• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kamp Armen

Kamp Armen


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Gelawêj 26, 2015, 2:58


Demeke dirêje min diviya werim vî cihî, çend çavderî, agahiyên rasteqîn jê bigirim, piştgiriya xwe li gel Ermenan nîşe bikim. Çîroka vê Sêwîxaneyê(Kamp Armen) seratahiya salên 50î destpê dike. Dêra protestanan ya Gedîkpaşayê ji bo sêwiyên Anadolî yên Ermen qeta binî cihekê vedike. Havînan wê tengî, germ û çiqênê zarokên bêxweyî ji bo jiyînê berxwe didin

.kamp_armen8

1962an weqfa dêra Gedîkpaşayê li Tuzla, erdeke fireh ji bo zarokên sêwî bibe sitargehek  distîne û her sal betlaneyê zarokan ji bo  avahiya sêwîxaneyê bê kedandin dibin wêdê. Her sal heta betlane biqede  zarokan di bin kohnan de li bexçê radizin, her sibê zûzûka radibin, bîrê dikolin, qûmê ji ber perava behre dikêşin, xercê çêdikin û dîwaran li gel ostayekê ava dkin. Bi vî rengî cihê sêwîxaneyê bi keda sedan sêwiyên Anadoliyê temam dikin. Di nav van zarokan de Hrant û Rakel Dînk jî hene… Jixwe hevûdu jî vêdê nas dikin, hê ji zaroktiyê bala Hrant dikêşe Rakel û hezkirineke pak ya zarokane çêdibe li gel wan.

Hetanî avahî bilind dibe pê re darên hejîr, gwîz, çinar… jî pê da bejin didin. Êdin cihê wan î fêrgehê, pirtûkxaneyê, cihê sporê dikeve şixûlê. Di bin daran de dibezin, deydîkê siwar dibin, zaroktiya ko hindik mabû wek tayê bafirokê ji deste wan derketa zeft dikin û bi jiyanê ve tên girêdan.

Piştre…

kamp_armen3

Komara Tirkan vêdê jixwe re wek tehlûke dibîne, piştî salên xweşiyê  desteser dike. Neh caran tê firotin. Vêcarî berxwedaneke fermî û huquqî dom dike. Ta roja 6ê Gulana 2015an bi dozerê sibehek polês û heyhola li gel wan tên ji bo xirakirinê. Beşeke avahiyê ji tihêlê ve xira jî dikin. Piştî xweyî derketina Ermenî û dostê wan kesên ko ji bo xirakirinê hatine şûn ve vedikişin lê şêwazeke din êrîşên xwe dom dikin. Di sedsala fermana Ermeniyan de weke ko dixwazin peyamekê bidin xwendin. Hê jî heman tenêtî, nefî kirin û talan kirin tên ajotin li ser wan. Çawa ko ev sedan salane heman şêwazî  Rûm û Kurd jî bişaftine li van xakan. Lê parlemenên, ciwanên kurd yên birûmet wan tene nahêlin her çiqas barîna êrîş û talan kirina welatê wan  bidome jî bi hestiyarî xwedî li wan dertên.

Vê meselê fikirîm û pêda konaxa Bedirxaniyan ya li girava mezin anî bîra min ko dewlet ewder jî desteser kiriye, firotiye şexsan, Xwedê zanê çend kes firotiye çend kesî. Ez biharekê piştî hatina Sînemxan Bedirxan çûbûm wêdê. Hest û keleke xerîb min hîs kiribû. Niho cihê wê biye pansiyon mixabin. Çend donim erdê Bedirxaniyan dewlet ji deste wan derêxe, difiroşe. Hê jî di deste xelkê de ye!

 

Hevalê min Hamid ev demeke ji bo kare xwe yî vîzeyê wextê xwe li Stenbolê xerc dikir. Car bi car me sohbet dikir, me ger û meşen biçûk li bajêr dikir û me girêkên ramanên xwe wek keziyên dîlberê hêdî hêdî ji hev vedikir. Xwestekên dile xwe, bîranîn û geren xwe, tecrûbe û kerbên xwe, xeyal û mecalên xwe wek çîrokên hezar û yek şevê me ji hev re vekir deriye dil ta dawiya rûh… Min go bira de rabe em herin civata Kamp Armenê, em herin avahiya brîndar bibînin, em herin kulmirovên mîna me bibînin, daku em dax bidin derdê hev. Dostê me Selman hat bi erebê cem me û em lêdan çûn Tuzlayê.

kamp_armen

Em gava gihan baxçeyê hinek şibakeyên şikestî, dîwarên bi dozerê hiweşandine, dar û qirşên têkilhev, didan fêhm kirin ko evder bêxweyî maye. Bi derîkî biçûk ya daran em derbasî hindûr bûn ko li hewşa sêwîxaneyê ye têra xwe mirov û bizav lê hebû. Mileke qada konsertê amade dikirin li holê jî mile din şano dihate lîstin. Herkes bi ken, kûbarî halê hev dipirsîn, henekan dikirin, hinek kes jî di nava baxçê da doş dibûn, hinek kes organize dikirin, hinek kes bi pisîkan dilîstin…yanê xirecirek ber bi çav lê bû. Çavê min hevaleke ji Nor radyoyê nas dikim geriya û qedereke din Arno ket ber çavê min, ew jî bi silav û kenekê hat pêşwaziya min kir û got: ’Ka ev çend deme tu li ku yî em li bendî te bûn’

Min jî bersivand ji ber rewşa siyasî û kar û berên Şahmaranê min derfet nedît lê îro min ew derfet zeftkir û hatim vêdê. Kete pêşiya me di nava baxçê ve me bir ji hêlekê ber bi hêleke din yeko yeko behsa mesela Kamp Armenê kirî. Sî û sê şitlên ji bo bîranîna hevalên li Pirsûsê hatine çandin çend mitro carek derdiket pêşiya me. Sî û sê gulle, sî û sê ciwanên bi hêvî, sî û sê xwîncoyên welat, sî û sê…

Wêneyeke mezin ya Hrant li dîwêr e bala min kişaha. Li raserî deriyên odeyan navê navdar û berxwedêreke Ermenan hatine nivîsîn. Hinek alîkariya madî kesên ko li vêdê xwedî derdikevin hinek kesên din vêdê dikarin bimînin îdara xwe pê bikin.

kamp_armen3

Her tim çay û qehwe civata sohbet geş dike. Ber êvarê gelek kes ji me hatir xwestin, çûn. Ez û Hamid li nav baxçê sohbet dikin bi hêlekê, hevalên din hêla din kom bûne, exleba hevalan jî salona mezin mûzîka dîlanê vekirine reqsa hevalên çiyê dikin. Gazî min jî dikin daku tevlî wan bibim. Ez jî tevlî wan dibim û li gel strana ‘Ha Gerîlla’ em dîlanê digerînin. Piştî demekê hevalên ko ciwanên partiyêne ew jî hatir ji me dixwazin diçin.

Ez û kekê Hamid diçin cihê xwe yî bine darê gwîzan ji bo sohbeta xwe nîvco mayî ya li ser Cezayîrê; civata wêdê, bîranînên wî, çend şibandina kesayetî û xaka Berberiyan û Kurdan, gera wî ya ber bi çiyayên wan… Bişaftîn, hêrsa li hember bindestiyê, kela dilê bindestên li dagirkeriyê re rû bir û mane…

Em îşev nobeda Kamp Armenê dikin lewma radihijin bivirekê hawîrdorê sêwîxaneyê carnan tûrekê diavêjin. Kûçikên me jixwe ji hêlekê livekê hîs bikin diewtînin. Vê tarîşevê ji darên hejîran çend hejîr jî em jixwe re jêdikin. Vedigerin li şaneşînê  gel çend hevalên her yek bi rengeke civakêne, em stranan dibêjin, li ser jinê û sîstema mirovahiyê sohbet dikin, çayan vedixwin.

Piştî bîranînên min ya pişîleyan, hevaleke me gir Yildir dibêje min şiringe tije av dikir û enjekteyî kurmikan dikir ta biteqin, min moriyan dikuştin…bi şehweta birçîtiyê qal dike. Hevalê nermok pisîkê miz dide rûkê xwe tirş dike, dile xwe dixelîne. Hevaleke din Elazîzî û yara wî por sor jî li ser têkilî, astengiyên civakê ya li hember jinê minaqeşe dikin. Lena xanima Ermen jî bêdeng li me gûdar dike. Ez û keke Hamid saetê dinihêrin ber sibehê ye hêdî hêdî ji civatê vediqetin ji bo razanê.

Li qeta jor xwe dirêj dikim bayê hênik pora min dilivîne, çavê min li perda bên xeyala kadizan vedijîne, stêran ji min re dibişire. Helbesteke Melayê Cizîrî tê bîra min ko li ser dihizirim:

‘Şevê zulmat û deryayê

Ji mewcan qet xeber nayê

Şikestî keştiya bayê

Ecacê wê şefeq daye…’

 

kamp_armen2  kamp_armen4  kamp_armen6 kamp_armen7  kamp_armen9

dîtin: 789

Pêveker:

kamp armen