• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kakşar Oremar nivîsî ; Roja cîhanî a Kobanî û çend gotin

Kakşar Oremar nivîsî ; Roja cîhanî a Kobanî û çend gotin


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Rezber 2, 2015, 9:32


Li ser wan rojên germ û tije kelecan salek derbas bû. Sala derbasbûyî di van rojan de şerekî giran li Kobanî hebû. Mal bi mal, dîwar bi dîwar û tax bi tax şerê man û nemanê bû. DAÎŞ û hovên sedsalê dabûn ber xwe ku Kobanê jî bigirin nava lepên xwe yên gemar. Pilana AKPê û Daîşê a qirêj ku ger biserketa, careke din Kurd di şoreşa xwe de rastî qedera herî nexweş a sedsalê dihatin. Kur û keçên Kurd, jin, mêr, ciwan û kal û heta zarok bûn yek û bi destên vala û îmkanên herî kêm metro bi metro axa welatê xwe parastin. Berxwedana ku di cihanê de kêmnimune bû, vê carê li ser singê axa Kurdistanê qewimî.
Wan rojên dîrokî gotineke Ango Sartre bi bîra min anî:“ Mirov mehkûmê azadiyê ye …“ şervanên Kurd di bin şert û mercên herî dijwar de wiha kirin qêrîn:“ Em azad in û em bi destê xwe jiyana xwe diafirînin. Çimkî hemû kes bi destê xwe nirxên xwe yên jiyanê diafirîne…“. Wan di cihanê de zagonên exlaqê siyasetê jî gûherandin û îspatkirin ku îradeya mirovan li ser hemû hêzan re ye. Bi vî rengî vê carê wan bi bîra Daîş û dewleta Tirkiyê anîn ku:“ heneya wan êdî li cem dinê rengê xwe yê berê nîne.“

erdoxan_xir

Kar û wehşeta ku Daîşê di şerê xwe yê li dijî Kurdan de dabû diyarkirin pirseke wiha li hemberî raya giştî a cihanê çêkir:“ Dema wê derbas bûye ku em bipirsin ka kê cihan ava kiriye, niha dema wê ye ku em bizanin ka kîne ên ku mijûlî wêrankirina wê ne…“

Kobanî û maskên rûçikan
Kobanî bi berxwedana xwe gelek mask li ser rûçikên reş hilanîn. Ji teva girîngtir Kobanî bi awayekî şefaf da diyarkirin ku Tayîp Erdogan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de xwedî semîmiyet nîne. Virek û xapandkare û bi rêya dîn û mezheb dixwaze rêya Mistefa Kemalê xwe a înkar û tunekirinê bidomîne. Ji hêla din jî şoteşa Kobanê hemû xewin û xeyalên dagîrkerên Kurdistanê vala derxistin. Li Kobanî careke din rastiyeke dîrokî hate îspatkirin:“ Kurd ne li çiya û şerê çekdarî, belkî tim li ser masa muzakirê û bêtifaqiyê rastî şikestê hatine.“ Belkî yek ji dersên herî baş jî ev xala balkêş be.
Di dirêjahiya dîroka komara Tirkiyê de em ji ziman û nivîsên rêbêrên wan gotinekê nabînin ku „ Kurd û Kurdistan “ têde derbas bibin. Li pey şoreşa bakurê Kurdistanê a di bin pêşengiya PKKê de kesên weke Tansu Çîller, Bulent Ecevît, Tayp Erdogan û Ehmed Davutoglu tim xebitîne ku ji hêzên paşvero û oldarên radîkal sûd bistinîn û pêre hêzên çep û Kurdistanî ji holê rakin. Lê PKKê bi hêza xwe a siyasî û leşkerî êdî ew rê jî li ber wan girtine. Davutoglu di pirtûka xwe de bi eşkerahî dibêje ku:“… armanca me weke a serdema Osmanîyan bidestxistina Kerkûk, Mosil û hinek deverên axa Sûriyê ye…“ Bi çêkirina kirîz û gûherandinên demografî û erdnigarîya siyasî û insanî wan xwest sûdê ji hêza Daîş û komên din yên terorîstî bistînin û şoreşa Kurdan li Rojava û pêre jî li bakur û başûr rastî şikestê bînin, lê berxwedana gelê Kobanê nehişt ku ew bigehin van armancên xwe. Bi vê pêngavê re bakurê Kurdistanê û Rojava bêtir nêzî hev bûn. Gerîlayên Kurd hemû gotinên qelew yên siyasetmedarên Tirk û biyanî vala derxistin. Wan îspat kir ku gelek siyasetmedar hene ku di karê siyasî de mirovên xav û pênegehiştîne. Keç û xortên çar perçên Kurdistanê li Kobanî milê xwe dane hev û di bin ala YPGê da bangeke wiha li cihanê kirin:“ Em terorîst nînin, em şervanên rast û durist yên şoreşa insaniyetê ne. Em di rêya azadî û aştîyê de şerê ejdehayekî hezar serî dikin ku serekê wî li Ankara û serê din jî li Sûriyê ye….“

kobani1

Mizgîniya mezin
Kurdan li Kobanî baweriya ji azadî û aştiyê re ne tenê li Rojava belkî wek mizgîniyekê dane hemû dinê. Wan îspat kirin ku dema jin û mêrên Kurd azadiyê dixwazin ew tiştekî wiha ji hemû cihanê re dixwazin û encama karekî wiha ji xwe re wek erkekî wijdanî-exlaqî dizanin. Wan rengekî bedewtir dane wateya şoreşê û nirêxên wê yên giranbuha û bi xwînê sorbûyî ku ticarî ji mejiyê dîrokê dernakeve an jî nayê ji bîrkirin.
Şoreşgerên Kobanê bi şikandina taboya Daîşê bi bîra cihanê û bi taybetî jî Bexdad û Şamê anîn ku hêzên xwînmêj çiqas jî bihêz bin, lê dîsa jî dikarin rastî şikestê bên. Çimkî Kurd xwedî îrade û armancên pîroz bûn.

xelek3

Efsane û qehremanên canfîda
Keçên Kurd bi şerê xwe yên bêrawestan re hê di rojên destpêka hêrişa Daîşê de sozeke wiha dabûn doza mirovahiyê:“ Kobanî nakeve…“. Ew yek bi yek heya mermiya dawî a tifenga xwe bûn bûkên axa Kurdistanê. Wan sond xwarin ku destê Daîş“ên qirêj negehe laşê wan yê paqij. Xwîna Aryan Mîrekan û hevalên wê bû ava bostanekî rengîn ku dagîrker bibînin û êdî careke din xewnên pûç û vala ji Kurdan re nebînin. Xwîna wan bi axa delal a Kurdistanê re bû hevîrê jiyan û afirandina civakekê ku mirov baştir têde xwe nas bikin û erkên xwe yên exlaqî baştir bizanîbin.
Li Rojhilata Navîn heya hêz û koma ku di serjêkirin, kuştin, şewitandin û wêrankirinê de çi sinor ji xwe re nedizanîn, nehate qada siyasî, dewletên weke Amerîka û hevalbendên wan yên Ewropî nedizanîn ku PKK ne terorîst belkî li dijî terorê şer dike. Ger carna Kurd ji hêlîna xwe dûr ketine û xwe dane çiya û deştan jî ji bo xatra ax, namûs û kerameta xwe rêyeke wiha hilbijartine. Ji ber wê jî îro Qendîl bûye bargehê azadîxwazên canfîda.
Gotinên Erdogan bûn sedem ku Kobanî dest ji wî jî nekişîne û bi dost û dijminan re bide îspatkirin ku AKP hevkariya Daîşê dike. Dersa ku Kobanî daye Erdogan û AKPê gere bibe manîfestoyek nû ji desthilatdarên piştî wan.
Berevajî serhildan û şoreşên berê vê carê Kurdan peyameke wiha dane dost û dijminên xwe:“ Dema mileteke bi îrade be ku zindî bimîne, yê li berxwe bide, yê şer bike û di encamê de jî yê biser bikeve…“
Hinek welatên „ super paşvero „ tim xwestine ku ji hêza Kurd nasnameyeke dûr ji rastiyê diyar bikin, lê karnameya wan tije cinayet û kuştine. Tirkiye û Îran bi salane ku serkêşiya karekî wiha dikin, lê çi ders ji qedera reş a Sedam Husên faşîst nestandin. Serkûtkirina bizavên rizgarîxwazî yên gel û pêre jî piştgîriya dîkatorên xwînrêj karê hinek dewletên cihanê ye ku bi rêya ragehandin û antîpropagandeyên xwe li dijî şoreşa Kurdistanê jî dixebitin. Piştî azadikirina Serê Kaniyê û Kobanî ragehandina Tirkiyê dest bi reşkirina şoreşa Rojava kiriye. Çimkî şikesta Daîş li wira binketina Tirkiyê jî bû. Wan bi bê heta yek belge an jî nîşanek meiqol îdia kirin ku Kurd li dijî komên din yên etnîkî ne û wan ji wira derdixînin!!!. Di serdema zêrîn a ragehandinê de derew û îdayên vala zû xwe didin der û veşartî namînin. Şoreşa Rojava nikare ji bo karên ku encam nedane bê mehkûmkirin. Û Kurd roj bi roj serkeftinên mezintir di dîroka xwe de tomar dikin.

gerilla_qehreman

Generalên Kurdan
Di wê qada şer a dijwar de generalên Kurdan Aryan û Şervan bûn. Şervanên Kurd bi îda û mezin nediaxivîn, ew pilingên qada xebatê bûn. Soza bûhêşt û cennetê jî li ser dinê nedidan tikesî û nedigotin emê li qiyametê wiha bikin û wiha biçin, perê wan jî tunebû. Ne rihên wan yên dirêj hebûn û ne jî çekên giran, lê bi îradeya xwe ya dîrokî hem rûyê generalan pir îda reş kirin û hem jî poza namerdên reşpoş bi axê ve zeliqandin. Hêza ku pişta wan li gel û çiyayên Kurdistanê bû û ti hîvî bi piştgîriya Rûsya, Îran, Çîn û welatên din yên xwedî petrol û dewlemend û îslamî nebûn. Herwiha şervanên Kurd ne çek û silehên giran yên artêşa Îraqê û Suriyê hebûn û ne jî çekên pêşkeftî yên USA di destên wan de hebûn.
Keç û xortên Kurd li benda duayên vala nebûn, çiqas jî nimêj kirin tiştek nebû bi para wan û rehmetek ji esmana nebarî, lê bi pêşkêşkirina xwîn û jiyana xwe riheke nû dane laşê axa Kurdistanê. Ji nûve dîrok dane nivîsandin. Wan di dilê hemû azadîxwazên cihanê de şitleke nû a hîvî û heza ji azadî û serxwebûnê çandin.
Desrên ji berxwedana Kobanê yek û hezar nînin, lê fîdakarî û sadebûna şervan û pêre jî lîderên berxwedanê bi bîra me anî ku dibe gerîlayek xwedî çekek sade û soleke qetiyayî û pînekirî be lê eve yanî pirensîpên exlaqî, têgehiştina ji şoreş, exlaq û destkeftên şoreşekê ku bi derziyê dest bi kolandina bîreke kûr kirine. Serok Apo û xwendevanên mekteba wî wiha jiyane. Karê wan yên sereke jiyana ji gel re û fîdakariya ji mirovahiyê re bûye. Yên ku şeraba herî baş vedixwin û mezin-mezin xeber didin, an jî li autoya herî modern siwar dibin û her roj li devereke cihanê ne, nikarin berjewendiyên gel biparêzin û xwe fîdayî wan bikin.
PYD û YPGê wateya peyvan a rastîn di piraktîkê de îspat kirin. Wek Konfesyos dibêje:“ Ger peyv wateya xwe wenda bikin, mirov azadiya xwe wenda dike…“
Li Kobanê siyasetê wateya xwe ya rastîn û exlaqî da xuyanîkirin. Li wira siyaset yanî beşdarîkirina xelkê di parastin û avakirina ax û welêt, diyarkirina qedera xwe û amadebûn bo rol û biryardayîn di warên ji hev cuda de. Bawerî bi demokrasî yanî divê desthilat meşrûyeta xwe ji raya giştî a xelkê bistîne. Di Rojhilata Navîn da em welatekî wiha nabînîn ku meşrûyeta xwe ji desthilata xelkê bistîne.

Salek derbas bû…
Sala 2014an çend roj beriya cejina Qûrbanê Daîşên hov sozeke wiha dane hevalbendên xwe:“ Emê vê carê cejina xwe li Kobanê pîroz bikin…“
Erdogan jî li Entabê wiha qêrîya:“ Di çend rojên dahatî de Kobanî jî yê bikeve…“ û êdî li pey wê gelek kesên naskirî di cihana siyasetê de gotin dema ku Mosil bikeve destê Daîşê ma Kobanî çiye?! Û …
Lê Kobanî neket û bi serkeftina Kobanî re mezintirîn şikesta Daîşê di jiyana wan ya tije xwînrijandin û malwêraniya gelên herêmê de hate tomarkirin. Erdogan hê jî li ser siyaseta xwe ya berê berdewame, lê Kobanî Amerîka û Ewropa neçar kirin ku li hemberî Rojava siyaseta xwe bigûherînin û meşrûyeta PKKê a siyasî-civakî jî bi çavekî vekirîtir bibînin. Êdî di çavê zilhêzan de hereketa Rojava terorîst nîne. Êdî ji vê şikestê mezintir tiştek nabe para Tirkiyê û Daîşê. Êdî jiyana Kurdan a siyasî li Rojhilata Navîn derbasî pêvajoyeke nûtir bûye. Gere em hemû ji rojên xweştir re amade bin û elbete kedeke mezin ji bo destkeftên din ên mezintir lazime.
Keçên Kobanî li hemberî siya reş a mejyên tije bîr û ramanên pûç wek şêran sekinîn. Kesên ku nefesa wan bêhna mirinê bû û ji aliyê din yê sedsalan ve hatibûn ku dem û çaxê ber bi paşve vegerînin, lê Kurdan gotin: neeee… em aşiqên azadî û pêşkeftinê ne. Em ber bi paşve venagerin….“.
Daîş têhnîyên xwînê ne, avê venaxwûn, ji rûbarê xwîna stoyê mirovan avê dixwazin, bi saxî zarokan didaûrin. Di rûçikê wan yê reş de ken bêwateye û wek Çekçekulan ji reşahî û tarîtiyê hez dikin. Cilên wan reş, ala wan reş û dilê wan jî ji hemû reşahiyên dinê reştire. Ew kesk û sor û zer nabînin, duh li Şengalê serê „ Tavos “ jê kirin û dixwestin li Kobanî jî ronahiya „ Rojê “ tarî bikin, lê keçên Kobanî çelengî kirin û bi reqs û awazên xwe rê li ber tofana çolên paşverotiyê girtin. Ew toz û doman bi xwîna canê xwe anîn xwarê û wiha qêrîyan:“ Emê bi rêya jiyanê mirinê bikujin….“
Gor û çeqel çiqas jî birçî û têhnî bin, dîsa jî nikarin li hemberî îrade û heza mirovan biser bikevin.
Pîroz be roja cihanî a KOBANÊ.

dîtin: 357

Pêveker:

kakşar oremar nivîsî roja cîhanî a kobanî û çend gotin