• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji raya giştî ya Kurd re! Li ser rewşa nivîsîna min

Ji raya giştî ya Kurd re! Li ser rewşa nivîsîna min


barkirin: Gelarêzan 15, 2013, 11:28


Ji raya giştî ya kurd re! Xweşta û xoştîviyen delal, êdî edete an jî pêdiviye? baş nizanim, lê ji bo zelalkirina mijara romanên xwe yên heta niha derçûne û yên ji niha pe ve derbiçin, dixwazim çend têbinî ligel serwextkirinekê û mîsogerkirina mafê xwe ya derbarî romanên min de ye, bi cenabê were û hiquqa edebiyatê re par bikim. Wekî tê zanîn, herî dawî Weşanxaneya Ar romana mina sêyemîn ya bi navê Dilya & Zalar çap kiribû. Ez ji wan dilxweş bûm û min dil hebû ez romanên xwe yên nû jî bi riya Weşanxaneya Ar ve, bigihînim xwendevanan. Bi vê hizrê, min Cilda ewil ya romana xwe ya çaremîn, vê havînê ji heman Weşanxanê re şand. Mixabin piştî raçavkirina xwediyê Weşanxanê ya ji romanê, me nekarî em li ser naverokê-nexasim mijarên erotîk û sansûrê lihevbikin. Axirî bêyî dilê me ji hev bimîne, bi biryarekî hevpar me dawî li xebata bi hev re anî. Bi tevî ku em ê ji niha pê ve bi hev re nexebitin jî, dîsa careke din sipasiya cenabê wan dikim ku wan romaneke wisa giran, bi lêçûnên mezin ve çap kir û gihand xwendevanên wêjeya kurdî. Cihê wan, mîna duh îro jî li cem min heye. Ji niha pê ve, ez ê bi Weşanxaneyek din re bixebitim. Berê Cilda yek û ya dudiyan û dû re jî Cilda sisê û ya çaremîn, wê ji aliyê Weşanxaneya nû ve were çap kirin. Heke pirskirêkek nelibendî çênebe, wê di demeke nêzik de, Cilda yek û ya duyem, li pey hev ji aliyê Weşanxaneya nû ve werin çap kirin. * Ji bo romanên min ên hatine çap kirin û ji bo çapa wan a nû.

Wêneyên Keserê-di sala 2008 de ji aliyê Weşanxaneya Perî, Giyanên Bahozî-di sala 2009 de, ji aliyê Weşanxaneya Do ve, hatibûn çap kirin. Sê-çar meh li pey çapbûna wan ne tê de, bi tu awayî haya min ji çarenûsa wan tune ye. Hatine firotin? Çiqas hatine firotin? Çapa ewil kuta bûye-nebûye? Di van babetan de, tu pêhesînek min tune ye-bi ser de têkiliyek mina real jî bi xwediyên Weşanxaneyên navhatî re, tune ye. Bi vê minasebetê, dixwazim raber bikim ku, xwediyên Weşanxaneyên navhatî bixwazin nexwazin jî, ez mafê çapkirina nû ya herdu romanan nadin wan û ew di vê mijarê de xwedî mafê çapkirin û gotinê nîn in. * Ji bo Dilya & Zalar, heman tiştî nabêjim. Heke xwediyên Weşanxaneya Ar, bi kutabûna çapa ewil re bixwazin bi çapa nû yanî ya duyem rabin, mafê wan e û ew azad in. Jixwe di lihevkirina me ya bi devkî ya pêşiya romana Dilya & Zalar were çap kirin de, min û xwediyên Weşanxaneya Ar li ser çapa nû-bi awayê raberkirina jor lihevkiribû.

Bi hezkirin Mîr Qasimlo 14/11/2013- Almanya.

dîtin: 332

Pêveker:

ji raya giştî ya kurd re! li ser rewşa nivîsîna min