• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Ji Silêmaniyê Xelata Zêrîn ya aştiyê ji bo Evdille Ocalan


barkirin: Nîsan 9, 2014, 2:50
xwendin: 524


Li Silêmaniyê di merasîmeka taybet ya ku bi beşarbûna hijmareka zêde ya nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedar tevlî bûn de Xelata Zêrîn ya Ibrahim Ehmed, ji aliyê Hêro Xan keça Ibrahim Ehmed ve bo Serokê PKK Evdille Ocalan hate dayîn.
Li Silêmaniyê rêûresmek an ku merasîmeka taybet ji bo xelatdanê hate lidarxistin. Di vê merîsîmê de Xelata Zêrîn ya Ibrahim Ehmed ya aşîtiyê ji aliyê Hêro Xan ve ji bo Serokê PKK Evdille Ocalan hate dayîn. Xelat bi axaftina Hêro xan ve, ser navê Evdille Ocalan bo parlementerê BDP Hisameddîn Zenderlî û parêzerê Ocalan Mezlum dînç hate radestkirin. Xelata zêrîn bo çend kesê dîtir yên têkoşer, pêşmerge û kesên nimûneyên manewî hate dayîn.

Xelata Zêrîn ya Ibrahîm Ehmed ji sala 2002 yê ve bi awayekî fermî bo kesayetên giring û taybet yên ku di doza Kurdî de cih girtî tête dayîn.

Pêveker:

ji silêmaniyê xelata zêrîn ya aştiyê ji bo evdille ocalan