• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Jiyana Nemir Dr. Sadiq Şerefkendî

Jiyana Nemir Dr. Sadiq Şerefkendî


barkirin: Êlûn 19, 2013, 11:42


Dr. Sadiq Şerefkendî di 21’ê Beframbara sala 11.01.1938’an de, li malbateke welatparêz de li gundê Terexe a Bokanê ji dayîk bûye.
Dr. Sadiq li temenê zarokatiyê de bavê xwe ji dest daye û berpirsyariya wî kete stûyê birayê wî yê welatparêz û helbestvanê mezin yê Kurdistanê, Mamosta Hejarê nemir. Dewrana zarokatiya Mihemed Sadiq hevçax bû tevî geşekirina xebata azadîxwazaneya xelkê Kurdistana Îranê û avabûna Komara Kurdistanê.
Rênivînî û şîretên birayê zana û şoreşvan yê wî û zaf dîmen ji qonaxa dîrokî ya wê demê di bîr û hizrên wî de bi bandor bûn. Wî du salên destpêkê ên dibistanê di Bokanê de û piştre bi sedema akincîbûna malbata wî li Mehabadê xwendina destpêkî û navendî her li wî bajarî de bidawî anî, û sala dawî ya paşnavendiyê li Tewrêzê de bidawî anî û di sala 1338(1959)’ê li zanîngeha Tehranê de lîsansa kîmiyayê wergirt.
Hêjayê basê ye ku ew di hemû astên xwendinê de xwediyê pileya yekem yan jî yek ji baştirîn xwendekaran bûye. Her di wê salê de bû mamostayê waneya kîmyayê û heta sala 1344(1965)’an de li bajarên Urmiye û Mehabadê de mijûlê encamdana erkê mamostatiyê bû.
Di vê heyamê de weke mamostayekî lêzan û şareza hate nasandin û ji bo perwerdekirina xwendekarên Kurdistanê cehd û tekoşîneke zaf û berçav kir, bi awayekê ku ew xwendekarên ku wî ders ji wan re digot di zanîngehan de serkevtin bi destve dianîn, her sal zêdetir dibûn.
Aqibet “Sawak” dezgeha sîxoriya Rejîma Mihemed Reza Şah xizmeta wî li Kurdistanê de bi hêja nezanî û tevî hejmareke din ji maostayên hevbîr û alîkarên wî ji bo bajarên “Erak” û “Kerec” û çend bajarên dinê dûr xistin. Mihemed Sadiq Şerefkendî di sala 1349(1970)’an de ji bo zanîngeha “Terbiyet Moelim”ê hate şandin û weke asîstanê beşa kîmyayê kar pê hate spartin. Piştî nîşandana jêhatîbûna xwe di wê erkê de sala 1351(1972)’an bi mifahwergirtin ji burseya Wezareta Zanistê çû Firansayê û piştî mana çar salan li wî welatî de karî duktoraya Kîmiyaya analîzê di zanîngeha hejmare şeş a Parîsê werbigire.
Dr. Sadiq Şerefkendî di sala 1355(1976)’an de vegeriya Tehranê û weke alîkarê mamostayê kîmyayê di zanîngeha “Terbiyet Moelim”ê de dirêjî bi karê mamostatiyê da ku di bicihanîna vî erkî de jî bi tevahî serkevtî bû. Lewma kete ber dilê Mamosta û Xwendekarên wê zanîngehê û wek mamostayeke dilsoz û li hemen demê de jî xebatkareke bi nav û deng hate naskirin.
Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî di sala 1352(1973)’an de dema ku li Parîsê de jib o duktorayê dixwend, ji aliyê Mamostayê nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo ve tevî bername û pêrewa hundirîn ya partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate nasiyar kirin û daxwaza endambûn di refa PDK Îranê kir. Piştî vegeriyana xwe bo Îranê, bû aliyê pêwendîdar di navbera Dr. Qasimlo û endamên kevnar yên rêveberiya partiyê û di vê pêxemê de cehd û tekoşîneke zaf kir û gelek caran xwe xiste tirs û xeterê.
Piştî hiloşîna Rejîma Paşatiyê û destpêkirina xebata eşkere ya PDK Îranê, di sala 1358 (1979)’an de, bû Ravêjkarê Komîteya Navendî û di Reşemeya sala 1358(Şibata 1980)’an de di Kongireya çaran a partiyê de weke endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin û berpirsyariya Komkîteya Partiyê li Tehranê de bi wî re hate sipartin ku ev berpirsyariya jî bi jêhatî û karzanî ve bi encam gehand.
Di destpêka havîna sala (1980)’an de ji aliyê Rêberiya partiyê ve bo encam dana karê berdewam, ji bo Kurdistanê hate gazî kirin û hemû hêz û şiyana xwe di xizmeta partiyê de danî. Di civîna Komîteya Navendî de li havîna sala (1980)’an de weke endamê Deftera Siyasî hate hilbijartin. Di Kongireyên pêncem, şeşem, heftem, heştem û nehem yên partiyê de hemû carê weke endamê Komîteya Navendî û li Komîteya Navendî de jî hemû carê weke Deftera Siyasî hate hilbijartin.
Dr. Sadiq Şerefkendî li dirêjahiya heyama bûna xwe di partiyê de pitir berpirsyariyên pişka ragihandin û çapemenî (Radyo û weşan) yê li stû bûye û di sala (1986)’an de hetanî dema şehîdbûna Mamostayê mezin yê me Dr. Qasimloyê nemir erkê Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê li stû bûye. Dr. Sadiq Şerefkendî di yekemîn civîna piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo bi gişt dengê endamên Komîteya Navendî weke Sekreterê Giştî yê PDK Îranê hate hilbijartin û di kongireya nehemîn a partiyê de heta dema şehîd bûna xwe yanî heta 26’ê Xermanana sala 1371, (17’ê Septembra 1992’an) de erk û berpirsyariya giran û zehmet a Sekreterê Giştî yê PDK Îranê birêve bir.
Xebatkarê mezin yê gelê me, Dr. Sadiq Şerefkendî di heyama wan 12 salên dawiyê de roleke bingehîn di rêveberiya partiyê û şoreşa gelê me de hebû. Yek ji rêberên herî layîq û şareza di nava refên bizava netewî Demokratêk ya gelê me de bû û bi heq divêt em bibêjin ku xwendekareke jêhatî û hevaleke emegdar yê Dr. Qasimlo bû.
Dr. Sadiq her di wê demê de ku hate nava refên rêberiya partiyê de, yek ji darêjerên bibandor yê siyaset û helwêstên PDKÎ bû, li ser parastina usûl û pirensîpên PDKÎ de gelek pêdegirî û tekez dikir û kesên dudil û herdem li ser hewayekê dixiste ber êrîşa rexneyan û rê nedida wan ku bandora xirab û nigatîv li ser pêvajoya bizavê û kar û barên partiyê hebin. Wî gelek hez ji Kadro û Pêşmergeyên partiyê dikir. Lê ev hezkirina qet bandor li ser nirxandina rastmêzane ya Kadr û Pêşmergeyan û karûbarên wan nedidanî. Dilpaqijî Dr. Sadiq ji bo hemû hevalên partiyê bi giştî eyan û eşkere bibû, lewra şîretên wî dihatin wergirtin.
Dr. Sadiq mirovekî gernas, xwedî moral, xwedî exlaq, û di rastî de pak û sadiq bû. Ew mirovekî pirkar û mandînenas bû, û hemû dem û wextekê xwe ji bo birêvebirina erkên partiyê danîbû. Ew şoreşvan û demokratek rastîn bû, ku di her kar û kiryar û helwestekê de ew taybetmendiyên wî diyar bûn. Wî baweriyeke kûr bi demokrasî û mafê gelên Îranê hebû. Lewma ji dîtingeha wî de pîvana her liv û bizaveke azadîxawzane di Îran û Kurdistanê de pêkhatî bû ji tekoşîn ji bo cîgirkirina azadî, demokrasî û mafên berheq yên neteweyên Kurd û neteweyên din ên Îranê.
Wî bi dil û can hez ji gelê Kurdistanê dikir, lewma can û jiyana xwe jî ji bo xizmetkirina bi wan re danîbû. Ew ji wan siyasetvanan nebû ku ji xelkê weke alav û amûrek ji bo pêşvebirina armancên xwe mifahê werbigire, ew bixwe pêşengê bizava xelkê Kurdistanê bû û ji bilî vêc û berjewendiyên gelê xwe tu qazanc û vêcek taybetî û take kesî jêre girîng nebû.
Ew ji bo kadro û Pêşmergeyên partiyê Sekreterê giştî nebû, ew heval û nêzîkî hemû hevçeperan bû û ew qas bi wan re têkel û nêzîk bû, ku her hevçeperekê bi eşkere dikarî axavtinên di dilê xwe de, jêre bas bike û ji rênimayiyên dewlemend û hêja yên wî mifahê wergire.
Dr. Sadiq Şerefkendî baweriyek zaf bi hevkariyê di navbera gelan û hemû azadîxwazên Îranê de hebû û li ser vê baweriyê bû ku rûxandina rejîma Îranê bê nêzîkî û hevkarî, û bê hebûna hevpêwendiya di navbera hêzên welatparêz û xebatkar yên Îranê, kareke ne mumkin, yan aliyê kêm kareke zehmet e, lewma ji her derfet û firsendekê ji bo vê armanca xwe mifah werdigirt û bi kiryar cehd jêre dikir û aqibet di vê rêyê de canê xwe goriyê azadiya Îranê û armancên neteweya Kurd kir. Lewra bîr û navê Şerefkendiyê mezin di yad û bîra gelê wî de, wê hertim zindî bimîne, û qet nayê ji bîr kirin.
Terorkirina Şerefkendî bi zimanê şahidhalekî
Sekreterê Giştî yê PDK-Îran Dr. Sadik Şerefkendî û 3 hevalên wî di 17’ê Îlona 1992’an li Berlînê bûbûn hedefa komandoyên mirinê yên îstîxbarata Îranê. Di bûyerê de Dr. Şerefkendî jiyana xwe ji dest da, Mehdî Ebrahîmzade yê Îranî yê li gel wî, şeva 17’ê Îlonê ya bi xwîn, ji ANF’ê re vegot.
Ji rejîma Nazî û vir ve Berlîn yekemcar ji hovîtiyeke bi vî rengî re şahidî kiribû. Piştî çend rojan afîş hatin daliqandin li stasyonan, balafirgehan, saziyên dewletê. Afîşa bi wêneyê Robot wiha digot; “Di şeva 17’ê Îlona sala 1992’an saet di 23.00 de, li restoranta Mykonos a li Berlînê 4 Kurd hatin qetilkirin. Yên ku ji bo girtina kujeran agahiyan bidin, dê 50 hezar Mark xelat bê dayîn…”
Piştî ku Dr. Abdûlrehman Qasimlo di 13’ê Tîrmeha sala 1989’an de li paytexta Awûstûrya Viyanayê li dora maseya hevdîtinê ji aliyê Îraniyan ve hat kuştin, Di kongreya dawiya sala 1991’ê ya Partî Demokratî Kurdistan-Îran (PDK-Î) de Dr. Sadik Şerefkendî weke Sekreterê Giştî hatibû hilbijartin. Dr. Şerefkendî di sala 1930 de li bajarê Bûkan ê Rojhilatê Kurdistanê hat dinyayê û li gel nasnameya xwe ya siyasetmedar û şoreşger, mirovekî zanyar bû.
Yekemcar di sala 1973’an de li Parîsê Dr. Qasimlo dît. Dr. Şerefkendî di sala 1972’an de ji bo teza xwe ya doktora bike çû Fransayê, piştî salekê Dr.Qasimlo nas kir û sempatiya wî ya ji bo PDK-Î mezintir bû. Di sala 1976’an de li Zanîngeha Pierre û Marie Curie ya Parîsê teza xwe ya doktora li ser kîmya analîtîk nivîsand û piştre weke doktor vegeriya Kurdistanê. Dr. Şerefkendî beşarî refên PDK-Î bû û di sala 1980 de jî weke endamekî polîtburo yê partiya xwe hat hilbijartin.
Cihê xemgînî û dilşewatê ye ku du zanyarên kursên zanistiyê yên Parîsê terikandibûn, du fermandarên pêşmerge (Dr. Qasimlo jî li Zanîngeha Sorbon teza xwe ya doktoriyê nivîsandibû) dê 3 sal navberê li du bajarên cuda yên Ewropayê bibûna hedefa “komandoyên mirinê” yên Îranê. Dr. Şerefkendî vexwendiyê Enternasyonala Sosyalîst bû ku di 15-17’ê Îlona 1992’an de li Berlînê hat lidarxistin. Şeva xwe ya dawî ya li Berlînê, bi hevdîtina li gel komên mûxalîf ên Îranî derbas kiribû. Ji bo cihê hevdîtinê jî restoranta Yewnan a bi navê Mykonos a li taxa Charlottenburg’ê hilbijartibû ku xwediyê wê Ezîz Gaffarî yê Îranî bû.
Balkêş e ku rawestgeha Dr. Şerefkendî ya li Berlînê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve berî çend hefteyan dihat zanîn. Ji bo vê yekê jî, di rojên payizê yên sala 1992’an de tîmeke taybet ji bo amadekariya sûîkastê bike ji Tehranê hatibû Berlînê û dest bi amadekariyên vê operasyona mezin kiribû. Tîma mijara gotinê, rojek beriya sûîkastê li restorantê keşif jî kiribû. Dê hin kesên nêzî Hîzbûllaha Lubnanê jî ji tîma kuştinê re bibûya alîkar, di ser de jî yekê ji wan biba kujer, yek jê dê li ber derî bisekiniya, yekê jî ajokarî bikira. Li serê wan jî Îraniyekî bi navê kod “Şerîf” hebû.
Wê şevê tevî Dr. Şerefkendî nûnerê PDK-Î yê Ewropayê Fettah Abdolî, nûnerê PDK-Î yê Elmanyayê Homayoun Ardalan û mûxalîfê Îranî Nûrî dehkurdî hatin qetilkirin. Saet li dora 23.00 dema restoranda Mykonos veguherîbû gola xwînê, li kêleka Dr. Şerefkendî mûxalîfekî Îranî yê bi navê Mehdî Ebrahîmzade rûdinişt.

Jêder: PUKmedia/Kurdistanmedia/ANF

969318_483310798429696_1245037832_n

dîtin: 1451

Pêveker:

jiyana nemir dr sadiq Şerefkendî