• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo pêkanîna hikûmetê PDK û Goran nêzîkî hev in

Ji bo pêkanîna hikûmetê PDK û Goran nêzîkî hev in


barkirin: Gelarêzan 18, 2013, 9:39


Civîna navbera serokê şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa ya li ser pêkanîna hikûmeta nû bidawî bû. Piştî civînê Noşîrwan Mistefa ragehand ku civîna wan serkeftî bûye û xalên hevbeş hene li ser pêkanîna hikûmetê.

Di civîneke çapemeniyê de Serokê Tevgera Goran û Serokê Şanda Danûstandinan a Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa got: ‘’Civîna me serkeftî bû û çawahiya pêkanîna hikûmeta nû hat gotûbêjkirin. Hinek xalên hevbeş hene ku mirov dikare bo 4 salên dahatû bike bingeh bo karûbarên hikûmeta paşerojê.’‘

Namzetê PDK’ê bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku civîna navbera wan pozîtîf derbas bûye û wiha axifî: ‘’Civîneke baş bû û têde behsa çar salên dahatû yên hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Nerînên me herdu aliyan nêzîkî hev in.’‘

Derbarê beşdarbûna Tevgera Goran di kabîneya dahatû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî Noşîrwan Mistefa got: ‘’Destpêkê divê em bigihin bernameyekî hevbeş û piştre li ser mekanîzmeyan lihev bikin.’‘

Bas news

dîtin: 412

Pêveker:

ji bo pêkanîna hikûmetê pdk û goran nêzîkî hev in