar û xebatên We yên r’ewşenbîrî zirar nedidîtin?

 

E.C: K’arên min ên kesî yên lêger’înên zanistî, heya r’adeyekê paşk’etin, lê ji hêla r’ewşenbîrîya giştî va, bi t’aybetî jî, r’ojnamegeriyê, afrandarîyê va, ez t’imê di nav liv û t’evgerê da bûm, û ew ji bo min bû wek dibistanekê. Û hema evê jî ez  didam jîyankirin. Lê dema sala 2005-an zanîyarê r’ûs Vadîm Makarênko pirtûka xwe ya nûr’onahîdîtî ya “R’ûsîya ji k’u hatye?” anî bal me – Mala k’urdan, me p’irtûka wî nihêr’î hinek pirsên me derk’etin, govtûgo germ bû, min hinek nêr’înên xwe yên  zanistî anîn zimên… Û dema wê here, wî camêrî ji min r’a got: “Dizanî, nexeyîde, tu xiyanetê dikî, xiyanetê li  hember dê û bavên ku tu mezin kirine, mamostayên ku tu p’erwerde kirine û, ya sereke, li hember Welatê xwe, yê ku ewqas jê hez dikî. Heya li hember Xwedê jî – ewî tiştek daye te, lê tu bi k’ar naynî… Tu divê wan nêr’înên xwe binivîsî!”  Min wê demê gotê: “Dizanî, p’irtûkek a min bi  destnivîskî heye, hê dema ez li Yêrêvanê bûme, min ew nivîsye, lê ew bi ermenî ye…” – Ew destxweda ber min da hat:  “Hey mala te ava be! – Ewî got. – Lê tu çi dikî, hilde û werger’îne!..” – Me xatirê xwe ji hev xwast, û ew çû…

Destnivîsên min di nav k’axezan da pêçayî, di Mala k’urdan da wêda danî bûn. Destê min nedûçûyê, ku ez heya hildim lê jî binihêr’im, carekê li ber ç’avan r’a derbaz bikim. Wê p’sîkolojîyê heya demekê k’işand… heya di jîyana me da bûyerek pêk hat, û  min bi xwe ji xwe r’a got: “Dem e!”  Û piştî du salan p’irtûka min derk’et r’onahîyê… Li ser pirsa te ez dikarim bibêjim, ku k’arê min ê civakî-siyasî daxwezeke wijdanî û deynê min ê mirovî bû, eger em dibêjin, em welatê xwe hez dikin, divê ji bo gorîkirina tiştekî xwe jî amade bin, heya jîyana xwe. Û wê demê emê tiştekî hê mezin bidestbixin – ew jî mafê gelê me yê mirovî û net’ewî ye! R’ewşenbîrya me, bêyî jîyana civakî û siyasî kêrî tiştekî nayê, ewê mirî be. R’ewşenbîrîya ji bo xatirê r’ewşenbîrîyê ne tiştek e, ew bêkêr  e… Belê, hinek dibêjin, ku ew ji sîyasetê dûr in, bê siyaset in. Lê, eger mirov r’ast nêzîkî pirsê bibe, bêsiyasetbûn jî siyasetek e! Ne wisane?

 

 

M.S: Di sala 2007-an da p’irtûka we ya zanistî-lêgerî’nî a bi navê “T’aybetmendiyên r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da” ji hêla weşanxaneya Zanîngeha dewletê ya Sankt-Peterbûrgê va bi zimanê r’ûsî, k’urdî û înglîzî hate weşandin. Wek xudanê p’irtûkê, Hûn dikarin bi çend gotinan li ser r’ola wê p’irtûkê di pirsên r’êzimana k’urdî û pêşk’etina wê da bibêjin?

 

E.C: Fermo! Di sêrî da bibêjim, ku p’irtûk bi bir’yara Şêwra zanistî ya Fakûltêta R’ojhilatê ya Sankt-Pêtêrbûrgê va hatiye weşandin. Zanîyarên mezin ji bo weşana vê p’irtûkê nêr’îna xwe ya zanistî dane: ew  akadêmîsîyanê r’ûs ê navdar Îvan Mîxaylovîç Stêblîn-Kamênskî û wêjezan-zargotinzanê k’urd ê navdar, profêsor Ordîxan ê Celîl bûn. Di k’arê amadekirina p’irtûkê yê ji bo weşanê da k’eda mamosta Ordîxanê Celîl p’ir’ mezin e, bila bihuşt p’ara wî be, ji bo k’arê wî yê di warê wêje, zargortin û çanda k’urdî da, navê wî wê di nav gelê k’urd da her zindî be…

Ev p’irtûk lêk’olîneke zanistî ya dîrokî-hemberhevkirinî ye, di nav goveka zimanên hindewropî ya giştî da. Di wê da hinek alîyên t’aybetmendîyên zayenda navdêr, û, her weha, pirsên bingeha destpêkî ya mak-zimanê hemhindewropî di k’urdî da û r’ewşa wê mijarê tên nirxandin û r’avekirin.
e_c pirtûk
P’irtûka mamosta ya “T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da”

(Kesên ku bixwazin vê pirtûkê bixwînin, dikarin ji vê lînkê bigihîjinê: (Pirtûka mamosta Ezîz ê Cewo)

Li vir sê govekên pirsên di derbarê t’aybetmendîyên r’êzimanî û wan yekşêwazîyan tên nirxandin, ên ku di k’urdî û zimanên din ên hindewropî da hene. Goveka yekem di derbarê hêmanên dazanîna zayend û hejmara navdêrên di k’urdîya îro da ye. Goveka duyem di derbarê hebûna zayenda navîn (bêhêl/neutrum) a navdêran e, di k’urdîya kevnar da û goveka sêyem jî di derbarê du k’omên yekşêwazîyên bingehîn e di k’urdî û zimanên hindewropî yên din da (r’ûsî, fransî, îtalî, îspanî, portûgalî, tîrahî…).

Û piştî lêger’înên zanistî yên di vê p’irtûkê da tiştekî balk’êş dertê pêşîya me: “…Dibêjin, ku Mêzopotamîya colanga çêbûna gelên hindewropî û şaristanîya hindewropî bûye. Îro k’urd û K’urdistan bi hebûna ziman, çanda net’ewî û wan bingehên hindewropî yên destpêkî va, yên ku di zimanê k’urdî da hatine p’arastin, govenîya vê didin. Her çiqas gelên hindewropî li cîhanê belav bûne, û di gelek hêjayî û nirxên t’omerî yên hevbeş da, ên ku wan bi xwe r’a birine, r’engê wan hatine guhar’tin, lê dîsa jî gelek şopên bingehên wan ên destpêkî di mak-welatê wan ê dîrokî da mane.

Û şop’ên van hemûyan jî divê di nav k’urd û K’urdistanê da biger’in.

Ev jî di nava hindewropîzanîya giştî da ji bo lêk’olîn û lêger’înên vî warî bi serê xwe bingeheke girîng a zanistî ye”…

Naha em bên ser beşê duyem yê pirsa te, ango, r’ola wê di pirsên r’êzimana k’urdî û pêşk’etina wê da. Ez çi dikarim bibêjim? Bê guman, ewê r’oleke xwe bilîze, ji ber ku ew pirsên di wê da tên nirxandin û ji nûva tên makkirin, ji hêla zanistî va p’ir’ balk’êş in û wê bê baldarî nemînin. Ew ji hêla lêger’înên warê hindewropîzanîya giştî va jî balk’êş e. Lê ewê ne îro be. Çima? Ji ber ku bala  k’urdan  îro naçe ser pirsên wisa. Naha k’urdên me bi weşana tiştên xwe va mijûl in. Û ew jî xwezayî ye. Ma çi bikin, ewqas dem nivîs û weşana k’urdî  qedexe bûye, û naha derfet çê bûne, û her kes, çi dikare, diweşîne. Naha dema wan nîne li ser pirsên zanistî yên k’ûr serê xwe biêşînin. Ay, lê  r’ûs li ser gelek pirsên ku di wê p’irtûkê da hatine nirxandin û r’avekirin, lêger’în û sêmînaran pêk tînin  (ew di hemû p’irtûkaxaneyên mezin da heye)… Pirsgirêkên zimanê me, ango yên  r’êzimanê, îro gelek hene, lê kêm mirov wan dibînin û dibihên. Lê yên ku dibihên û tê digihîjin jî, kêmtir in. Wek ku tê xuyanê, ev r’ewşa îro heyî ji wan r’a dest dide. Demek me divêt… Nivşê nû wê r’abin û ji nav wan wê zimanzanê derên, wê demê ewê li ser van pirsan r’awestin…

 

M.S: Dizanim ku gelek astengiyên siyasî li pêşiya we hene. Hûn li hember wan çawa têdik’oşin?

 

E.C: Ew astengî, yên ku tu dibêjî, ne yên min in, ew li pêşîya gelê me bi giştî hene – li ser r’êya berbi destanîna mafên xwe yên xwezayî. Û her kesekî me, yê ku bi awayekî bi vê rêyê va p’êwendîdare, ji van astengîyan p’ara wan jî jê dertê. Wek ku gelê k’urd bi xwe, wisa jî T’evgera wî ne yekawa ye. Gelek destên nep’ak dişûlikin nav me û k’arê xwe yê k’irêt pêk tînin, nirxên net’ewî difiroşin, heya xaka Kurdistanê… Lê ev hemû nikare wisa bidome. Dem bi dem T’evger xwe ji êlêmêntên wî r’engî paqij dike, û ev jî êdî bûye sîstêm. Û wat’eya têk’oşîna li hember van astengîyan jî ew e, ku mirov bikaribe bingehên wan nexweşîyan bibîne, k’a ew ji k’u tên. Her yekî me bi serê xwe hîç tiştek jî nîne, û bala kesekê naçe ser yekkesan. Dema em digihîjin hev, dibin t’evger, wê demê ew astengî serî hildidin. Ev êş û astengî t’enê wê demê bikaribin bên berterefkirin, dema t’evgera net’ewî bi hêz bibe, yekîtîya net’ewî li ser nirx û hêjahîyên net’ewî ava bibe…

Û hemû bingeh hene, em bi bawer bibêjin, ku zû yan dereng yekîtîya net’ewî dê pêk bê, û gelê meyê bigihîje mafên xwe. Lê wê demê jî wê serêşîyên me bi dawî nebin. Her çiqas em, wek net’ew, bi hêz bibin, yên ku bi k’arên k’irêt r’adibin, dê ewqasî aktîvtir k’arên xw pêk bînin…

 

M.S: Van salên dawîyê di nav k’urdên êzdî da hişyariyek olî dest pê bûye. Lê şûna zelalbûnê, gelek tişt zêde t’evlihev dibin. Wek ku ez dizanim, ji aliyê we va jî p’irtûkek li ser Ezdayetiyê tê amadekirin. Hûn dikarin, li ser vî k’arê xwe hinek agahî bidine xwendevanên me?

 

E.C: Belê ew bi şêwazî (şikilî) wisa ye. Lê bi gotina “Ez êzdî me!” êzdîtî pêk nayê.

Yê ku dibêje ez êzdî me, divê ferz û bingehên bîrûbawerîya vê olê bizanibe, wan hemûyan pêk bîne. Di nav gelê me da nexwendîtîya olî (ya ola Êzdî) desthilatdar e. Ji ber wê jî ev hemû manîpûlatsîon derdikevin holê. Her yek ji xwe r’a r’adibe û tiştekî dibêje,  û ji wan hîç yek jî, bi heşmendî, anegorî r’astîya vê ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê nîne. Helbet, ji bo vê r’ewşê jî sedemên obyêktîv û sûbyêktîv hene: û ev beşê gelê me jî di navberê da maye. Li çardorê nûnerên olên dinê, her tiştên wan ên olî hene: dêr, mizgevt, sînagog û yê dinê, di nav wan da erk’darên wan olan k’arê xwe yê mîsîonêrî pêk tînin, cejn û çalakîyên olî lidardixin. Û van hemûyan êzdîyên me jî bi r’ojane dibînin, û di nav wan da bi xwezayî daxwazek çê dibe, ku tiştekî wan jî hebe. Ev tê têgihîştin. Lê, bi nêr’îna min, di sêrî da divê ewên ku dibêjin – em êzdî ne, ji bo xwe zelal bikin, k’a gotina wan di derbarê k’îjan êzdîtîyê da ye: ya r’ast, an ya ku hinekan ji her cîyeke parçeyek aniye û gîhandye hev û derxistye holê. Divê bê gotin, nexwendîtîya olî ne t’enê di nav mirîdan da ye, lê wisa jî – di nava erk’darên olî da heye. Heya em nikaribin vê nexwendîtyê ji nav xwe r’akin, ç’avê gelê xwe û yê cîhanê li ser r’astîya vê olê û wan şer’ û  şilt’axan vekin, ên ku nûnerên olên dinê avîtine vê bawerîya kevnar, mafê me nîne, ku em li ser wê biaxivin. Belê, divê di sêrî da ev nexwendîtîya desthilatdar ji holê bê rakirin, û, di sêrî da ji nav oldaran…

Li ser p’irtûkê, ya ku ez amade dikim. Hem di ç’avkanîyên kevnar, hem jî, di yên sedsala XIX û destpêka sedsala XX da gelek agahîyên balk’êş hene, yên ku heya naha di tarîyê da mane.  Ger em bikaribin, li ser bingeha wan agahîyan, r’astîya vê ola kevnar tê bigihîjin, wê k’arekî kêrhatî be… Naha tiştê li pêşîya me ev e…

 

M.S: Wexta meriv xebatên we dişopîne, gelek beş û war xuya dikin. Lê hûn giraniyê didin kîjan warî? Xebatên Ezîzê Cewo zêde ber bi k’îjan r’êyî û armancî ve dimeşin?

 

E.C: Dizanî, ez bi xwe jî nikarim, bibêjim, k’a di nav min da zimanzan li k’u xilaz dibe û helbestvanî, r’ojnamegerî-şirovegerî û tiştên dinê destpê dibin. Dibe ku ev tiştekî xwezayî ye, ez nikarim li hember vê tiştekî bikim. Hê di sala 1984-an min li ser vê r’ewşê helbestek nivîsye, sernivîsa wê  “EZ Û MÛZA” ya. Mûza jî, ji xwe hûn dizanin, di mîtolojîya yewnanan da Xwedaya poêzîyayê (helbestvanîyê), huner û zanistê ye.  Weha, ew gotinana:

 

Bi Mûza xwe ra çendik-çend salan

Min pêwendîyek jî hîç girêneda,

Rabûm-rûniştim ez weke hercar

Û b‘zanînê va mijûl bûm guva.

 

Lê, dema salên min buhurîne,

Mûza carek din l‘min bûye tirik,

Kuda jî diçim min ra dighîne,

J‘min venagere bi gef û girik…   

 

…Helbet, dibe ku pirsgirêk t’unebûna, minê ji xwe r’a serê xwe bikira ber xwe û zimanzanîya xwe va mijûl  bûma û, ger carna bihata ber heşê min, Mûza li min bibûya mêvan, minê ber destê xwe r’a helbest jî binivîsyana. Lê jîyan wisa çê bûye, ku mirov nikare dûrî tişt û bûyeran bisekine, bi t‘aybetî jî, dema tiştekî wî heye, ji mirovan û cîhanê r’a bibêje… Binihêr’e, demekê, dema ji min r’a digotin,  k’a çima ez li ser êzdîyan û êzdîtîyê tiştekî nanivîsim, ez dik’etim nava mitaleyan, mat’ma dibûm – çawa, ezê çawa bikaribim binivîsim? Her çiqas, hê dema ez di Yêrêvanê bûm hinek tişt di vê derbarê da di serê min da diger’yan. Ew pirsa têrmînên olî bû. Helbet, ez ji hêla zimanzanîyê va nêzîkî pirsê dibûm. Mînak, ruh, cunnet, cehnime, ‘milyaket, xuliqelah, rebê alemê û gelek-gelek peyvên dinê. Dema min amadek’arîyên p’irtûka xwe ya li ser pirsên zimanzanîyê dikirn, hinek pêdivîyên min bi agahîyên Avêstayê çê bûn. Min li şiroveyên wê yên bi r’ûsî nihêr’în. Dibînim, p’eyva r’avan, di ferhengê da dinihêr’im, bi r’ûsî nivîsye – душа, ango, ruh. Di heman demê gotinên Cizîrîyê mezin hatin bîra min:  “Tuyî ruh û rewanê min, bibet qurban te canê min!” Wisa jî p’eyva kurdî ya p’akrewan, ango r’ewanê pak, ruhê pak. Ango, di k’urdî da divê li şûna ruhê erebî rewanê  k’urdî be… Û wisa jî bi dehan p’eyvên dinê. Hinek tiştên dinê jî min vek’olan, û min dît, ku di ola êzdî da gelek têrmînên bîrûbawerî yê dinê jî hatine werger’andin.. Pirs derdik’et holê, p’eyvên k’urdî çawa bûn, ew k’uda çûn û çawa li şûna wana yên erebî anîn nava ola me… Eger em vê bibînin û tê bigihîjin, emê sersedemê gelek tiştan tê bigihîjin.. Ev pirs wisa jî di bîra min da ma û dem bi dem di derbarê hebûna xwe û p’êdivîya bersîvekê da dida zanîn…

Lê paşê, dema min ev hemû bûyer, ên ku îro pêk tên, dîtin, min dest bi lêger’înan kirin, ew û tiştên zar’otîya min ên ji malbatê di bîra min da mabûn, min anîn hember hev û tiştekî balkêş derket holê… Û wî tiştê balkêş e, ku ez dixwazim ji xwendevanan r’a parvebikim, helbet, eger ji min r’a li hev bê….

…Lê min hinek tişt di gotara xwe ya “Êzdîtî” da anîne zimên, ên ku bala wan bikşîne, fermo, dikarin bixwînin: http://www.pen-kurd.org/indexalt.html

 

M.S: Mamosta, niha dema ku hûn ji bilindahiya 65 salan li jiyana xwe û r’êya xwe ya derbasbûyî dinihêr’in, di nav We da çi hest û r’aman çê dibin? P’oşmanî, yan r’azîbûnek, ya ku hê hêvîyên nû çê dike?

 

E.C: Dizanî, eger yekî ew pirs bîstûpênc-sîh sal berê bida min, dibe ku min bigota: “Minê weha bikira, weha bikira!” Jîyan mirov dicêr’ibîne, li gelî û gebozan dixe, qal dike û hînî dijwarîyan jî û r’astîyan jî dike.  Mirov dikare bibêje: “Minê ev k’arê han weha bikira, an weha nekira”. Gotineke gelê me heye, dibêjin: “Mirov li ber mirinê jî hîn dibe, û dimire!” Ango, pirs di çi da ye? Divê mirov ji jîyanê dersan derxe, wat’edar bike û wan dewrî  nivşên nû bike. Ji ber ku ez dizanim, di jîyanê da tişt bi xwesteka mirov pêk nayên, t’enê dimîne, ku dema li ser bingehên obyêktîv û sûbyêktîv hinek tişt pêk tên, mirov amade be, û bikaribe di wan da r’oleke xwe ya hêja bi kêr bilîze. Divê ji mirov r’a li hev bê, ku ew di demeke ç’arenûsî da bijî. Ji vê hêlê va ez bextewar im, ku ez vê serdemê dijîm, dema pirsên gelê min ç’areser dibin… Wekî dinê, ne ewqasî jî girîng e!

Ya dinê, hêvîyên min mezin in.  Ezê jî anegorî hêz û derfetên xwe k’arê xwe bimeşînim, Gelê me çi dibêje? – Heya mirinê, çavî-l kirinê!…

Û ya dawîyê, r’aste, dema dem bi dem  rewşek dertê pêşîya mirov, ew dibêje, eger ev tişta careke dinê jî r’astî min bihata, minê bi awayekî dinê bikira… Lê jîyan ya xwe dike, ew tişt careke dinê nayê, û, ger bê jî, wê bi cûr’ekî dinê be, û ewê dîsa weke xwe bike. Ji ber ku t’aybetîyên her mirovekî bi xwezayî bi awakî hatine sêwirandin…Û evê r’a jî bi zimanê gelêrî dibêjin ç’arenûs!..

M.S: Careke dinê rojbûna We pîroz dikim, mamosta! Ji Xwedê gelek salên bi t’endirûstiyeke baş, r’ojên aram û xweş, xebatên geş û pênûseke berhemdar ji bo we hêvî dikim. Spas dikim ji bo bersivdana we!

E.C: Gelekî spas ji min jî û silav û r’êzên min ji te û xwendevanan r’a! Serk’evtin ji bo k’arê te!

**********

Dema ev hevpeyvîn êdî amade bû ji bo weşanê, me li ser rûpela Facebook-ê ya mamosta Ezîz ê Cewo li nameyên pîrozbahîyê nihêrîn. Di nava wan da ya nivîskarê kurd ê navdar Wezîrê Eşo bala me kişand, û me dît, ku wê rast be, eger emê jî raberî xwendevanan bikin. Fermo:

 

Ji bo 65-saliya Ezîzê Cewo
Ji roja dayîkbûna zimanzan, helbestvan, rojnamevan-pûblîsîst, pêdagog û karkirê civakî yê kurd yê bi nav û deng Ezîzê Cewo Mamoyan (Korda Mad) 65 sal derbaz bûn. Bi boneya  wê sersalê, weha, min dixwest çi bigota:
Piştî temamkirina beşa kurdzaniyê ya Zanîngeha Yêrêvanê te temamiya zanîn, kemal û hereketê xwe bê navbirî û bi heyacan kir bin xizmeta çanda kurdî û perwerda ciwanên gelê xwe. Tu çend sala bûyî berpirsiyarê rojnama sêksiyona nivîskarên kurd li Ermenîstanê, ya Botan, serokê dibistana gundekî kurdan ya perwerda navîn, te weke karkirê civakî û welatparêzekî bi şewat bi taybetî xizmeta Tevgera Azadîxweziya kurd kir, lê bi pê ra jî te weke helbestvan û zaniyar, bi taybetî zimanzan berhem û lêkolînên bi nirx pêşkêşî xwendevan û zaniyaran kirin bi weşandina wan di rojnama û kovaran da, her usa jî bi pirtûkên cuda û di berevokên xebatên zaniyariyê û berhemên nivîskarên kurd da.
Destûrê bide min, bira û hevkarê min yê hêja, ez roja bûyîna te pîroz bikim bi daxwaza jiyaneke zemandirêj û tendrustîke baş bona ji vir û hada jî xizmetkirina ber çanda gelê xwe û di têkoşîna wî da ya ji bo avakirina Kurdistaneke azad û serbixwe da berheman bidî.

Wezirê Eşo

24. 01. 2014

Brûksêl

 

Hevpeyvîn: Marîna Siyabend

 

dîtin: 745

Pêveker:

ji bo 65 saliya ezîzê cewo | marîna siyabend