• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo bîranîna Profêsor Gêorgiyê Xudoyê Mihoyî

Ji bo bîranîna Profêsor Gêorgiyê Xudoyê Mihoyî


nivîskar: Pirîskê Mihoyî
barkirin: Rezber 19, 2014, 11:53


Dibek ji we gelek vî doktor-profêsorê me nas nakin, lê em borcê xwe hesab dikin li ser vî camêrî we agahdar bikin. 14-ê cotmehê rojbûyîna PROFÊSOR GÊORGÎYÊ XUDOYÊ MIHOYÎ bû. Ji bo heval û hogirên me bizanibim ew çi mêr bû, em gotara doktor Nodar Masekî ji rûsî wegêrî kurdî dikin û raberî we dikin.

PROFÊSOR GÊORGÎYÊ XUDOYÊ MIHOYÎ

13-ê gulana sala 2013-an li bajarê Amêrîkayê yê San Dîyêgoyê piştî nexweşîya dirêj û giran di 73-salîya temenê xwe de çû li ser dilovanîya xwe travmatologê zarayî bi nav û deng (doxtirê hestûcebirandinê), doktorê doxtirzanîyê, profêsor, endamê eyînsî yê Akadêmîya Ermenîstanêye doxtirzanîyê Gêorgîyê Xudoyê Mihoyî. Bêfitîya, gelê kurd û doxtirzanîya Ermenîstanê zîyaneke mezin kişandin.

Gêorgîyê Mihoyî 14-ê cotmehê (oktobr) sala 1940-î li gundê Elegezê (Ermenîstan) ji dayîkê bûye. Bavê wî Xudoyê Miho li Ermenîstanê şexsekî naskirî bû. Ewî weke 30 salî li ser hev serwêrî malhebûnên gundên Komara Ermenîstanê kiribû. Seroketîya partîya komûnîst herdem Xudoyê Miho verêyî li wan kolxozan (malhebûnên kolêktîv) dikir, li ku pirsgirêk pirr bûn. Bi saya zanebûn û şarezatîya wî ew malhebûn di demeke kin de diketine rêza malhebûnên pêşketî.

Li dawîya salên 30-î Xudoyê Miho pêşneyar kirin, ku bibe navzadê nûnerê organa zakondarîyê (parlamênt) ya Komara Sovîyêtêye sosîyalîst ya Fêdêrasîyona Pişkavkazyayê.

Xudo û kevanîya wî–Meyanê 8 zaro mezin kirin: 4 law û 4 jî dot. Ji wana zaran hefta xwendina bilind dest anîn, lê dudu (Şekro û Gêorgî) di nava zanyarîyê de gihîştine hêlanên bilind, bûne profêsor. Lawekî Xudoyî dinê – Egîtê Xudo Mihoyî, ku sala 1950-î înîstîtûta (zankoya) Yêrêvanêye dersdaran ya li ser navê Xaçatûr Abovyan temam kiribû, li gundê xwe de wek dersdar kar kiribî, dû re tê Yêrêvanê û ji sala 1960-î heya sala 1990-î li rojanama «Rya teze» dixebite. Tîtalê Xudo jî xwedîyê xwendina bilind bû. Ew, gava serwêrê (midûrê) dibistana gundê Elegezê ya dehesale bû, dersên fîzîkayê dida zarokan, dû re bû sedrê kolxozê (malebûna kolêktîv), paşê serokê (muxtarê) gund.

Sala 1959-an Gêorgîyê Mihoyî li zankoya Yêrêvanêye dixtirîyê hate hildanê, ya ku sala 1965-an bi serfirazî temam kir. Piştî tamkirina zankoyê, ew salên 1965-1970-î li nexeşxana gundê xwe Elegezê wek doxtirê sereke kar dike. Ev nexweşxane usa jî qulixî binecîyên 7 gundên der-dorê Elegezê jî dikir. Wê hênê Gêorgîyê Mihoyî doxtirê praktîka tomerî bû, li ber her cûre zedan nexweş dû-derman dikir.

Sala 1970-î Gêrgîyê Xudo li nexweşxaneke Yîrêvanê di başa ortopêdîyayê de derbasî li ser kar bû, lê piştî salekê ew li aspîrantûra zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê (hestûcebrandinê) û ortopêdîyayê (zeda hestûyan) tê hildanê. Ev zanko dikete bin bandûra Wezîreta Yekîtîya Sovîyêtê ya parastina tundrûstîyê. Li vira ewî sala 1973-an ji demê zûtir têza xwe ya doktorê doxtirzanîyê xwey kir. Mijara têza wî li ser qenckirina zeda xarbûn-tewandina hestûyên enîşkan û girkên milan bû, ku piştî şikestina pîlên piştê li bal zarokan peyda dibû. Wan salan li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê zanyarên Sovîyêtêye gewre û gelek zaneyên hestûcebirandinê û zeda hestûyan kar dikirin. Serokê Gêorgîyê Mihoyî yê zanîstîyê xîrûrgekî zarokayî bi nav û deng li Yektîya Sovîyêtê, doktorê doxtirzanîyê, profêsor, serokê beşa zarokan ya li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê, xudanê berhemên zanyarîyêye bingehîn di warê travmatologîya û ortopêdîya zarokan de Gêorgî Têr-Yêxîyazarov bû.

Piştî xweykirina têza zanyarîyê Gêorgîyê Mihoyî vedigere Yêrêvanê û li zankoya zanîstî-lêkolînerîyê ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê ya li ser navê profêsor Xrîstafor Pêtrosyan wek serokê beşa travmatologîya zaran kar dike. Sala 1977-an wî vexwendî dikin, ku li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê kar bike. Ew 2 salan li wir dixebite. Sala 1979-an pêşwezîya Gêorgîyê Mihoyî dikin, ku ew li nexweşxana Yêrêvanê ya li rex zanîngehê beşa travmatologîyayê û ortopêdîyaya zarokan ya nû saz bike û bi xwe jî bibe serokê wê parê. Ew wî karî bi rûspîtî diqedîne.

Sala 1982-an Gêorgîyê Mihoyî li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê têza doktarîyê ya dereca dûemîne bilind xwey dike. Vê carê mijara têza wî li ser xusûsîyên qenckirin û cebirandina hestûlûleyên dirêj (yê ling û hêtê) li bal zarokan bû. Piştî xeykirina vê têza doktorîye nû Gêorgîyê Mihoyî nîveka salên 1980-î li Yekîtîya Sovîyêtê îdî hesab dibû wek travmatologekî zarayî herî naskirî. Bi saya karmendîya wî li Ermenîstanê destbi hinek şêweyên emelyetên zara kirin, ku berî hingê her tenê dikaribûn li Moskvayê pêk banîna. Ji hêla Gêorgîyê Mihoyî ve motêdên qenckirinêye nû di dereca ortopêdîya zarokan de hatne dîharkirinê. Ttravmatologên ermenîye naskirî R.V. Nikoxosyan (ew salên 1980-î travmatologê Ermenîstana Sovîyêtîyê yê sereke bû) û A.Ê. Baxşêsyan li gotara xwe ya bi navê «Êvolûsya travmatologîyayê û ortopêdîyayê li Ermenîstanê», ya ku li kovara «Doxtirîzanî li Ermenîstanê» çap bûbû û ji hêla Akadêmîya Ermenîstanêye zanîstîyê va diweşîya, nivîsîne: «Bi serekvanîya profêsor Gêorgîyê Mihoyî di beşa travmatologîya zaran de li zankoya Yêrêvanêye zanîstî-lêkolînerîyê ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê mêtodên nû nava praktîkayê de hatne bi kar anîn, gava dema dayîkbûyînê lingê zarokan di sêvikê de ji gîh derdikeve û dibê ling bê rastkirin û cebirandinê. Herwaha, mêtodên dinêye pêşverû jî di wî warî de hatne makkirinê, gava ling û milên zarokaye şikestî dikine qalb û bi dezgeyan qed dikin, ku li cîh nehejin. Usan jî mêtodên lezgînîne dinê yên qenckirina zeda hestûyên lingên zaran derketine holê» ( 2009, 34, rûpêl 18).

Piştî wê yekê, gava Gêorgîyê Mihoyî li zankoya Moskvayêye navendî ya travmatologîyayê û ortopêdîyayê têza xweye doktarîyê ya dereca dûemîne bilind diqedîne, ew dibe profêsorê zankoya Yêrêvanêye doxtirîyê û wî kiviş dikin wek travmatologê Ermenîstana Sovîyêtê yê sereke. Dû wê yekra, gava li Ermenîstanê li rex nexweşxana Yêrêvanêye №1 klînîka cihê ya ortopêdîya û travmatologîya zarokan tê damezirandinê Gêorgîyê Mihoyî dibe doxtirê wê klînîkayê sereke û serokê wêyî zanîstîyê.
Sala 1988-an piştî erdheja li Ermenîstanê Gêorgîyê Mihoyî rola mezin lîst ji bo parastina jîyana bi sedan zarokan. Wê demê ewî tevî doxtirê Sovîyêtê yê zarayî naskirî Lêonîd Roşal desteke zarokan, ku gelekî bethal bûn, bona qenckirinê ji Ermenîstamê birne Amêrîkayê.

Emekê Gêorgîyê Mihoyî di weraê perwerde û amadekirina kadroyên travmatologîya zarokan de pirre. Gelek travmatologên Ermenîstanêye pêş şagirtê wîne.
Sala 1998-an Gêorgîyê Mihoyî hate hilbijartinê wek endamê eyînsî yê Akadêmîya Ermenîstanêye doxtirzanîyê.

Gêorgîyê Mihoyî xudanê gelek gotarên zanîstîyê ye, ku li kovarên Sovîyêta berê çap bûne. Ji bo minak, sala 1974-an li kovara «Ortopêdîya, travmatologîya» li ser bingeha têza doktorîyê gotara wî ya bi navê «Qenckirina zeda xarbûn-tewandina hestûyên enîşkê, ku piştî şikestina pîlê piştê li bal zarokan peyda dibe» çap bûye (1974, №1, rûpêlêb 1-7). Sala 1990-î gotereke wîye hewaskar dîsa li ser vê mijarê li kovara «Deng û behsên xîrûrgîyayê» derket (1990, №2, rûpêlên 81-84). Sala 1994-an dîsa li kovara «Ortopêdîya, travmatologîya» gotara wî ya «Qeckirina bi komplêks ya serxwedahtinê piştî sikestina enîşkê li bal zarokan» ronayî dît (1994, №4, rûpêlên 26-30).

Gotarên Gêorgîyê Mihoyî herdem li berevokên zanîstîyê yên zankoya Yêrêvanêye doxtirîyê çap dibûn. Ji bo minak, gotara «Karanîna sîlîkonan di warê travmatologîya û ortopêdîya zarokan de» (1989, berevoka zanîstîyê ya zankoya Yêrêvanêye doxtirîyê ya bi navê «Çend pirsên travmatologîyayê», rûpêlên 60-66); «Karanîna sîlîkonên qeydkirinê li dema bi lezgînî hestûcebirandinê û qenckirina zeda heztûyan» (1989, berevoka zanîstîyê ya zankoya Yêrêvanêye doxtiryê ya bi navê «Çend pirsên travmatologîyayê», rûpêlên 87-90).

Sala 2001-ê li berevoka berhemên zanîstîyê ya bi navê «Pirsên ferz yên travmatologîyayê û ortopêdîyayê» gotara wîye «Bi lezgînî genckirina lingên zarokan, ku li dema dayîkbûyînê di kefê-gûzekê de xar bûne» (Nîjnî Novgorod, 2001, beşa 1-ê, rûpêlên 328-329).

Xebatên Gêorgîyê Mihoyî, di wê jimarê de yên 40 sal berê çapbûyî, di nava berhemên zanîstîyê de yên li ser travmatologîya zarokan heya niha bi berfireyî têne xebatê. Gêorgîyê Mihoyî xudanê dîharkirina gelek demûdezgên hestcebrandinê û patêntên cihê-cihê ye.

Di dawîya salên 1990-î Gêorgîyê Xudo Mihoyî giran nexweş ket û sala 2001-ê koçberî Amêrîkayê bû.

Li ser şuret, xebathizî û kar û barên Gêorgîyê Mihoyî li Ermenîstanê wek legend heya niha jî gilî dikin. Gelek caran ew bi sûtkan li ser darên pîya dixebitî.
Ew mirovekî zarşîrîn, qisevanekî bêqûsûr bû, bi hewas laqirdî û henek dikir.
Sê ewledên Gêorgîyê Xudo hene, ku vê gavê li Amêrîkayê dijîn û kar dikin. Dota wî ya mezin–Maya li şîrketeke mezin wek analîtîka bazirganîyê kar dike, dota wîye dine–Anê, ku di dema xwe de bi qîmetên baş zankoya Yêrêvanêye doxtirîyê temam kirîye, li Amêrîkayê pêşekê wê bi fermî pêjirandine û vê gavê ew li bajarê San Dîyêgoyê li navendeke dîaygnostîkayê karmendîya xwe ya doxtirîyê berdewam dike. Lê lawê wî–Artûr diploma bakalavrî ya zanîstîyê dest anîye û di wî warî de dixebite. Kevenîya Gêorgîyê Mihoyî–Lûsya Cemal, ku bêtirî 23 salan dersdara zimanê rûsî bû li Yêrêvanê, niha nevîyên xwe bi rûhê netewî ve perwerde û mezin dike.

NODAR MASEKÎ,
doktorê dîrokzanîyê.

Wergêrê ji rûsî
PRÎSKÊ MIHOYÎ.

dîtin: 240

Pêveker:

ji bo bîranîna profêsor gêorgiyê xudoyê mihoyî