• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji peymana Sykes-Picot heya Kobanî

Ji peymana Sykes-Picot heya Kobanî


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gelarêzan 7, 2014, 12:55


Jiyan bi ked û zehmetê xwedî wateya xwe a rastîne. Bav-kalên me vala negotine ku:” destê mandî û westiyayî li ser zikê têr”.

Rewşa Kobanî, îradeya polayîn, şervaniya keç û jinên çeleng, fîdakariya xortên canfûda cewherê vê gotinê baştir radixe ber çavên me. Di roja îro de em wateya rastîn a vê gotina felsefî li bajarekî biçûkê Kurdistanê dibînin.

Dema bi vê berxwedanê re cihanê jî dengê qêrîn û hawarên Kobanîyan bihîstin, dîsa gotineke me a pêşiyan hate bîra min:” karkerê xwe be daku xoştiviyê xelkê bî…”.

Di nava raya giştî a Kurd da bi navê Kobanî re carna navê wê peymanê jî tê bihîstin ku di 16ê Gulana sala 1916 da û li pey hilweşîna împeratoriya Osmanî axa Kurdistanê jî bo cara duyê bi ser welatên nûavakirî re hate bedan. Navê wê peymanê Saykes- Pîko( Bi Ingilîzî: Sykes–Picot Agreement ) bû.

 

Sykes-Picot û xerîta nû

Xerîta nû a Rojhilata Navîn bi bê le ber çavgirtina daxwaz û îradeya gelên herêmê bi awayekî veşartî( bi taybetî jî dûr ji çavê Ereban ku bi hejmara xwe a zêde dixwestin ji destê Osmaniyan rizgar bibin ) ji hêla nunerên du dewletên Birîtaniya û Fransa ve hate dizayin kirin. Nunerê dewleta Fransa dîplomatê naskirî François Marie Denis( 1870- 1951 ) û yê Birîtaniya jî Tatton Benvenuto Sir Mark Sykes( 1879 – 1919 ) bû. Her du jî destperwerdên koşkên welatê xwe û cihê baweriya desthilatê bûn. Ew li ser rewşa siyasî û erdnigariya Rojhilata Navîn heya radeyekê şehreza bûn lê dîroka siyasî a gelên herêmê ji wan re girîng nebû ka çi dixwazin û çima mesela li Kurdistanê Bedirxanî, Gîlanî û Mîrê Rewandiz li dijî Osmaniyan serî hildane!. Çimkî vê parvekirinê di qada siyasî û bi taybetî jî di warê aborî de sûdekî mezin gehande wan du zilhêzên mezin ên wê sedsalê. Tevî ku Rusya haydarî datayên wê peymanê bû, lê li pey şoreşa sala 1917an û yasayên wê xwe jê vekişand.

Rayedarên Ingilî tevî ku li sala 1910an ji Ereban re gotibûn:” ger hûn li dijî Osmanîyan rabin ser piyan yê bigehin serxwebûna xwe”, lê li pey têkçûna Osmanîyan wan soza xwe ji bîr kirin. Sadetiya Ereb, Kurd, Tirk û netewên din û siyaseta durûyane a du dewletên navbirî bûn sedem ku pirsgirêkên siyasî-hiqûqî heya roja îro jî li herêmê berdewam bin. Bi li ber çavnegirtina rewşa jeopolîtîka a Kurdistanê, dîroka siyasî a Kurdistanê û xwestekên Kurdan, ji hingî û heya roja îro Kurd li pey çêkirina hêlîneke xwe a serbixwe bi îsrarin.

 

Peymana Kobanê û dîroka nû

Gotineke balkêş a hunermendê mirovdost Çarlî Çaplîn ( 1889 – 1977 ) heye ku wihaye:” Sêvek ket xwarê û cihan li ser “ yasaya kêşê – bi Ingilîzî: Law of Attraction” haydar bû, bi milyonan laş ketin, lê mirovan wateya insaniyetê fam nekirin ”

Bi vê mînakê re min xwest bêjim ku di destpêka hêrişa Daîşê de ne raya giştî a cihanê û ne jî dewletên cîran dengê gelê Kurd li ser xetera wê hêza paşvero nebihîstin. Dema ku roj bi roj şerê du aliyan germtir û dijwartir bû vê care hem Daîş û hem jî cihan bi rastiyekê hesiyan ku heya wê rojê bawer nedikirin yê Kobanî careke din şerê Kela Dim-Dim û berxwedana Zapê bi bîra wan bîne. Bi îmkanên herî kêm lê bi îradeya herî mezin keç, jin, mêr, xort û heta zarok jî li hemberî reşpoşên mejî hişk û cahêl sekînin. Hemû pîvan û hisabên wan vala derketin. Tev ku dewleteke dagîrker a weke Tirkiyê bi hemû şêweyan hevkarîyên locestîk, aborî û siyasî dan wan, lê îsrara Kurdan di bernedana Kobanê de serkêşên AKP-Dewleta îslamî gêj-mêj kirin. Hemû rêç ceribandin, lê îcar Kurdên perçên din jî xwe gehandin Kobanê. Dîrokeke nû bi vê berxwedanê re li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dest pê kir ku êdî navê hemû peymanên weke Qesrî-Şirîn, Sayks Pîkot, Lozan û Seidabad bi bîra me dianî lê ji mere dida eşkere kirin ku vê carê êdî “ Peymana Kobanî ” nahêle ew peyman dubare bibin. Dîroka nû yê bexteweriya Kurdan bixwe re bîne û qada xebata azadîxwazan li Rojhilata Navîn jî vekirîtir bike. Gelo ma ji vê mezintir, xweştir û baştir êdî çi dimîne? Ma dîrok çawa rûpelekî nû li ber jiyanê vedike? Ma şoreşa Fransayê jî wiha dest pê nekir?

Hejmara destan, helbest û stranên ku bo Kobanî hatine gotin, heya niha bi ti bajarekî Kurdistanê nehatine gotin û nivîsandin. Kobanî bûye bûka hemû Rojhilata Navîn û navê wê bêtir ji navê Mosil, Şam, Ankara û Bexdayê tê bihîtin. Vê jî kiriye ku kîna kesên weke Erdogan ji Kurdan zêdetir bibe!!.

Felesefeya PKKê û serkêşên wê hereketa mezin û hemû alî wiha fêkî û sûdê xwe pêşkêşî mirovahiya hemdem kir. Xebata ku ji sala 1978an heya roja îro li Kurdistanê mezintirîn gûherandina ku çêkir “ şoreşa zêhniyetê” ye.

Di nava piraniya dewlet û komên îslamî de her dem siyasetê bertîl an jî rişwet daye mezheb û mezheb jî rişwet daye siyastê. Em îro vê rewşê di kar û xebata Daîş, komara îslamî, El-Qaîde û komên din yên ku bi navê îslam û mezheb ticaretê bi xwen, mal û namûsa xelkê belengaz dikin, dibînin. Wan xweda û mezheb û bi giştî ol ji xwe re kirine amrazê jiyan û mayîna desthilatdariyê.

Çiyayên Kurdostanê ji sala ku xelîfên Ereban hêriş anîne ser Kurdistanê û bi zora şûra xwe Zerdeştî kirin mislman, şahidî li gelek tevkujiyên mislmanên radikal kirine. Çiyayê Şehîdan, Dalaho, Agirî û Şaho ji bîr nekirine ka çawa bi hatina Omerê kurê Xetab(592 -644) re agirê agirdankên Zerdeşt bi yek carî li Kurdistan û Îranê vemirîn. Namûs û mal bi hev re talan kirin. Wan tenê nekarîn bedewiya sirûşta welatê me bidizin an jî talan bikin. Omer wek xelîfeyê pêxemberê îslamê li pey wan tawan û sûçên nejibîrkirî li Kurdistanê hate kuştin. Gelo ma hingî Mihemedê kurê Ebdulah agehdarî cinayet û hovîtiyên serleşker û eskerên xwe nebû?! Herwiha çima di roja îro de li hemberî cinayetên Daîşê de „cihana îslamê“ bêdenge û hawara Kurdan kêm dibihîsin?

Dîrok yê çawa Enfal û Helebçê, Behdînan û dola Balekyetiyê ji bîr bike? Ger hingî dengê Kurda nedihat bihîstin, lê îro bi xêra Kobanê re sansorê jî nekarî rastiyan veşêre an jî wenda bike.

Heya berî salekê jî li cihanê kesî nedizanî Kobanî yanî çi û li kûye! Bajarekî biçûk ku berevajî bajar an jî şarên ku xwedî bajarvaniyeke kevnarin û nîşanên şarstaniyetê tê de hene, jiyana li wira xêlekî an jî li ser destûra eşîrtegeriyê dimeşe, lê bi şoreşa nûdem re Kurdên wira xwedî asta rewşenbîriyeke bilind û başin. Hê jî li wira xelk bi navê êl, qebîle û eşîretên weke Berazî, Bêskan, Kêtikan, Şedadî, Mîran, Mief, Dinan, Oxî, Qereberkeran, Zirwar, Pîjiyan, Îlêdînî, Şêxan û hwd din hev dinasin.

 

Yekê Mijdarê û çend têbînî

Yekê Mijdarê li ser daxwaza sedanhezar kesan bû roja cihanî a Kobanê. Kobanî ji ber îrade, şervaniya keç û xort, çelekngî jin û mêrxasiya şervanên Kurd bû rawistgeheke evîndarên azadî û xebata ji bo mirovahî û demokrasiyê. Ew roj kete dilê dîrokê ku hîvîyên mirî an jî çirmisî careke din di nava gelên blindest de geş bibin. Ji ber wê jî ji Efxansitan, Rusiya, Ermenistan, Îraq û Îranê bigire heya hemû welatên Ewropa, Amerîka û dehan welatên din navê Kobanê wek kelha berxwedana li dijî paşverûtirîn hêza siyasî a dinyayê li her derê belav bû. Ne sansorê û ne jî gotinên pûç ên kesên weke Tayp Erdogan nekarîn pêşiyê li vê serkeftina Kurdan a dîrokî bigirin.

Berxwedana Kobanî û Mosilê du mînakin ku hêza civak, siyaset û îradeya du gelan radixe ber çavan.

Daiş di çend kîlometriya Bexdadê deye, lê hemû nêrîn li ser Kobanê ne. Çimkî hêzên mezin û welatên xwedî otorîte baş dizanin ku dilê Kobanê dilê şênbûna dara azadî û berfirehbûna qada azadî û demokrasiyê ye. Ew dizanin ku civaka Kurd civakeke sekolar û terbiyeta siyasî li Kurdistanê xwedî piresnsîpên exlaqî-wijdanî ye. Vê xalê bala raya giştî kişande ser rastiyekê ku heya niha heta piraniya welatên qaşo demokratîk jî nedixwestin bibînin. Hereketa PKKê bi zêhniyeta ku hemû mafên wekhev ji jin û mêran re dide diyarkirin, îspat kirk u partoyeke terrorist nîne. Berxwedana Kobanê û piştgîriya milyonha kesan rayedarên Amerîka jî anîne ser wê baweriyê ku dive PKK ji lîsta terorê derkeve.

Gerîla û şervanên Kobanê hemû xewin û xeyalên Erdogan berav kirin. Ew bilind difirî û bi keneke qeşmerane li ser ketina Kobanê diaxivî, lê xebat û îradeya şervanên doza azadiyê hemû pilanên wî û hevalbendên wî vala derxistin. Gel bi kar û hişiyariya xwe a siyasî hemû dîwarên sansorê şikandin û vê jî kir ku careke din qedera Helepçe û Şingal li Rojava jî dubare nebe. Pêşwaziya ji hêza pêşmertgeyan nasyonalîst, Kemalîst û AKPçî sergêj û şermizar kirin. Di salroja îlankirina komara Tirkiyê de dirûşmên “ Bijî Kurdistan, bijî PYD, YPG û YPJ, bijî berxwedana Kobanê, bijî serok APO, bijî Barzanî û bijî yekgirtina gelê Kurd”, ta û lerzeke mirinê xiste laşê torinên Osmanîyan ku di dijminahiya xwe de ger ji Daîş xeratir nebin, baştir jî nîn!!.

Bi vê re maye ku bêjim: Êdî divê dîroka Kurdistanê pêş û piştî berxwedana Kobanê bête parvekirin. Vî bajarê biçûk jiyanake nû pêşkêşî hemû gelên Rojhilata Navîn kir. Li rex zirar û ziyanên bêsinor ên hêrişa Daîşê li gor min sûdên wê jî kêm nînin. Çimkî Kurd bûne yek û sinorên destçêkirî ên di navbera axa xwe de derbas kirin. Dehan kes li bakur şehîd bûn lê singê xwe dane têldirîyên dewleta Tirkiyê û destê hevkariyê dane himwilatiyên xwe li Kobanî û Rojava. Li hemû rojhilatê Kurdistanê berevajî xwesteka komara qaşo îslamî Kurdan dîsa bo cara duyê piştî sala 1999an hêza xwe dane xuyakirin.

Êdî gel xwestekên xwe yên siyasî û meşrûi li çar hêlên welatê me yê dagîrkirî bi awayekî şefaf dane xuyanîkirin. Îcar niha dimîne li ser partî û rêxistinên Kurdistanê ku bibin yek û dersên baş ji hevgirtin û îradeya siyasî–leşkerî a gelê Kurd bistînin. Ger wiha nekin û pirsgirêkên biçûk bi ser berjewendiyên mezin ên neteweyî de bibînin, elbete dîsa yê bi peymanên mîna Sykes-Picot bo sedan salên din Kurda îzole bikin û qedereke reştir ji sedsalên derbasbûyî yê xwe nîşanî nifşên paşerojê li Kurdistanê bide.

 

sykspiko1 sykspiko2 sykspiko3 sykspiko4 sykspiko5 sykspiko6

dîtin: 662

Pêveker:

ji peymana sykes picot heya kobanî