• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji wênegira Fransî wêneyên welatê sirran ’’Koriya Bakur’’

Ji wênegira Fransî wêneyên welatê sirran ’’Koriya Bakur’’


barkirin: Êlûn 22, 2015, 12:55


Wênegira afirênera Fransî, Hélène Veilleux bi rêvîtiya bo Koriyaya Bakur, çend wêneyên paytexta Koriya Bakur, Pyongyang ê weşandine.

Piştî mirina Kim Jong-il û hatina ser karê kurê wî, Kim Jong-un deriyên vî welatî li ser cîhanê hatine daxistin û rojnamevan bi hêsanî nikarin serdana vî welatî bikin.

Hélène Veilleux dibêje, min wêneyên paytexta tije sirr a Koriyaya Bakur kişandin: ’’ Navê min Hélène Veilleux, wênegir û xelkê Lyon a Fransa yê me. Dibe ev projeya min ya afirênerane weke hêla baş a di navbera rastiyê û pêknehatinê bê binav kirin’’.

Ligor qanûnên Koriya Bakur kamera naçine nav vî welatî û xelk jî nikare kamereyan bikire. Koriya Bakur yek ji wan welatane ku ji aliyê Komîsiyona Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ve bi binpêkirina berfireh a mafê mirovan tê tawanbar kirin.

Li vî welatî kesên dijberî hikûmetê zû têne wenda kirin, dema razan û şiyar bûna xelkê ji aliyê dewletê ve tê diyar kirin û hevwelatiyên vî welatî nikarin navê Kim Jong-un li xwe bikin, ger wisa jî be, lazime navên xwe biguherînin.

Koriyaya Bakur, navê fermiyê Komara Demokratîk a Gelê Koriyayê (Democratic People’s Republic of Korea ’DPRK’) ye. Ev welat li bakurê grava Koriya li Rojhilatê Asyayê ye. Paytexta vî welatî Pyongyang e. Ev welat ji Başûr ve bi Koriya Başûr, ji Bakur ve bi Komara Gel ya Çînê re û ji Bakurê Rojhilat ve bi Rûsyayê re hevsînore. Hejmara şêniyên vî welatî 24 miliyon û zimanê fermiyê wan Koreyî ye. Li vî welatî tenê partiyek heye ku ji aliyê Partiya Karkerên Koriyayê vet ê rêvebirin û dewleta vî welatî li pey îdeolojiya Juche (xweveberhêner) e. Ev îdeolojî ji aliyê yekem serokkomarê vî welatî Kim Il-sung ve hatiye darêştin û piştî mirina vî, weke serokkomarê ebedî yê Koriyayê hate binav kirin.

Di sala 1972’ê de îdeoljiya Juche di qanûna bingehîna vî welatî de weke îdeolojiya fermiya delwetê hate ragehandin. Piştî mirina Kim İl-sung kurê wî Kim Jong-il şûna wî girt û ji sala 2012’ê ve û piştî mirina Kim Jong-il, kurê wî Kim Jong-un bû serokê Koriya Bakur.

 

dîtin: 1955

Pêveker:

ji wênegira fransî wêneyên welatê sirran ’’koriya bakur’’