• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo piştevaniya ŞENGAL û KOBANÎ, Konserta Nîzamettîn Arîç

Ji bo piştevaniya ŞENGAL û KOBANÎ, Konserta Nîzamettîn Arîç


barkirin: Gelarêzan 29, 2014, 3:51


Ji aliyê Civaka Kurd li Elmanya (Kurdische Gemeinde Deutschland) û Civaka Kurd li Fulda Konserteke Nîzamettîn Arîç ji bo piştevaniya Kobanî û Şengalê tête lidarxistin. Konserta ku dê 13.12.2014 ê li bajarê Elmanya Fulda yê bi sitran û muzîka hunermendê Kurd yê navdar Nîzamettîn Arîç û piştevaniya wî ve bête lidarxistin bi hemî hatiniya xwe ve dê ji bo Kurdên Şengalê û Kobanî pêk bê. Birêkxerê Konsertê diyar dikin ku wana dê hatiniya vê çalekiyê rasterast bibin kampa Zawîte ya nêzîkî Duhokê.

Li gel piştevaniya Hunermendê Kurd Nîzamettîn Arîç, wekî dîtir Radyoya Kurdî Kurd FM, Şaredariya Fulda, Îdeal Cafe û Grünhelme jî piştevaniya konsertê dikin.

Beşdarbûna Konsertê bi 20 Euroyaye.

Beriya neha jî di dema destpêkirina karesata Şengalê de Civata Kurd li Elmanya arîkariya pera rasterast şiyandibû Duhokê û ji wira jî pêdiviyên mirovî ji bo gelê li çiyayê Şengalê hatibûne birêkirin.
Ji aliyê birêvebirê Konsertê ve hate diyarkirin ku ew dixwazin kesên derfetê wan hebê, beşdarî konsertê bibin da ku di vê demsala sar de pêdiviyên Kurdên derbeder yên Şengal û Kobanî hindik jî bê dabîn bikin.

 

konserta_senga_kobane1

dîtin: 326

Pêveker:

ji bo piştevaniya Şengal û kobanÎ konserta nîzamettîn arîç