• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji bo wezîran vîrûsa Carla Brunî

Ji bo wezîran vîrûsa Carla Brunî


barkirin: Sermawêz 13, 2013, 3:25


Hackerlarên Çînê bi rêya e-mailan wêneyên cîp tazî yên Carla Brunî ya jina serokomarê berê yê Firansayê Nicolas Sarkozy kirine vîrûs û şandine kompyuterêm Wezîrên Darayî yên welatên Ewropayê.

Kompanya ewlekariya nivîsîna ser torên medyyî ya Amerîkayê FireEye rapora xwe ya dawî de diyar kir ku di sala 2011 de dema Wezîrên Darayî yên welatên Awropayê li paytexta Fransa Parisê civîn pêk dianîn, hackerên Çînî êrîşeke sîber birine ser kompyuterên wan. Hackeran wêneyên cîptazî yên Carla Brunî ya jina serokomarê berê yê Fransayê Sarkozy kirine vîrûs û şandine kompyuterên wan.

Li gor nûçeya DailyMai, hackeran karîn bi rêya vî vîrûsê xwe bigehînin zanyariyên Wezîrên Darayî yên Awropayê.  Di rapora FireEye de dihête gotin ku hackeran vê carê jî heman vîrûs di meha Îlonê de di civîna G-20 an de bikaranîn. Bi rêya vê vîrûsê karîn bikevîne kompyutera wezîrên Letonya, Portekiz, Komara Çek û Bulgaristanê.

dîtin: 155

Pêveker:

ji bo wezîran vîrûsa carla brunî