• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Jiyana Elemhulî bû mijara romanekî

Jiyana Elemhulî bû mijara romanekî


barkirin: Gelarêzan 5, 2014, 9:54


Girtiyekî siyasî yê Kurd, di girtîgehê de romanek li ser jiyana Şîrîn Elemhuliyê nivîsî.

Romana bi navê “Pepûleya Azadiyê” ku ji aliyê Ehmedê Bilokî ve û di girtîgehê de hatiye nivîsandin ji aliyê weşanxaneya (J&J) hatiye çapkirin û edîtoriya wê Dêrsim Oremar kiriye.

Roman wê di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de bigihêje ber destê xwendevanên xwe.

Di beşa dawiya romanê de cih ji du nameyên Şîrîn Elemhûliyê yên dema di girtîgehê de û gelek wêneyan re hatiye veqetandin.

Nivîskarê romanê Ehmedê Bilokî, ji sala 1993’an û vir ve weke hikumxwarê ji doza PKK’ê di girtîgeha Tîpa (F) ya İzmîrê de dîl tê girtin. Navbirî  ji dema destpêka dîlgirtinê û vir ve gelek pirtûk di girtîgehê de nivîsandine.

Romana “Pepûleya Azadiyê” ya li ser jiyana Şîrîn Elemhulî, yekemîn berhema nivîskar ya çapkirî ye.

Şoreşgera Kurd Şîrîn Elemhulî ya bi henceta “Mûxalaefet li dijî rejîma Îranê û endamtiya di Partiya Jiyan a Azad a Kurdistanê(PJAK)ê de” hat darizandin, di 9’ê Gulana 2010’an de tevî girtiyên siyasî Ferzad Kemanger, Elî Heydariyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Îslamiyan hatibû darvekirin.

Ew girtiyên siyasî yên Kurd bi nameyên ku di girtîgehê de  li ser rewşa girtîgeh û awayên şikenceyan nivîsandibûn li hemû cîhanê hatine naskirin.

dîtin: 187

Pêveker:

jiyana elemhulî mijara romanekî