• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Jinên Şirnexê ‘paketa ewlehiyê’ şermezar kirin

Jinên Şirnexê ‘paketa ewlehiyê’ şermezar kirin


barkirin: Adar 2, 2015, 8:57


Li Şirnexê bi pêşengiya endamên Meclîsa Jinan a Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê ji bo şermezar kirina “Paketa Ewlehiya Navxweyî” ya ku di ParlementoyaTirkiyeyê de dema di hat dîtin û êrîşê parlementerênHDP’ê hate kirin û darvekirina ciwanên kurdên li Îranê, meşek girseyî li darxistin.

Li Şirnexê bi pêşengiya endamên Meclîsa Jinan a RêxistinaDBP’ê ya Şirnexê ji bo şermezar kirina “Paketa Ewlehiya Navxweyî” ya ku di ParlementoyaTirkiyeyê de dema di hat dîtin û êrîşê parlementerênHDP’ê hat kirin û darvekirina ciwanên kurdên li Îranê, li beravahiya Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê kom bûn. Di nava wan de Hevşaredara Şirnexê Eylem Onuk, hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Şirnexê, endamên KESK’ê jî heyî gelek welatî beşdarî meşêbûn. Dimeşê de panqarta “Em dê destur nedin zihniyeta tecavuzkaran bi zagonîbibe” û dovîzên wekî “Zagonên we ewlehiya komkûjiyan in”, “Îsyan maf e û jin dê zêdetir îsyanê bikin”, “Ji faşîzmê û darbeyê re derbasbûn nîn e”, “Îsyan di meclîsê de jî li kolanan jî meşrû ye” vekirin. Meşa ku zilaman jî piştgirî da, bidirûşmeyên wekî “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana jinê”, “Bimire pergala darvekirina Îranê” heta Qada Azadiyê meşiyan.

Li qadê bi sirûda “Ey reqîb” deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştre li ser navê komê Endama Meclîsa Jinan a Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê Reyhan OymenTuver, daxuyanî xwend. Reyhan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser darvekirina 3 kurdên li Îranê û şermezar kir. Reyhan, da zanîn ku ji dîrokê heta roja îro êrîşên li ser jinên ku afirînerê jiyanê û honandinê ye li welatê me hatiye asta ku rûmet û heysiyeta mirovahiyê nayê qebûl kirinê ye û  wiha got: “Di encama têkoşîna 40 sal ê ya tevgera azadiya kurd û Rêber Apo de hatiye rewşek e hêvî, bêrîkirina hezaran salî ya jin û tevgerên li cîhanê.”

Reyhan, destnîşan kir ku di rojên dawî de “Paketa Ewlehiya Navxweyî” ya ku tê xwestin di parlementoyê de bê derbas kirin  bin navê “ewlehiyê” di esasê xwe de ji bo tundiya li ser jinan meşrûbikin, bertekên herî xwezayî ji holêrabikin, kûştina zarokan wê zêdetirbike ye. Reyhan, anî ziman ku ew wek jinên azad, demokrat û welatparêz dê li hember vê mejiyê kohne ya zilamanbêdeng nemînin û çi dibe bilabibe ew dê têkoşîna xwe berdewambikin.

dîtin: 184

Pêveker:

jinên Şirnexê