• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo derhênerê Kurd 6 salên girtîgehê

Ji bo derhênerê Kurd 6 salên girtîgehê


barkirin: Rezber 13, 2015, 1:17


Hat ragehandin ku li welatê Îranê di dadgeha destpêkê de ji bo derhênerê Kurd, Keywan kerîmî 6 salên girtîgehê hatine birîn.

Biryar ji aliyê Liqa 28 a Dadgeha Înqilabê bi serokatiya Qazî Meqîse bo Kerîmî hatiye diyar kirin. Kerîmî bi ’’propagandeya li dijî Komara îslamî ya Îranê’’ û ’’Bêrêziya bi pîroziyan’’ hatiye tawanbar kirin.

Kerîmî ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye di sala 2013’ê de jî ji ber fîlmê ’’Nivîsandina ser bajêr’’ hatibû binçav kirin û piştre bi danîna rehîneyê hatibû berdan.

Belge fîlma ’’Nivîsandina ser bajêr’’ berhema dawî ya wî derhênerê Kurd e, ku dîroka dîwar nivîsîn û Grafittî ya siyasî û civakiyên piştî şoreşa gelên Îranê nîşan dide.

Herwiha belge fîlma navbirî ya bi navê ’’sînorê Şikestî’’ ku behsa jiyan û zehmetiyên karê Kolberên Kurd vedibêje, heya niha di 11 festîvalên navnetewî de xelat bidest xistine.

ev fîlm hê li Îranê nehatiye weşandin.

’’Jiyana hevjînan’’ navê fîlmekê din yê Kerîmî ye ku sala borî di Festîvala Surrealidades a Colombia yê de xelata baştîn fîlmê festîvalê bi dest xist.

dîtin: 1010

Pêveker:

ji bo derhênerê kurd 6 salên girtîgehê