• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji nûnerên bawerî û kêmaran banga, ‘bila korîdor bê vekirin’

Ji nûnerên bawerî û kêmaran banga, ‘bila korîdor bê vekirin’


barkirin: Rezber 18, 2014, 7:12


Heyetek ji Komîsyona Bawerî û Kêmaran ku ji bo pştgiriyê hatin gundên ser sînor ên Pirsûs ên nobetên berxwedanê lê tên girtin, xwestin ji bo Kobanê bilez korîdor bê vekirin.

Nobeta berxwedanê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ku ket roja 34. serdanên ji bo gundê Mehser ê nobet lê tê girtin didome. Serokê Komîsyona Bawerî û Kêmaran a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zahît Çîftkuran û endamên  DÎYADER jî di nav de heyetek berxwedêrên nobetê ziyaret kir û daxuyaniyek da.

Li ser navê heyetê Çîftkuran got ku ji roja li hember Kobanê êrîşan destpê kir, weke her kesî alimên Kurdistanê jî cihê xwe yê di nav berxwedanê de girtine. Çîftkuran anî ziman ku şerê li Kobanê li hember Kurdan tê kirin ne nû ye û ew şer 30 sal in didome.

Çîftkuran got ku divê hemû mirov li hember êrîşan rabe û wiha dewam kir, “Ji bo mirov nemirin û komkujiyek pêk neyê divê korîdoreke însanî bê vekirin. Ev banga me ji her kesî re ye. Kî bike bila zû bike. Kesên li hember vê dengê xwe dernexin ji însaniyetê nesîbê xwe wernegirtiye.”

dîtin: 281

Pêveker:

ji nûnerên bawerî û kêmaran banga