• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ji xwe ne qayîlî

Ji xwe ne qayîlî


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Nîsan 22, 2014, 5:55


Ez, xwuşka min Şiîr û dayîka min vê sibehî li ser sifrê runiştibûn. Min ji xwe re penêra bi sîrîk, firingî û hêk dixwar di ser de jî çay vedixwar. Mijara me der barê zarokên ku dê-bavê wan ew serberdayî hiştî bûn bû.

Diya min:

-‘Mînak zarokên kolanan mezin dibin saxlemtir û di zûtirîn wextê de mezin dibin. Keça Celal hê çend saliye?!. Destê birê xwe girtiye, dibe dermanxaneyê ji bona derzî li qûna birê wê bidin. Keçik wek bitnekê ye…’

Doh ne pêr ji keçkên safik (keçikên gêjokî ya kolana me ne) yek jê revandine!’

Ez û Şiîr şaşwaz:

–           ‘Kî revandiye?!..’

Dayê:

–           ‘Yeke Şirnexî… Hema ne yên me bin (mebest kurdan) kî qayîl dibe qûna wan. Bila hema tirk bin, hezbikî ji kera bin!’

Ez keniyam, Şiîr jî ji bo heman rewşê aciziya xwe rave kir.

Got:

–           ‘Gava lawikek keçeke tirk re dizewice, wêna di asteke bilind de digire. Hinekî erênî li rewşa wî ya siyasî binihêre wê digire li ser serê xwe dike.’

Min jî serê xwe kilkir û ji rewşê haybûna xwe diyarkir. Wê kêliyê diya min berê xwe da min got:

–           ‘Tu jî li pey qûna keçikeke tirk nekeve wek tinedîtiyên li wan deran! Qedab aqlê wan bikeve…’

– ‘Min ne bawer e… Kêfa min ji wan re nayê. Zêde aram in ji ber ku ti derdê keçikên tirkan nîn e. Ji xwe re diçin kêf û şahiyên xwe, ji jiyanê zewq distînin, ji ber vê yekê wek efendiyan rewşa kaotîk ya xortê kurdan bi rihetî dikarin gûdar bikin. Ji bo wan jî xortên kurdan rengîn, bengîn, wêrek dixûye û ji hev qayîl dibin.’

Dayê:

–           ‘Şivan rast dibêje keçikên tirkan ji wan re deng nakin, xwe feqîrok, hinekî jî şermokî nîşê dikin û dûv jê kêmên xortên kurmancan jî li du wan dikevin!’

Şiîr:

–           ‘Ez didim  serê xwe ku em bêhtir tadayî dibînin, ji jiyanê jî kêfê nikarin bigrin, zû bi zû jî têne tewanbar kirin. Dibînim xesûyek çend bûkên wê hene yek jê tirk e lê difericim bêhtirîn qîmet û rêzê dide bûka xwe ya tirk. Gelo çi gunehê yên kurd hene? Pişt re dibêjin çima keçikên kurd bêhtir tên bişaftin!.. Bi kurdbûna xwe ti qedrê ji xortê kurdan  nabînin ku xwe li hember bişavtinê biparêzin.’

Min ji wan gotinan xwe gihandibû xeleka pêşîn ya bişavtina civakê. Xortên kurd bera aramiyê digerin berê xwe didin dûv keçikên tirkan ku êşê hê nasnekirine. Yên xwe xûdan kêmasî, zêde tevlîhev, hişkeber dibînin. Di şaşiyeke biçûk de dikarin li ber wan mezin bikin ji ber ku keşifkirîne, zêde êşê wead dikin gulên çimlisîne keçkên kurdîhewên ji bo wan… Ji vê sedemê keçkên kurd ji kurdbû û kurdîtiyê hebekî dûrketî disekinin. Ji van xort û keçên bi vîrûsa kolonyalan ketî, xûdan kompleksa dûr ketina rastiya xwe nifşeke bêbinyad, bişaftî û gêjok şîn bînin!

Em çi bibêjin ciwanik û canikên hêja; ‘giyayê hewşê tehl e’ wî!

Şivan Zeren

13.04.2014

dîtin: 439

Pêveker:

ji xwe ne qayîlî