• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo Rojavayê Kurdistanê lijneyek ava dibe

Ji bo Rojavayê Kurdistanê lijneyek ava dibe


barkirin: Gelawêj 12, 2013, 1:20


Hate zanîn ku îro di nava komîteya amadakar ya Kongreya Netewî ya Kurd de lijneyek ji bo here Rojavayê Kurdistanê dihête avakirin. Ev lijne dê rûdanên li Rojava lêkolîn bike û bersiva îdîayên ku Cebhet el-Nusra û Dewleta Îslam ya Îraq û Şamê komkujî pêk aniye, bide.

Piştî ku di hema remezanê de li Rojavayê Kurdistanê di navbera YPG û çekdarên Cebhet el-Nusra û Dewleta Îslam ya Îraq û Şamê ku ser bi El Qaîdê ne rûdan, li gelek gund û navçeyên Kurdan çeteyên van her du komên El Qaîdê êrîş kirin ser mirovên medenî, ew revandin û hêşta jî aqûbeta gelek mirovan ne diyare. Ji ber vê rewşê di rojeva Kurdistanê de kardaneweyek mezin çêbû.

Li ser vê yekê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek pêşkêşî lijneya amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd kir û xwest ku lijneyek bihête avakirin.  Mesûd Barzanî diyar kir ku heger ev zanyarî rast bin, herêma Kurdistanê amadeye parastina Rojavayê Kurdistanê bike. Lijneya ku bête avakirin dê îro diyar bibe.

dîtin: 171

Pêveker:

ji bo rojavayê kurdistanê lijneyek ava dibe