• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Jinên Ducanî û Pîrbûn

Jinên Ducanî û Pîrbûn


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Sermawêz 25, 2017, 12:22


Jinên dixwazin ji rindî û delaliya xwe tiştekî wenda nekin, qet nebe jinên navsere, bila ji du caran zêdetir ducanî nebin. Ji xebata lêkolînerên ji Zanîngeha Jagiellonê ku li bajarê Krakówê ya li Komara Polonyayê ye, encameke balkêş derket.

Lêkolînerên ji zanîngehê li der û dora şeşsed jin û mêr vexwendine xebata xwe û ji kesên beşdar xwestinê li wêneyên jinên navser binihêrin û dîtinên xwe vebêjin. Jinên carekî an jî du caran ducanî bûne, bi gotineke din jinên xwediyê zarokek an jî du zarok, li beramberê jinên din yên hejmara zarokan 3 û zêdetir bûye, bixurûr û cazîbedar hatine dîtin. Lêkolîner encama xebata xwe di kovara The American Journal of Physical Anthropologyê de eşkere kirine.

Lêkolîner Anthony Little dîtinên xwe wiha raber dike; “Ducanîbûn, mêjandin û xwedîkirina zarokan ne ewqas karekî sivik e. Dema ji ducanî dibe, pêdiviya jinê ji her demê zêdetir bi qewetê heye û ev jî dibe sedema zêde xwarinê û kîloyên zêde. Ji ber vê ye jinên pirr ducanî dibin, pirr zêde nexweş dikevin û temenê jinên zêde ducanî dibin kurt e.”

Lêkolînerên ji zanîngeha Yaleyê berê jî bi xebateke xwe vedîtibûn ku jinên pirr zêde ducanî dibin, li hember jinên din zû bi zû pîr dibin. Xebatên li ser xwîna sed jinên ku di menopozê de bûne, diyar kiribû ku xesara DNAya jinên xwediyê çar zarok bûne, ji DNAya jinên din çar caran zêdetir bûye. Ji wê xesara li ser DNAyê re “stresa oksîdatîf” jî dihêt gotin ku rê li ber zû bi zû qurmiçîna rûyê jinê vedike.

Çavkanî: The American Journal of Physical Anthropology

dîtin: 290

Pêveker:

zanist jin ducanîbûn pîrbûn zarok