• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji malbateke Elman 50 hezar Euro ji bo penaberan

Ji malbateke Elman 50 hezar Euro ji bo penaberan


barkirin: Rezber 17, 2014, 7:56


Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli nûnertiya xêrxwazê Elman Volker Roese qebûl kir û got, “Ez hevgirtin nîn e, bi tevahî pêwîstiyeke berpirsyarî ya mirovî û civakî ye.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli pêşwaziya Meral Roese ya hevjîna xêrxwazê Elman Volker Roese ku 50 hezar Euro ji bo penaberên Şengal û Kobanî bexş kir, Serokê 2’yemîn ê Komeleya Civata Elewiyan Taylan Canli û Nurettin Boztepe kir. Di hevdîtinê de endamê Meclîsê Erkan Erencî ku di karê alîkariya Şengalê ya Şaredariya Bajarê Mezin de cih digire jî amade bû. Nurettin Boztepe, diyar kir ku ji ber zilm û neheqiya li ser gelê Kurd ew dixwazin bi gelê Kurd re bin. Serokê Komeleya Elewiyan Taylan Canli ku ev komele li Elmanyayê ye, bal kişand ku wek Kurdekî van bûyeran bandor li wan kiriye û got, “Em li Ewropayê ne. Mirovên vê derê têne kuştin. Zilmeke mezin heye. Em jî hindî ji destê me tê dixwazin tiştekî bikin. Ji ber hatina vê derê piçekî wijdana me sivik bûye. Em dixwazin biçin Pirsûsê jî.”

Hevşaredar Firat Anli jî ji ber pêjinkariya mêvanan spasiya wan kir. Anli, destnîşan kir ku gelên bindest xwedî hêza navneteweyî nîn in, sermayeke mezin di destê wan de nîn e û got, “Lê em bi hevkariyê, bi parvekirinê, hewl didin jiyaneke nû ava bikin.” Anli da zanîn ku hem Êzîdiyên ji Şengalê hatine hem jî Kurdên ji Kobanê her kesî berdêlek daye û got, “Em jî li hemberî van mirovên berdêl dane divê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Bo nimûne, heke li Amedê şaredariyê ji bo wan kon vegirtine, ji bo dabînkirina pêdiviyên wan seferber bûbe ev ji ber vê berpirsyariyê ye. Ev hevgirtin nîn e, bi tevayî pêwîstiya berpirsyariyeke civakî û mirovî ye.” Anli daxuyand ku ji ber ku ew bi hezaran kîlometreyan dûr hatine vê hêzeke manewî daye wan û wiha axivî: “Em hemû alîkariyan bi resmî parve dikin. Jixwe ev alîkarî bi resmî têne kontrolkirin. Bi iznên qanûnî têne kirin. Ji ber vê jî em neçar in vê ji her xêrxwazekî re bêjin. Çi 10 qurûşê bide, ji 100 milyarê bide em jê re destnîşan dikin ka ew pere diçe ku derê. Ev berpirsyariyeke giran e. Çimkî alîkariya ji bo mirovên mezlûm û mexdûr tê kirin, divê bi riya rast ser destên rast bigihînin cihê wê. Bo nimûne, di Cejna Qurbanê de bi hezaran welatiyên me xwest ku qurban û serê xwe di ser me re bide. Me hemû serjê kirin û gihandin binecihê. Ji vir pê de jî kampanya wê bidome.”

Anli bal kişand ser pêdiviyên dibistanê yên mexdûrên şer û aşkera kir ku ew ê dest bi xebatên perwerdeyê bikin û hewl didin ku defter, pirtûk û pênûsên wan dabîn bikin. Anli wiha got, “Înşaeleh zivistanê zêde tengasiyê nebînin, bi biharê re dîsa vegerin ser gund û warên xwe. Mebesta me ev e. Gelek dixwazin vegerin mala xwe lê ewlehiya wan tune ye. Ji ber vê jî divê ji bo wan avahiyên mayinde bêne çêkirin, ev yek bi qasî vegera warên wan bo wan pêwîst e.”

Şandeya ku ji Elmanyayê hatiye, dê li gel Erkan Erencî ji bo mexdûrên ji Şengal û Kobanî hatine pêdiviyan bistînin û paşî fatureyê ji xêrxwazê Elman Volker Roese re bişînin.

dîtin: 330

Pêveker:

ji malbateke elman 50 hezar euro ji bo penaberan