• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kalkan naveroka civîna PKK aşkira kir

Kalkan naveroka civîna PKK aşkira kir


barkirin: Gulan 13, 2015, 4:57


Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser civîna Komîteya Rêveber a PKK’ê ya di vê pêvajoya krîtîk de hat lidarxistin daxuyaniyên girîng da. Kalkan ragihand ku AKP’ê ji mêj ve dawî li agirbestê aniye û Pêvajoyeke nû ya êrîşê hatiye destpêkirin. 


Kalkan di bernamya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de diyar kir ku di 5-6-7’ê Gulanê de Komîteya Rêveber a PKK’ê civiya ye nîqaşên demên dawî, rewşa heyî ya pêvajoyê û hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine nirxandin.


Kalkan got: “Bi fermana Tayyîp Erdogan re, bi biryara dewletê re pêvajoya çareseriyê hat sekinandin. Pêvajoyeke nû ya êrîşê hat destpêkirin.” 


teqez li wê yekê jî kir Dûran Kalkan got: “AKP’ê ji mêj ve dawî li agirbestê aniye, lê bi helwesta tevgera me û gerîla ya li gorî helwesta Rêber Apo, pevçûn naqewimin. Lê ev her tim bi vî rengî nameşe, ne diyare sibe wê çi biqewime.”


Li dawiya axaftina xwe de Kalkan bang li raya giştî ya Tirkiyê kir û got: “Bi helwesta raya giştî pêşî li AKP’ê neyê girtin, divê her kes zanibe ku wê pêvajoyeke nû ya pevçûnan destpê bike. Di rewşeke bi vî rengî de eger pevçûn destpê bike bila kesek nebêje ‘PKK’ê ev da destpêkirin’, ‘PKK vê dike’. Em hişyariyê didin raya giştî: Divê xwedî li pêvajoyê were derketin.

dîtin: 422

Pêveker:

kalkan naveroka civîna pkk aşkira kir