• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo bîranîna lawikê Xerzî ; Mamoste Mehmud Baksî

Ji bo bîranîna lawikê Xerzî ; Mamoste Mehmud Baksî


barkirin: Sermawêz 17, 2013, 2:54


Dema mirov behsa kedkar û xemxwarên zimanê kurdî dike, bê guman, gelek navên pîroz têne bîra mirov. Her yek ji wan hêjayan, di wêje û dîroka kurdî da, cihên xwe ên heqdar girtine û bi nexşên zêrîn, di bîra gelê kurd da hatne tomar kirin. Lewra, tevî ku zordestîyan, siyasetên înkar û tinekirinê ên desthilatdarên dagirker, qet gavek paş ve neavêtine û her tim bi awayekî serbilind û şanaz, wê wazîfeya pîroz pêk anîne. Gelek caran, dest ji xweşî û nîmetên dinyayê kişandine û li ber vê keda pîroz, bi gelek êş, tehdeyî û jan ra jî rûbirû mane. Jiyana wan di zindanan, di êşkenceyan û sirgûnan da borîye, heqeret û biçûkxistinan bihîstine, gelekên wan li xerîbîyê jiyana xwe ji dest dane,  carna bi salan, bi deha salan malbatên xwe û welatê xwe nedîtne, lê dîsa gazinan nekirine û her ber xwe dane. Dibe ku ew hisreta welatê wan wiha kirye ku, berhemên bê hempa û teqez jî afirandine. Lewra, divê bê gotin ku, berhemên herî hêja ên wêjeya kurdî, li sirgûnan, anku li derveyî welat hatine nivsandinê.  Heqê wan hêjayên kurdîhêzên welatparêz, têkoşer û berxwedêrên zimanê kurdî û Kurdistanê, divê qet neyê ji bîr kirin, û her tim divê bên bi bîr anîn. Ked û xebatên wan û her wiha berhemên wan ên hêja, serpêhatî û jiyanên wan, divê her tim di bîra xwendevanan û nifşên nû da cihê xwe bigrin, bibin mînak û rê nîşanê ciwanan bidin. Lewra, mirov ji rêyên tarî, bê çira nikare derbas bibe û nikare bigihîje cihê ku dixwaze. Û çirayên ku di destên ciwanan da ne jî, helbet ew rewşenbîrên me ên rêzdar in….

Yek ji wan kedkar û xemxwarên dîrok û wêjeya kurdî, evîndarê zimanê kurdî, û yek ji wan lehengîyên gelê kurd û Kurdistanê, bê niqaş Mehmûd Beksî ê gorbihişt e… Mehmûd Beksî, di jiyana xwe a 56 salan da, gelek karên hêja kiriye, û bi taybetî, di warê wêjeyê da, di der barê zimanê kurdî da,  ked û xebatên pêwîst û di cih da pêk anîye, û diyarîya nifşên nû kiriye. Ewî,  ji sing û dilê Xerzan derket, li gel bîranînên xwe, bi hisreta welatê xwe, ji bêgavî ber bi welatên biyanî ve çû, û bi wan hêjayîyên ku bi xwe ra biribû, berhemên teqez û bê hempa afirand, ên ku bûne serekeyên wêjeya kurdî. Heqê Mamoste Mehmûd Baksî, heqê Lawikê Xerzî, eşâ ku li ber ziman û welatê xwe kişandye, ji alîyê nifşên nû ên dahatû ve, wê tu carî neyên ji bir kirin. Mamoste Mehmûd Baksî û kedên wî, wê her tim di bîra ciwanên kurd da  bijî û heya dinya hebe, kirinên wî ên bi rûmet û sekna wî a serbilind, wê her tim bi hêjayî bête nirxandin û teqdîr kirin. Mineta cenabê wî li ser me hemûyan heye û dê heta hetanîyê jî hebe.

Wek tê zanîn, Mehmûd Baksî, berîya 13 salan, di 19-ê Berfanbara 2000-an da,  bê wext xatir ji me xwest û gihîşte dilovanîya Xwedê. Helbet koça wî gelek zû û bê wext pêkhat, lewra bê gûman, karên wî ên hêja hê neqedîyabûn û gelek karên pêşerojê jî li ber wî hebûn. Lê weke dengbêj her tim dibêje, “ Feleka me xayin e”, wiha jî, felekê dîsa xayintî bi me ra kir û mamosteyê hêja, gelek  zû ji me veqetand. Ev  gotara hanê jî, di 13-em salvegera koça wî a dawî da, ji bo bi bîranîn û nasandina wî û berhemên wî hatiye amade kirin, her çi qas li ber kedên wî, ne tiştek be jî….

Mamoste Mehmûd Baksî kurd bû, nivîskar bû, çîroknûs bû, lêkolîner bû, romannûs bû, dîrokzan bû, kurdîhez bû, kurdperwer bû, folklorzan bû, berhevkar bû, dengbêj bû û a herî giring, hûmanîstekî dilsoz bû…

Belê;  “ Mineta te li ser seran û li ser çavan Lawikê Xerzî, Mamoste Mehmûd Baksî…. Tu ê qet neyî ji bîr kirin, raman û fikrên te wê her tim di nav me da bijîn, û wek agirê azadî, tu ê di dil û mejîyên ciwanan da her dê pê bikevî…. Sipas ji te ra, li ser navê nifşên nû, sipas ji bo her tiştî….”

KURTEJIYANA MEHMÛD BAKSÎ

Nivîskar û rojnamegerê kurd ê navdar, Mehmûd Baksî, di sala 1944-an de, li gundê Siphiyê a ku girêdahiya navçeya Hezoyê Batmanê ye û li herêma Xerzan cih digre, hatiye dinyayê. Di heft saliya xwe de, li gel malbatê ve koça Bismilê kirine û li wira dest bi dibistanê kiriye. Piştî demeka kin, ji Bismilê derbasî Bedlîsê bûne. Piştî çend salan ji bo xwendinê, berê xwe daye Dibistana mamostetiyê Dîjleyê (Dicle Öğretmen Okulu) li Erxeniyê. Lê ji ber sedemên cûda, perwerdehiya xwe neqedandiye û dev ji dibistanê berdaye.

Mahmûd Baksî, di sala 1967-an da, di rojnameya “ Batman Gazetesi ”  dest bi rojnamegeriyê kirye û piştî saleka din, di sala 1968-an da bûye serokê Partiya Karkeran a Tirkiye (TİP) ê ya Batmanê. Di heman salê de, bi şêweyekî aktîv ketye nav çalakiyên sendîkavaniyê û li DÎSK-ê xebatên giring pêk anîye.

Piştî salekî, di sala 1969-an da, pirtûka xwe a yekemîn, bi navê “ Mezra Botan”  a ku bi tirkî  û li ser rewşa kurdan bûye, nivsandiye. Ev pirtûk, her wiha romana wî a yekem e, û li Stenbolê hatiye çapkirinê. Pirtûka wî a duyem, di der barê Sadî Akkiliç da bûye û ew pirtûk jî di sala 1970-an de hatiye çapkirin. Navê pirtûkê; “ Sadi Akkiliç Davası (Doza Sadî Akkiliç) “ ye. Lê ev pirtûk, ji hêla Mehmûd Baksî ve, ne wek roman, wek pirtûkeke siyasî hatye nivsandin. Lewra Sadî Akkiliç komûnîstekî tirk bû û ji ber gotar û nivîsên wî, heft sal û nîv cêza lê hatibû dayîn.

Sendikavaniya Mahmûd Baksî nêzîkê du salan dewam kiriye. Xebatên rojnamegerî û niviskarîyê jî, di wê demê da domandîye. Lê piştî weşandina her du pirtûkên wî, doz lê hatye vekirin û 15 sal ceza lê hatiye birîn. Û her wiha her du pirtûkên wî jî hatne qedexe kirin. Ji ber van zordestî û cezayan, Mehmûd Baksî ji ber bêgaviyê, di sala1970-an da berê xwe dide Ewropayê û diçe Almanyayê. Li Almanyayê salekî dimîne û ji wira jî, berê xwe dide ber bi Swêdê ve û dibe penaber…

Li Swêdê jî, kar û barên xwe ên ku di der barê rojnamegerî û nivîskariyê da ne didomîne û di rojnameya Swêdê a navdar, Aftonbladet-ê de, dest bi nivîs û gotaran dike, her wiha hevpeyvîn û lêkolînan jî pêk tîne. 22 salên dirêj li wira dixebite. Ya din, ji bo  televîzyonên Swêdê, bernameyên zarokan amade dike û ew bernameyên wî, di gelek televîzyonan da têne weşandin…

Di sala 1978-an da, pirtûka wî a kurdî “ Zarokên Îhsan ”, ji hêla Wezareta Çandê a Swêdê ve tê weşandin û ji bo zarokên kurd ên ku li dibistanan dixwendin, wek pirtûka dersê tê bi kar anîn. Giringiyeka din a vê pirtûkê jî heye û ew jî ev e ku, ev pirtûk, di nav kurdên bakûr de, pirtûka zarokan a yekemîn e, a ku, bi tîpên latînî û bi zaraveya kurmancî hatiye weşandin. Di sala 1979-an de, vêca romana wî a bi navê “ Keça Kurd Zozan ”, dîsa ji hêla Wezaretê Çandê a Swêdê ve tê weşandin û ji kurdî, li zimanê Swêdê tê wergerandin. Fîlma karton a vê romanê jî hatye amade kirin û li ser televîzyonên Swêdê, wek sê beşan hatye weşandin. Taymetmendiyeke giring a vê fîlma karton jî heye; ev fîlm, fîlma kartona yekem e, a ku, bi zaraveyên Kurmancî û Soranî hatiye amade kirin.

Di sala 1984-an da, Mehmûd Baksî  romana xwe a bi navê “ Hêlîn “  nivîsî û da çapkirinê. Bi vê romana xwe, gelek xelatên navnetewî wergirt û ji hêla gelek rexnegirên wêjeyê ve, ev roman wek “ yekem romana kurd a modern” hate bi nav kirin. Di sala 1988-an da, pirtûka xwe a çîrokan “Lawikê Xerzî (bi zimanê Swêdê-wergera ji zimanê Swêdê; Firat Cewerî) “ û romana xwe a navdar “ Gundikê Dono “ nivsand û da weşandin.

Berhema dawîn a Mehmûd Baksî, romana wî a bi navê Serhildana Mala Elîyê Ûnis “ e. Piştî sala 1999-an pê ve, bi  nexweşiyên giran dikevê lê mirinê weke pênç pere jî nahesbîne. Nexweşî û mirin jê ra ne xem e, xemeka wî tenê heye, ew jî qedandina karên xwe ên nîvcomayî ne.  Anegorî soz û bextê ku dayê bavê xwe, dixwaze vê romanê, a ku di der barê serhildana çiyayên Xerzan da ye, biqedîne. Di encamê de dighîje mabesta xwe û piştî qedandina romana xwe a  “Serhildana Mala Eliyê Ûnis “, di sala 2000-an de, di roja 19-ê Berfanbarê de, li Stokholmê koça dawî dike û diçe dilovaniya Xwedê. Anegorî wasiyeta wî, gora wî, di roja 4-ê Rêbendana 2001-an da, li Amedê  tê heq kirin.Û dîsa anegorî wasiyeta wî, arşîva wî a dewlemend jî, ji pirtûkxaneya Înstîtûta Kurd a Stokholmê ra, wek mîrate tê teslîm kirin.

Di temenê xwe ê 56 salan de, Mehmûd Baksî gelek berhemên hêja ji bo nifşên nû, li dû xwe hiştiye. 23 pirtûkên wî ên çapkirî hene û hin berhemên wî, li gelek zimanên din hatne wergerandin.  Ji van berhemen hinek hene ku, bûne serekê wêje û romana kurdî a modern . “ Hêlîn”, “ Gundikê Dono ” û “Serhildana Mala Êlîyê Ûnis “,  ji wan berhemên wî ên hêja ne. Em di “ Hêlîn” da,  bi xerabî û nexweşîya ferkûmêlîya keç û kuran û cudahiya nebaş a zayendî, her wiha zilma dewleta faşîst ra rûbirû dimînin. Di “ Gundikê Dono ” da, em  rexneya feodalîsmê, têkoşîna bi rûmet a li dijî şêx û axayan dibînin. Di  “Serhildana Mala Êlîyê Ûnis “ da, berxwedana gelê kurd, a ku li hemberî dagirkeran qewimîye, dixwînin û haydarê qewimînên wê serhildanê dibin.  Pirtûka wî a çîrokan, “ Lawikê Xerzî “ jî, ji alîyê çîroknûsîya kurdî ve, berhemeke bê hempa ye. Xeynî wan, weke me li jor nivsandye, gelek berhemên wî ên din jî hene. Hinek ji wan berhemên Mehmûd Baksî  li jêr in:

Berhemên bi kurdî

  • Zarokên Îhsan (1978)
  • Keça Kurd Zozan (1979)
  • Hêlîn (1984)
  • Lawikê Xerzî (1988)
  • Gundikê Dono (1988)
  • Serhildana Mala Elîyê Ûnis (2001)

Berhemên bi tirkî

  • Mezra Botan (Mezrabotan) (1968)
  • Sadi Alkılıç Davası (Doza Sadî Alkiliçî) (1969)
  • Vatandaş Hakkı (Mafê Hemwelatiyan) (1970)
  • Kürt Sorunu (Pirsa Kurd)(1971)
  • Kürt Tarihi (Dîroka Kurdan) (1972)
  • İsveç İsveç Dedikleri (Swêdê, a ku tim behsa wê tê kirin) (1976)
  • Kamışlı Katliamı (Komkujîya Qamişloyê) (1981)
  • Şıvan’ın Sevdası (Evîna Şivanî) (1984)
  • Kürt Gözüyle Yılmaz Güney (Bi çavê kurdêkî, Yılmaz Guney) (1994)
  • Video Gelin (1995)
  • Teyre Baz ya da Bir Kürt İşadamı Hüseyin Baybaşin ( Teyrê Baz an jî bazirganekî kurd, Huseyîn Baybaşîn (1999)
  • Her Kuş Kendi Sürüsüyle Uçar ( Her çûk, bi koma xwe ra difire) (2000)

Çavkanî:

 

1-) Hevpeyvîn li gel Mehmûd Baksî re, “ Teyrikê Çemê Xerzan “, Firat Cewerî, Kovara Nûdem, hejmara duyem, (1992-Swêdê)

2-) “ Lawikê Xerzî “ , çîrok, Weşanên Ava, (2013)

3-) “ Gundikê Dono “, roman, Weşanên Lîs, (2007)

4-) Pêşgotinên Mehmûd Baksî û Mehmed Uzun, ji pirtûka “ Serhildana Mala Elîyê Ûnis “, roman, Weşanên Welat, (2001)

5-) Gotara “ Nexşa jiyana kurdewarî “, ji pirtûka “ Hevîrtirş “, gotar-portre, Weşanên Do, (2009) – Salihê Kevirbirî

6-) Bername û gotûbêjên TVyê, ên Mehmûd Baksî

mehmudbaksi1 mehmudbaksi2 mehmudbaksi3

 

dîtin: 373

Pêveker:

ji bo bîranîna lawikê xerzî mamoste mehmud baksî