• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo Şengal û Kobanê xebatên dîplomasiyê yên FKÊ

Ji bo Şengal û Kobanê xebatên dîplomasiyê yên FKÊ


barkirin: Rezber 15, 2014, 9:33


Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) di çarçoveya xebatên xwe yên dîplomasiyê de, ji bo alîkarîdayîna penaberên Şengal û Kobanê, li Berlînê bi nûnerên hevkarê hikûmetê SPD’ê re hevdîtin kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ), li ser rewşa penaberên Êzidî û pêşeroja Şengalê, xebatên xwe yên dîplomasiyê li qada Ewropayê didomîne.

Di vê çarçoveyê de heyeta bi pêşengiya Hevseroka FKÊ Leyla Ferman, ku di nav de Sekreterê federasyonê Yilmaz Gunay, ji Meclîsa Jinên Êzidî Leyla Boran, ji Hevgirtina Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê Hîmat Yûsûf û endamê FKÊ yê Berlînê Bekîr Adar hebûn, duh li paytexta Elmanya Berlînê danûstandin kir.

Heyetê li ser rewşa Êzidiyan ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji cih û warên xwe bû, bi berdevkê partiya hevkarê hikûmetê SPD’ê Dr. Rolf Mützenich û parlamentera SPD’ê Kirsten Lühmann re hevdîtin pêk anî.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rayedarên SPD’ê soz dane ku ji bo alîkariya bi penaberên Şengalê û Kobanê re, ew ê bi kesên berpirsyar re bikevin nava têkiliyê.

Heyet piştre çû serdana Sefaretxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û daxwaza alîkariya însanî ji bo Êzidî û gelê Kobanê kir.

Hevseroka FKÊ Dr. Leyla Ferman pêr jî li civîna Komîteya Mafên Mirovan a Parlamenta Ewropayê li Brukselê axivî û bal kişand ser berxwedana li Şengal û Kobanê. Ferman xwest, ji berxwedêrên Şengal û Kobanê re ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke bêhempa dimeşînin, alîkariya lezgîn bê dayîn. Her wiha ji Ewropayê xwest, ku piştgiriyê bide statuya Kantonên Rojava û xweseriyeke demokratîk a ji bo Şengalê.

Hevseroka Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê Dr. Leyla Ferman hefteya derbasbûyî jî li Tirkiyeyê, li ser heman mijarê bi rayedarên Sefaretxaneyên Elmanya, Danîmarka, Awûstûrya, Swîsre û Qanadayê re hevdîtin kiribû.

748fedaf352502a01905d0bcba64aaad_Foto2

dîtin: 330

Pêveker:

ji bo Şengal û kobanê xebatên dîplomasiyê yên fkÊ