• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Erdoxan daxuyaniyên balkêş

Ji Erdoxan daxuyaniyên balkêş


barkirin: Hêzîran 27, 2013, 4:46


Eve hefteyek bû ku çavê herkesî li civîna Şandeya Aqilmendan û ya di gel serokwezîrê Tirkiyê R. Tayîp Erdoxan bû. Şandeyê li tevahî herêmên Tirkiyê û Kurdistanê lêkolîn kiribûn û der barê çavdêriyên xwe û rêyên çareseriya pirsgirêkan dosyayên xwe yên pêşniyazan amade kiribûn.

Doh  piştî nîvro Şandeya Aqilmedan li Ofîsa Dolmabaxçeyê di gel Erdoxan civiyan. Li gor nûçeya ajansa Firatê Erdoxan di civînê de  behsa projeyên li ser pêvajoya çareseriyê nekiriye. Li gor vê nûçeyê Erdoxan di civînê de destnîşna kiriye ku der barê zimanê dayikê de çi xebatên wan nînin. Der barê banda hilbijartinan de jî Erdoxan gotiye ku benda hilbijartinê wê danekeve û partiyên ku dixwazin bendê derbaz bikin bila xebatê bikin. Her weha ragihandiye ku dê xebatên çêkirina qereqol û bendavan jî bidomin.

Civîna ku dihat payîn heta derengiya şevê berdewam bike, bi hêceta ku bernameyek din ya Erdoxan heye kurt ajot û Erdoxan tenê mafê axaftinê daye serokên şandeyan. Li gor nûçeya ANF’ê, Erdoxan behsa mijara vekişîna gerîlayan jî kiriye û gotiye, bi tenê ji sedî 10.15 yê gerîlayan vekişiyane derveyî sînorên Tirkiyê û hebûna yên mayî rê li ber tengaviyê vedike. Erdoxan behsa berdewamkirina hewla çekdarên Kurd jî kiriye û angaşt kiriye ku li hindek herêman hêjta jî gerîla kesên sivîl desteser dikin.

Dê çêkirina bendav û qereqolan berdewqam be

Di civînê de serokwezîrê Tirk Erdoxan li mijara çêkirina bendav û qereqolan jî axiviye û gotiye ku çêkirina qereqolan bi polîtîkayên asayîş û ewlekariyê ve girêdayî ye û ew jî pêwendîdare bi leşkiriyê. Erdoxan gotiye; “Divê em qereqolan avabikin. Arîşe tenê ne ya navxweyî ye, ji ber rûdanên Sûriye, Îran û Iraqê, her weha ji bo bergirî û parastina sînoran hewceye ku em avakirina qereqolan dewam bikin.”Erdoxan sebaret bi bendavan jî destnîşan kiriye ku ji ber polîtîkayên avê yên navnetewî yên dihêne guhertin, di nava demê de çêkirina bendavan zehmet dibin, lewma jî ewan lez dane xebatên xwe yên çêkirina bendavan. Erdoxan angaşta wê çendê kiriye ku heger ew bendavan çênekin dê Tirkiye pirsgirêka avê bijî.

Çi xebatek me yê sebaret bi zimanê dayikê nîne

Erdoxan li ser mijara xwendin û perwerdeya zimanê Kurdî jî gotiye ku der barê zimanê dayikê de çi xebatên wan yên destûrî nînin. Erdoxan dubare diyar kiriye ku zimanê tekane yê fermî Tirkî ye û zimanê Kurdî jî weke waneya hilbijartî pesend kirine. Sebaret bi sîstema cehşatiyê jî Erdoxan gotiye ku ewan çi cerde diyar kir, ku wan çi cehşên nû ne girtine kar û yên temên wan mezin bûne jî xanenişîn bûne. Ev kes jî dê li saziyên dewletê de bihêne erkdarkirin.

Bila bo benda hilbijartinê kar bikin

Babeteka din ya axaftina Erdoxan sebaret bi benda hilbijartinên Tirkiyê bûye. Erdoxan destnîankiriye ku ji bo guhertina xala benda hilbijartinan ya deh ji sedî jî çi xebatek wan nîne û partiyên ku dixwazin vê bendê derbaz bikin bila xebatan bikin, hewl bidin da bendê derbaz bikin.

Di dumahîka axaftina xwe de jî Erdoxan daxuyandiye ku dê raportên Şandeya Aqilmendan hilgirin û encama xebatên hatine kirin jî bikin pirtûk û bi pêşkeşî rayagiştî bikin.

dîtin: 117

Pêveker:

ji erdoxan daxuyaniyên balkêş