• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kakşar Oremar pirsî Serokê Konseya PKK Cemil Bayik bersivand

Kakşar Oremar pirsî Serokê Konseya PKK Cemil Bayik bersivand


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Adar 23, 2014, 5:35


Destpêk:

Li serê çiyayên Kurdistanê dilên ku lêdana wan jiyaneke nû li Kurdistanê belav kiriye, bi nêrîn û siyaseta xwe hêvîyên bi paşerojê re zêdetir dikin. Ew şev û rojan di kar û xebatê de ne ku doza rewa û siyasî a sedan salan bigehînin encamekê.

Ez ji bo gereke kurt û beşdarîkirina di çend semînarên li ser salroja pêkhatina komara Kurdistan(Mehabad 1946), çûbûme başûrê welat. Li Qendîl, hêlîna gerîla û şoreşgerên qehreman û hîvîyên vê sedsalê, çûme xizmeta rêzdar Cemîl Bayîk û li ser mijarên rojeva Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn min ev hevpeyvîn pêre çêkir.

Kakşar Oremar / 21. 03. 2014

 

– Li gor we AKP di siyaseta xwe ya bi derve re, çiqas semîmî û nêzî cihan û cîranên xwe bûye?

Cemîl Bayîk: AKP û bi taybetî jî serokê wê Tayîp Erdogan ne li hêzên nava Tirkiyê, ne li dewletên cîran û ne jî li hevpeymanên xwe di cihanê de nêz bûye. Mîna sultanên Osmanî li xwe dinêrin û binavê îslam û xapandina xelkê bi rêya dirûşmên berraq û bênaverok, banga birêveberiya hemû cihana îslamê hebûne û hê jî li pey wê armanca xwe ya xeyalî ne. Lê fesada îdarî û genedelîyên vê dawiyê bêtir nasname û cewherê vê hilkûmetê ji mere eşkere dikin. Yanî xuyaye ku heya niha bi şûştina perê reş û bazrganî a bi dijber anku dijminên hevalbendên xwe heta vira hatine.

Di nava welat de jî vaye hûn jî wek şahid dibînin ku çendîn sale li ser diyalogê diaxivin, lê di piraktîkê de tenê pêngavek jî neavêtine. Ne bi me re û ne jî li gel BDP ku bi awayekî legal û elbete ji bo demokrasî û mafên wekheviyê li bakurê Kurdistan û Tirkiyê xwedî çalakiyên berfirehe. AKPê li gel Îranê bi awayekî nihînî peywendî danîbûn ku hem di warê aborî de sûdê bistîne û hem jî di qada siyasî de Îranê li dijî me bêxe hereketê. Di vê çarçovê de kete dijayetiya Amerîka, çimkî Amerîka bi dorpêça aborî dixwest Îranê bêxe jêr zextê, lê Tirkiyê ji ber ku bi nêrînên xwe xwedî mentiqeke aborî ye, dixwaze wan bixapîne û bi awayê veşartî zextên aborî bişkênît. Yanî ji aliyekê feydê bike û ji aliyê din jî Îranê li dijî hereketa me ya azadîxwaziyê bêxe hereketê.

 

_ Bi nêrîna we sedemên şerê piştê perdê yê di navbera AKP û cemaeta Fethula Gulen çine?

C. Bayîk: Bêgoman sedema sereke PKK ye. Li Tirkiyê her kes û aliyek bê ser desthilatdariyê pêwîste di destpêkê de dijberiya PKKê bike. Eger vê neke nikare hikûmetê bike. Lê bi nêrînekê li ser dîroka derbasbûyî re em dibînin ku her kesê dijayetiya PKKê kiribe, bixwe bêhêz bûye. Mesela AKP û cemaet jî bi hevkariya Amerîka hatine ser kar û di destpêkê de hikûmetek ji holê rakirin ku bi destê ÇPê hatibû saz kirin. Ji ber ku hegemonîk bû, lê li cihê wê dewletek hegmonîk a din pêş xistin lê di qalibê dewleteke îslamî da. Ewa berê neteweyî û layîk bû, a vê carê jî netewe û îslam wek esas girtin destê xwe. Niha jî hûn dibînin ku di şerê bi hev û din re ne û ew jî yê têk biçin.

Li Tirkiye serdema dewleta hegomonîk hatiye dawiyê û avakirina dewleteke din ya hejmonîk pir zehmete. Tirkiye piştî vê pêvajoyê yê bikeve nava rewşeke nû. Êdî serdema Kurdan û hêzên demokrasîxwaz dest pê dike. Eger Kurd û hêzên demokratîk bikarîbin baş siyasetê bikin, 100% yê biser bikevin.

 

_ Encama hilbijartinên şaredaran jî yê vê rastiyê eşkere bike.

C. Bayîk: Belê, binêrin niha AKP û hêzên girêdayî Fethulaçiyan dest dane reşkirina hev û pir dijware ku li hev bikin. Ji ber ku ew bi êqtidara Amerîha û meşandina rêbaza wan hatine ser kar. Di destpêkê de bi hev re kar kirin, dewlet pêk anîn û li dijî PKKê hev û din girtin û li dijî doza Kurdistanê bûne yek. Raste ku bi hevpeymanî bibûne yek lê diviyabû yekê ji yê din zêdetir desthilat hebûya. Di vê xalê de kîjan zêdetir li dijî PKKê bûya, ew serkeftîtir dihate hesibadin. Ji ber wê jî li Kurdistanê Fethulaçiyan li dijî Kurda dest bi xebatê kirin û operasiyonên KCKê pêş xistin. Hemû armanca wan ew bû ku bajarên Kurdan bêxin jêr desthilatdariya xwe, lê ev tenê xeyalek bû. Kîjan alî zêdetir dijayetî bikira, serkeftina wan misogertir dibû. Fethulaçiyan karekî wiha kir ku li hemberî AKPê bigehin desthilatê. AKPê jî ew kar û meremên ku dixwest bike bi hêz û hevkariya cimaeta Gulen kirin. Ji bo wê hindê ku bi şerê PKKê û Fethulaçiyan re ewê jî baştir bikarîbin xwedî desthilatdariyek bihêztir bin. Armanca bingehîn a AKPê ew bû ku cemaetê li dijî PKKê han bide û wan teşwîq bike ku li dijî doza Kurda şerekî hemû alî bikin. Bi kurtî dikarim bêjim ku şer şerê xwebihêzkirinê bû. Ji hêlekê lihev hatin û li hêha din jî hev û din li dijî me teşwîq dikirin û ji aliyekî jî her du aliyan dixwestin li ser milê yê din bigehe desthilatê. AKP zêdetir û bi awayê fêrmî xwedî desthilat bû û xwest zêdetir xwe bihêz bike. Ji ber wê jî çû û bi nihînî li gel Îranê peywendî çêkirin û ji bo ku careke din Tirkiyê bikete Osmanîyên serdema nû, bi Partîya Demokrata Kurdistan, Îran, Elqaîde li Sûriyê û Misrê re peywendî sazkirin. Ev ji bo standina hevkariyê ji wan bû û pêre jî PKKê tesfiye bike. Îcar hingî dikarî dewleta Osmanî a nû jî damezrîne.

Di nava Tirkiyê bixwe de jî rê li ber cimaetê xweş kirin û karekî han bi wan dane kirin. Ev mesela gendelî, bertîldayîn û standinê wiha pêş ket û elbete ev jî encama siyaseta AKPê bixwe ye. Siyaseta wan serneket û bû bi sedema tesfiyebûna wan bixwe. Amerîka ew anîne ser desthilatdariyê ku li gor berjewendiyên xwe wan bikar bîne, lê piştre dît ku li her derê li dijî siyasetên Amerîka dixebite. Ji ber wê jî Amerîka cemaeta Fethulaçiyan xiste gerê. Ew jî wek her kes dizane bi temamî li jêr kontrola Amerîka de ne û fermanên wan cî bi cî dikin.

 

_ Yanî hûn dibêjin di van pirsgirêjkên navxweyî ên Tirkiyê de, destê Amerîka dirêje û xwedî rolekî serekî ye.

C. Bayîk: Ev seda-sede. Amerîka dixwaze zextên xwe li ser Îranê zêdetir bike, AKP bi nêzîkbûna li Îranê vê siyaseta Amerîka têk dide û ev jî ji hêla Amerîka ve nayê pejirandin û bi siyaseta wan re nagûnce. Ji hêleke din jî AKP siyaseta Amerîka li Îraq û başûrê Kurdistanê jî vala derdixîne. Amerîka şerekî mezin li Îraqê kir ku saman, heyî û dahatên wî welatî ji xwe re bibe. Tirkiyê ji bo berjewendiyên aborî xwe nêzî Partîya demokrata Kurdistanê(KDP. Îraq) kir û di vê navê de Partî Demokratî Kurdistan jî li dijî serokwezîrê Îraqê Malikî sekinî. Tirkiyê xwest ku „eniya Sonnî“ li dijî Şîiyan pêş bêxe. Hemen pirsgirêk li Îraqê durist bû. Niha êdî Amerîka naxwaze ev pirsgirêk dubare serî hilde û saman an jî dewlemendiyên Îraqê ji Tirkiyê re herin û sûdê bigehînin wan. Tirkiye jî bi kirîna petrola Kurdistanê hem pirsgirêkên nava Îraqê çêkirin û hem jî siyaseta Amerîka li Îraqê sekinî. Tirkiyê biryar da ku diravê petrola Kurdistanê biçe „Halk Bank“ê. Ji aliyekî din ve jî Amerîka li dijî vê meselê ye û dixwaze perê petrolê li bankeke Amerîka bê razandin. Amerîk ji bo wê şer li Îraqê nekir ku saman û sûdê wê Tirkiye ji xwe re bibe. Tirkiyê li Sûriyê piştgîrî û hevkarî da Exwan El-moslimîn ku bigehin desthilatê, lê siyaseta wan serkeftî nebûye û hevkariya Elqaîdê jî kirin ku bikarîbe li rojavayê Kurdistanê li pêşberî pêşkeftinên Kurda bisekine. Bi vî awayî eger ser biketa, hingî dikarî di siyaseta Sûriyê de bibe xwedî hêz û desthilatek mezin, lê Elqaîde li wira bi ser nekeft û siyasetên Tirkiyê jî bêencam man. Kurd li rojavayê Kurdistanê roj bi roj baştir ber bi pêşve diçin.

 

_ Yanî siyaseta Tirkiyê hem li hûndir û hem jî li derve rastî şikestê hat.

C. Bayîk: Belê li her du aliyan sernekeft. Li Misrê bi Exwaniyan re kete nava peywendiyan ku hingî Mihemed Mursî desthilatdar bû. Weke hûn jî dizanin navenda Exwan Elmuslimîn welatê Misrê ye. Bi hatina ser kar a Mursî re, Tirkiyê peywendiyên xwe bi wan re bihêztir kirin û xwestin bi rêya wan hereketa Exawniyan li hemû welatên herêmê organîze û bihêz bikin û Misrê jî bikine navenda siyaseta xwe li Rojhilata Navîn. Heta dibêjin welatên Erebî bi bêy Misrê nikarin ti karekî bikin. Pêwîste ev rolê welatê Misrê di nava welatên Erebî de neyê ji bîr kirin. Mumkine li herêmên din jî Exwanî desthilatê bêxin destê xwe.

Rêbaza siyaseta Tirkiyê li Sûriyê jî dawî bi desthilata Tirkiyê anî. Yanî dijberiya gelê Kurd û peywendiyên wan bi Elqaîdê re û elbete gelek çewtiyên din tev bûne sedemên xealsbîna Tirkiyê û bikeve vê rewşa xwe ya niha. Vê helwestê rastiyên Tirkiyê eşkere kirin û da selmandin ku AKP û Tirkiye wiha demokrat jî nînin. Ji hêla din Erebistana Siûdî ew siyaset vala derxist. Yanî Tirkiye, Îran û Erebistana Siûdî siyaseta Amerîka li Sûriyê vala derxistin. Tirkiye li pişta Elqaîde ye û Erebistan jî li pişta Sonniya ne. Amerîka niha întiqama vê ji Tirkiyê vedike û piştre dora Erebistanê jî tê. Xerakirina an jî valaderxistina siyaseta Amerîka li Sûriyê tê wateya têkdana siyaseta wan li hemû Rojhilata Navîn.

Siyaseta Amerîka ewe ku ger desthilat bikeve xizmeta wan, temame, lê eger wiha nekin yê ji holê rakin. Pareke van karên ku niha li Tirkiyê rû didin, rengvedana siyaseta navnetewî ye, beşeke din jî şerê desthilatê ye. Raste ku berê di navbera Erdogan û Gulen de hevgirtinek hebûye, her du îslamî ne lê hevpeymanî heya dereke diçe. Niha rawestgeha dawiyê a wê hevgirtinê ye. Çimkî mesele hatiye ser desthilatê. Fethula bi siyaseta xwe nêzî Amerîka ye, bizaveke îdolojîke û di asta navneteweyî de xwedî desthilatdariyeke zêdetire û ji ber wê jî li Tirkiyê zêdetir xwe layîqî desthilatdariyê dibîne. AKP jî ji bo gehiştin û mayîna li ser kursiya desthilatê her kesek tesfiye kir.

 

_ Di şerê di navbera Tirkiye û Amerîka da Kurda gelekî hevkarî kir ku li Sûriyê Elqaîde biser nekeve. Gelo ev nebûye sedema nêzîkbûna Amerîka li Kurdan û bi taybetî jî li PKKê?

C. Bayîk: Bêgoman Amerîka divê niha êdî siyaseta xwe biguherîne, dema wê hatiye. Niha li Sûriyê bingeha wan nemaye, siyaseta wan vala derket an jî em bêjin rastî şikestê hatin. PYD ji bîr kirin û îzole kirin daku PYDê ber bi aliyê xwe ve bikişînin û bi vê re dixwestin bi hevkariya Kurdan ji nûve li Sûriyê bargehên xwe deynin. Heta rênedana PYDê bo beşdarîkirin di Genf 2 de li ser hemen tiştî bû, beseheke din jî vedigere ser siyaseta Partiyê(KDP) û Tirkiyê. Ji bo wê meremê ku bi rêya zextê PYDê neçar bike ku xwe nêzî wan bike. Li vira divê em bipirsin ka kîne yên Genf 2 pêk tînin? Aya wan kesek û hêzek di nava Sûriyê de heye? Tev yanî hemû şandên wira ji dervey Sûriyê ne û xwedî hêz û piştgîriya girseya gel nînin. Ewên ku li Sûriyê jî şer dikin, ew nînin û tenê beşeke wan bi “enîya Îslamî“ re di peywendiyê de ne. Bi vê rewşê re çawa dikarin pirsgirêka Sûriyê çareser bikin? Ji ber wê jî sernakevin.

 

_ Berî çend mehan li başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlementoyê çêbûn, lê PÇDKê gelekî kêm deng anîn. Sedemên sernekeftina wan çi bûn?

C. Bayîk: Hinek kêmasî hene, lê a girîng ewe ku hinek partî rê nadin ku xeta bîr û ramanên serokatiya me li başûrê Kurdistanê pêş bikevin. Bi giştî hemû ragehandina başûr gelekî kêm behsa PÇDKê dikin, çimkî li dijî xwe dibînin û jê ditirsin. Ev konsepteke. Destpêkê rê nedan ku di hilbijartinan de beşdar bibe, piştre rê dan û hingî jî dereng bû. Rê nedan û piştre jî destûra izinê ji bo beşdarîkirina di hilbijartinan de bêsedem nebûn di sernekeftina PÇDKê de. Beriya hilbijartinên başûrê Kurdistanê Ali Bayramoğlu heye ku ji rojnameya Şafak ra dinivîse û nêzî AKPê ye, ew li Qiziltepe semînarekê pêşkêş dike û li ser zimanê Mesud Barzanî dibêje ku:“ PÇDK vîruseke û emê rê nedin ku biçe nava parlementoyê…“. Ev dide xuyankirin ku AKP jî naxwaze PÇDK li başûrê Kurdistanê ser bikeve. Bi giştî em vê rastiyê jî dizanin ku li Rojhilata Navîn hilbijartin demokratîk nînin.

 

_ Lê dîsa jî li rex evqas tiştên ku hûn li ser axivîn, li gor we nedibû ku dengên zêdetir anîban? Vê meselê peywendî bi kêmkar kirina wan ve tune?

C. Bayîk: Ev jî sedemeke lê hêzên başûr naxwazin hîvîyên gel ên bi xeta fikirî a serokatiya me pêş bikevin. Di destpêkê de bi rê nedan a di hilbijartina de tiştekî wiha îmtihan kirin û piştre ku dîtin ev xizmeta wan nake, rê dan lê bi derengî. Bi vê siyasetê re dixwazin ji xelkê re bêjin:“ ku hereketek ku dengê pêwîst bi dest nexîne, nikare bibe bi hîvîya gel“ û di vê de biser jî keftin. Di siyasetê de tiştên wiha normalin. Bêgoman ev jî bêhêzbûna PÇDKê ye. Yekîtî(YNK)ê jî dixwest Goran vala derxîne, lê biser neket, çimkî Goranê xwe bihêz kiribû û rêxistina xwe hebû.

 

_ PJAK çi? Gelo ew li rojhilatê Kurdistanê çalaktir xuyaye?

C. Bayîk: Belê çalake, lê ev jî têr nake. Pêwîste karê wan yê rêxistinî zêdetir be. Dîsa şerek li hemberî wan jî heye, mesela di vê dawiyê de kesekî rojhilatê Kurdistanê ji nava rêzên PKKê veqetiya û TVyên başûrê Kurdistanê xwestin ku wî kesî mezin bikin û goya dixwazin li rojhilatê Kurdistanê partiyeke nû dabimezrînin. Di dema xwe de jî gelek hevkariya wan kesan kirin ku ji PKKê cuda bûn, lê rastiya wan kesan wiha nîne û çi peywendî bi PJAKê ve nîne. Heta dawiya sala 2008an PJAKê ew kes wek endamê xwe nepejirandin û me cî û rê danê ku xwe pêş bêxe, lê me dît ku li gel îstixbarata Partiyê peywendî heye û zaniyarîyan dide wan.

 

_ Dema we ev dizanî we çima rê didayê ku karekî wiha bike?

C. Bayîk: Çaxê me zanî ku wiha ye û me xwest pêre biaxivîn, wî zanî û reviya.

 

_ Hûn rolê saziyên ragehandin û medyayê di nava partiyan de bi giştî çawa dinirxînin?

C. Bayîk: Hinek antîpropagande hene û hinek saziyên ragehandinê jî bi taybetî jêre kar dikin. Bi taybetî jî li ser mesela rojava, lê dema di piraktîkê de xizmeta gel nekin û gel neparastin, pêwîste kî vî karê han bike? Tiştên wiha bi pere, hêza leşkerî û dare zorê çareser nabin. Elbete bandora xwe heye lê heya radeyekê yê hevkariya pêşkeftina siyasetên wan partiyan bike. Mesela kesekî mina Qezafî ji teva zêdetir xwediyê peran bû, çek û silehên wî jî pir hebûn lê zêdetir ji çend mehan nekarî li berxwe bide, ji hole rabû. Tiştên wiha kes ji holê ranake.

Eger li rojava partî an jî hereketek hebûya ku gel biparêze û li dijî Elqaîde şer bike û welat û axa Kurdistanê biparêze, dibûne xwediyê hurmetê, lê ev nekirin û bi bêy vana jî sernakevin. Tiştên wiha bi pere û hêza leşkerî qet ser nakevin. Li başûrê Kurdistanê Rûdaw TV di vî xetê han de cih digire, dijayetiya rojava û bakur dike, banga Kurdistanîbûnê dike, lê ger wihaye divê hurmeta gelê rojava bê girtin. Gel şoreşek kiriye, rojane qûrbaniyan dide û di nava şerê man û nemanê de ye, bê kêmasî jî nîne û nabe li ser jî neaxivin, lê di hemen demê li rojava dîrokek tê nivîsandin. Çima ev rastiyên han nayên dîtin? Tenê derxistin û pêşxistina kêmasiyan nîşana dijminatiyê ye. Hereket û ragehandina nîştimanî karên wiha nake. Heya niha we dîtiye ku Rûdaw xwedîtiyê li tiştekî baş ê ku li rojava tê kirin, bike? Zêdetir hewil dide ku tişta reş bike û ev jî baş nîne. Ewê ku dijminatiya PKKê bike ser nakeve. Li Tirkiyê ew kesên ku dijminatiya PKKê kirin tev rastî şikestê hatin. Di rewşeke wiha de heta ger AKP bixwaze dîsa bigehe desthilatê pêwîste xwe li PKKê nêz bike.

 

_ Di vê derbarê de AKPê xwestekek wiha heye? Bi taybetî jî di hevdîtinên bi rêzdar Öcalan re?

C. Bayîk: Ez li ser axivîm, ti rêyeke din a wan tune, divê xwe nêzî PKKê bikin. Ev jî bi hilanîna pêngavên ji bo çareseriyê çê dibe, eger wiha nebe, nêzîkatî bêwateye.

 

_ Pilan û projên we ji bo hilbijartinên şaredariyan di dawiya meha Adarê de çine? Bi dîtina we em Kurd yê serkeftinên zêdetir bi dest bêxin?

C. Bayîk: Bêgoman, bi taybetî jî şerê di navbera Erdogan û Gulen da ji Kurdan re xizmeta serkeftineke zêdetir di hilbijartinan de dike. Ji hêla din jî xebata partîyên me yê bibe sedema serkeftinê di hilbijartinan de. Armanceke me a mezin Riha an jî Urfaye û ez di wê baweriyê de me ku emê tê de biser bikevin. Ev jî vedigere ser xebatê, her kes zêdetir kar bike zêdetir jî yê serkeftinê bi dest bêxe. Vê care rewşa Kurda li bakurê Kurdistanê başe, lê divê em şev û rojan ji bo van armacên mezin û pîroz kar bikin.

 

_ Nirxandina we li ser rewşa başûr û pêkneanîna hikûmetê heya niha çiye?

C. Bayîk: Rewşa başûr gelekî tevlîheve, heya niha hikûmet pêk nehatiye, hêşta êstiqarar durist nebîye û xuya jî nake ka yê çawa çareser bibe. Ji aliyekê Îran, Tirkiye û Amerîka dixebitin û di meselê de dest wan heye. Ji ber wê jî dibêjim rewş tevlîheve. Lê kilîla çareseriyê li cem Kurda bixwe ye, pêwîste nake ji bo pêkanîna hikûmetê seredana welatên din bê kirin, ev şermeke mezine, pêwîste bixwe ji pirsgirêkên xwe re rêyên çareseriyê peyda bikin û dikarin jî. Ger welatên cîran rê nîşanî partî û hikûmeta Kurdistanê bidin û çareseriyê ji wan re peyda bikin, ev tê wateya mirina Kurdan.

 

_ Di van gûherandinên herêmî, Rojhilata Navîn û Tirkiyê de PKKê li kîjan alîye?

C. Bayîk: Em xeta sêyemînin. Di esas de du hêz hene: xeta desthilat û dewletê pêşengiyê dike û xeta duyê ku dijayetiya xeta yekê dike, di vir da em xeta duyemînin. Xeta yekê modernîteya Kapîtalîst, netewe-dewlet ji xwe re esas dibîne, em jî modernîteya demokratîk û netewa demokratîk wek esas dibînin. Lê li Tirkiyê em pêşengiya xeta sêyemîn dikin, xeta yekê û duyê şerê desthilatê dikin û cudatiyeke wiha di navbera wan de nîne. Mesela niha li Sûriyê dewletek heye ku xeta yekê ye, Elqaîde ji teva zêdetir dijayetiyê dike ku xeta duyemîne û em jî xeta sêyemînin. Niha di Sûriyê de di piraktîkê de ev heye, ewa ku dewleta Sûriyê dike rast nîne, ewên ku binavê dijberên Sûriyê jî dikin rast nîne û bi taybetî Genf 2 temsîla vê dike. Pêwîste bi rêya diyalog û hevdîtin û pejirandina hev ev pirsgirêk tev bêne çareser kirin. Em demokrasî, azadî û biratiya gelan wek esasê karê xwe dizanin. Li Sûriyê her kes dikare bi nasnameya xwe, xwe îfade bike, heta çi ji xwe re dixwaze divê ji aliyê beranber jî hemen tiştî daxwaz bike. Bi berpirsyartî nêzî hev bibin. Li ser esasekî wiha yekîtî tê durist kirin û dijminatî jî namîne. Em ji Rojhilata Navîn re modelekî wiha pêşniyar dikin. Dive konfedralîzma demokratîk, netewa demokratîk wek esas bê zanîn û pêş bêxîn. Tenê rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn eve ku pêwîste netewe bi bêcudatî bi hev re bijîn û xwedî mafên wekhev bin. Bi nepejirandina hev û din û înkarkirinê re pirsgirêk kûrtir dibin. Divê nasname, ol û çandên cuda bêne pejirandin û bi wê nasnamê xwe birêxistin bikin. Hingî demokrasî yê pêş bikeve û dijminatî û hizra şovînîstî namîne. Naskirina rastiyên Rojhilata Navîn gelekî girînge. Nabe bi hizra rojava nêzî çand û baweriyên rojhilat bibîn, ev yê bibe Oryantalizm. Ger rastiya vira neyê zanîn, pirsgirêk jî çareser nabin. Hêzên rojavayî dema ku behsa pirsgirêkên Rojhilata Navîn dikin, rast nakin, ew tenê li pey pêşxistina armancên xwe ne. Yanî karekterê sîstema wan wiha ye. Mesela bi hêceta rizgarkirina Îraqê ji sîstema dîktatorî ketine nava Îraqê ku modêlekê pêş bêxin, lê li Îraqê çi gûherandinek pêk hat? Tenê gûherandina ku hatiye kirin, hejmara kuştiyan her roj zêdeter dibe. Di navbera tiştên ku dibêjin û dikin nakokî pire. Dizanin xelk têhniyên çine, ji ber wê jî bi navê azadî û demokrasiyê xelkê dixapînin. Amerîka niha li Sûriyê jî hemen karî dike, dewlet û Elqaîde, Elqaîde û Kurd, îslamî û Elqaîde di şer dane. Ewên têne kuştin eskerên Amerîka nînin, di warê aborî de zirarek nagehe Amerîka, hêzekê jî bikar naîne. Piştî şer û bêhêzbûna alîyan, aliyê nêzî xwe yê mezin bike û bikar bîne.

 

_ Gelek caran di ragehandinê de behsa wê tê kirin ku di navbera PKKê, PYDê û dewleta Sûriyê de hevpeymanî û hevgirtin heye, ev çiqas raste?

C. Bayîk: Ji xeynî gotinên wiha çi tiştê wan heye ku me pê reş bikin? carna dibêjin;” PYDê bi Bişar Esed re peywendî heye, rê nadin Kurd xwe birêxistin bikin.” Divê mirov hinek xwedî wijdan be. Partî(KDP) li Hewlêrê bi Sedam re bû yek û Yekîtî(YNK) ji Hewlêrê derxistin, ji mêj da nîne û hemû kesek vê rastiyê dizane. Hema me got PYDê bi Esed re hevgirtin heye, gelo ma bi hevkariya wan kîjan partî û hêz ji Rojava derxistiye? Ger PYDe li gel rejîma Sûriyê karekî wiha kir, hingî em dikarîn bêjîn ku ev gotin rastin, lê tiştekî wiha hatiye kirin? Divê em bizanîn ka kîye van tiştên han pêş dixe? Tenê Partî û hêzên nêzî wan. Lê çaxê ku Yekîtî ji Hewlêrê derxistin, aya ev azadî û demokrasî ye? Li Sûriyê PYDê karekî han nekiribe û bêjin li gel Beşar Esed yekin….û ev çiqas raste û nêzî rastiyê ye? Ger waye, gelo Sedam ji Bişar Esed baştire? Ger rexne li PYDê heye bila bikin û azadin li rexnegirtinê, lê bêwijdanî û derew tenê bi armanca reşkirinê nayê pejirandinê. Heya çaxê têkçûna rejîma Sedam jî wan perê Pêşmergeyan dişand. Ewa ku bixwe kiriye raste, lê karê ku PYDê nekiriye xerabîye? Ev şerekî nefsîye, pêşxistina tiştên wiha şaşe û şermeke mezine. Eger li Rojava an jî her pareke din a Kurdistanê her aliyê Kurd xwedî statu be çi zirareke wê ji Kurda re heye? Niha li başûr Kurd xwedî statu ne, gelo çi zirareke wê ji Kurdên parên din re heye? Siyaseteke wiha çawa tê pejiradin? Tirkiye jî hemen tiştî dixwaze û dike. Çimkî dizane ku hebûna statuyê li Rojava tê wateya bi destxistina statuyê li bakur û rojhilatê Kurdistanê. Ger tiştek ne bi dilê we ye, nikarin bêjin, bila ew tişte nebe. Niha mesela rewşa başûr bi dilê PKKê nîne, ger me rexine hebin emê bigirin, lê nikarîn û vê rê jî nadin xwe ku bêjîn bila başûr tunebe. Ger îmkanên me nebin ku piştgîriyê bidin wan, dikarîn dijminatiya wan jî nekin. Gelo li Rojavayê Kurdistanê tiştên baş rû nedane? Çima vana nayêne dîtin? Ew kesên ku rojane li Rojava canê xwe fîda dikin pêwîste bê zanîn ku ji şexsê xwe re karekî wiha nakin.

 

_ Di rewşeke wiha de “ Kongireya Netewî” yê çawa pêş bikeve?

C. Bayîk: Her kesê ku ji siyasetê fam bike, dibîne ku evane çîrokin. Bi daxistina dergehê sinor û dijayetîkirina hereketekê ku rojane bi sedan bedelan dide, yê çawa kongireya netewî pêş bikeve? Her du li dijî hevin, bi van axaftinan gel nayê xapandin û berdewam jî nabe, çend roj zêdetir nîne. Bi axaftin û gotinê dibe ku raya giştî bixapînin, lê di piraktîkê de çi? Li gor rêkeftina Hewlêr biryar hatibû dayîn ku bi hevre biryarê li ser beşdarîkirin an jî beşdarînekinê di civîna Genv 2 de bidin? Piştre me dît ku Ebdulhekîm Bişar bû bi hevkarê Cebra jî. Lê başe hevpeymaniya Hewlêrê çi lêhat? Her du mecilsan li ser wê biryar dabûn ku bihevre biryara beşdarîkirinê bidin. Sedemên vê dijminatiyê çine? Ji ber ewa ku li Rojava heye bi dilê wan nîne? Kongireya netewî nabe ku di xizmeta yek an jî çend aliyan de be. Divê berê di xizmeta gelê Kurd de be. Ger wihaye her partiyekê kongireya xwe heye û dikare li ser birêvebirina partiya xwe biryarê bide. Ferqek di vê navê de heye ku ev kongireya netewî ye. Em tev dizanin ku Kurdistan hatiye dagîrkirin, divê kar û hewldan jêre hebe. Em li ser qedera netewekê biryarê didin, ji ber wê jî divê bi berpirsyartî nêzî vê meselê bibîn. Ji ber wê jî pêwîste Kongireya Netewî bê lidarxistin û tiştên sereke wek esas bêne li ber çav girtin. Bêgoman ev karekî girane, lê a girîng pêkanîna kongirê ye ku xewna dîrokî a her Kurdekî ye. Ev şexsiyetê dide Kurda, hemû biryarek destpêkê nayê dayîn, ev karekî bi zehmete, divê kar jêre bê kirin. Ev hurmetekê dide Kurda, kesayetiya Kurd ava dike

.

_ Pir spas dikim ji bo bersiva pirsan.

C. bayîk: Spas ji we re jî ku ji wê rêya dûr hatine serê çiyayên Kurdistanê. Hîvîdarim rojnamevan û saziyên ragehandinê bi li ber çavgirtina pirensîpên durist û exlaqî ên ragehandinê karekî bikin ku hemû partîyên siyasî bibine xwedî stratêjiyek hevgirtî û wekhev. Her kes di xizmeta vê rêbazê de be, deriyê dilê me tim jêre vekiriye. Lê ewên ku rastiyan nabînin, divê bizanîbin ku rojekê yê li hemberî dîrokê sertewandî û şrmizar bibin. Rewşa me îsal pir başe û hîvîdarim ku îsal li bakurê Kurdistanê pêngavên mezin ber bi pêşve helînîn.

 

Rewanbej.com

 

cemilbayik2 cemilbayik3

dîtin: 554

Pêveker:

kakşar oremar pirsî serokê konseya pkk cemil bayik bersivand