• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji Şerê Korê hetanî Giwêr têkoşerê Kurd OSMAN PÎRANÎ

Ji Şerê Korê hetanî Giwêr têkoşerê Kurd OSMAN PÎRANÎ


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Befranbar 12, 2015, 8:02


Li jora pêşwaziya mêvanan rûniştime, ji bo hevpeyvîna bi fermandarê eniya Giwêrê çûme. Du kes têne jor, yek ji wan gire û çekeçe qenasê di destê wî de ye. Cilên eskerî li berin, çek di destê wî de pir biçûk xuyaye û weke kilaşnîkofê tê berçav. Heya niha min ev nedîtiye, lê ji min re xerîb nayê! lêv bi kene û behsa şopandina çeperên DAİŞê li gundên derdorê dike. Dêmkeniya wî rûyê wî mihreban nîşan dide. Ji hevalê xwe navê wî dipirsim, dibêje: Osman e.
Li hewşa kampê bi hinek pêşmergeyên dêrîn re diaxivim, Osman jî yek ji hazirane.
Çend meh derbaz dibin û ji zarê xizmekî dizanim ku kesê ku min dîtiye Osman Pîranî ye. Ji şoreşa Eylûlê heya şerê navdarê Korê di gelek şeran de beşdar bûye û bi caran birîndar bûye.
Facebooka xwe vedikim û yekem wêneyê ku dibînim, wêneyê wî ye! Lîwa Osman Pîranî di encama êrişa çeteyên DAÎŞê bo ser Giwêrê şehîd bûye…
Dilgiran dibim, ji xwe re dibêjim, xweziya min ji hevalê xwe re negotiba ev kî ye!
Di nava bazarê de behs behsa şerê Giwêr, hejmara qurbaniyan û ji hemûyan zêdetir şehadeta Osman Pîranî ye…
Di taksiyê de jî heman behse, pîremêrek behsa wî dike, li pêşiyê rûniştiye. Jê dipirsim: Xal te Osman Nas dikir?
Dizvire û zeq li min dinêre, weke ku ji pirsa min acize…
Ma kes heye Osman Pîranî nas neke? dibêje: xwezî sed mêrên me çûban tenê Usman neba…

Beşek ji jiyana fermandar Osman Ebdulrehman Pîranî

-Di sala 1955ê de li gundê Pîranê ji dayik bûye.
-Di sala 1974ê de dibe pêşmerge û beşdarî şoreşa Eylûlê dibe.
-Di sala 1975ê û bi têkçûna şoreşê tevî malabata xwe penaberî welatê Îranê dibe.
-Bi destpêka şoreşa Gulanê re cardin beşdarî şoreşê dibe û di şerên (Mêrgesor, -Kitkîn û Xwakurkê) de birîndar dibe.
-Ji sala 1992 heya 1998ê dibe qaymiqamê qeza Mêrgesorê.
Navbirî Cêgirê fermandarê Artêşa Barzan bû û roja 11.01.2015ê di encama şerê bi çeteyên DAİŞê re li Sultan Ebdulah a Giwêrê şehîd dibe.

 

osmain_pirani_2

dîtin: 333

Pêveker:

ji Şerê korê hetanî giwêr têkoşerê kurd osman pÎranÎ