• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kar, karkirin û perwerde(ausbildung) di sîstemên pêşkeftî de

Kar, karkirin û perwerde(ausbildung) di sîstemên pêşkeftî de


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Hêzîran 27, 2018, 2:34


Kakşar Oremar

Di çanada hezaran salan ya piraniya gelên cihanê de„ kar û karkirin“ ruknekî herî esasî yê pêşkeftina jiyanê ye. Di çanda me de li ser kesên karker û xebatkar gotinên balkêş û pirwate hene:“ Destê mandî û westiyayî li ser zikê têr!“, „ Karkerê mala xwe be, daku xoştiviyê xelkê bî!“ û gotineke din jî li ser kesên ku ji karkirinê ditirsin an jî tembeliyê dikin, wiha ye: „ Kar şêre, lê dema te dest pêkir, dibe rovî…“
Di gotinên sade yê jor de felsefeya berdewamiya jiyana hezaran salan a civakê veşartiye. Kîjan netewe û welat di warê karkirinê de xwedî pilan û projeyên kurt û domdirêj bin, yê di hemû waran de bêtir pêş bikevin. Di hin ol û civakên pêşkeftî de karkirin weke îbadeta Xwedayê mezin û ferzekî jiyanê bûye. Olên ku karîne di yasayên xwe de û li gor daxwazên demê reforman pêk bînin, di civakê de jî bûne sebeba xêr û pêşveçûnê.
Welatê Almaniya û gelê wê bi gelek taybetmendiyên xwe yê çê re naskirî ne. Rastgoyî, îrade, bixwebawerî, semîmiyet di duristkirina tiştên ku dihilbirînin( çêdikin ), paqijî, dîspilîn û dehan taybetmendiyên din bûne sedem ku navê Alaman û Almanan di nava koma miletên cihanê de bi rindî bê belav kirin. Mînaka herî esasî ya îspata vê rastiyê jêrxansaziya welatê Almaniya a bihêz di warên aborî, civakî, perwerd, teknologî û hwd li pey bidawîhatina şerê cihanî yê duyê ye. Di van çend salên derbasbûyî de ez li hemû welatên Ewropa geriyame û di warê jêrxansaziyê de ji xeyînî welatê Swîss ti welatekî din biqasî Almaniya pêşkeftî nîne.
Siyasetmedar û desthilatadarên welatên weke Almaniya bi pilanrêjiyên dûrbînane bûne sedem ku sîstemeke pêşkeftî di gelek waran de sal ji sala berê zêdetir reng û rûyê jiyana xelkê bigûherîne. Bi awayekî ku wan bi îmkanên herî kêm karîne jiyaneke xweş ji himwilatiyên xwe re çê bikin, lê mixabin li welatên Rojhilata Navîn tevî hemû „dewlemendiyên ser erd û bin erdê, kan û madenên petrol û zêr û înkanên din yên sirûştî“ carna li hin welatan xelk muhtacî nanê xwe yê rojê ye. Elbete li vira cih û dema wê nîne ku ez behsa cudatiya aliyên„ demokrasî û edaleta civakî “ bikim ku li welatên Rojavayî 100 qat ji yên Rojhilata Navîn û îslamî baştire.
Bi kurtî:“ Di piraniya welatên me de gel li ser„ Golên Zêrê Reş(petrola xaw)“ dimeşin, lêbelê sol di piyên wan de tunene, lê li welatên Rojavayî ku biqasî 1/50 me dewlemendiyên wan tunene, hemû tiştek heye!“
Li ser vê mijarê ez pirî caran ji xwe dipirsim: çima, sedem û heya kengî?!
Belkî sedemeke pêşkeftina welatên Rojavayî „karkirin û teşwîqa xelkê“ ye ku ji bo bêhtirkirina jiyana xwe kar bikin û hîn bibin ku li pey perwerdeyeke baş di karê xwe de bibine kesên bispor anku profesyonal.
 
Rojeke herî xweş
09ê Mai û 180 şirketên xizmetgozariyê, asoyên nêrîna min li welatê ku ez têde dijîm û mala min ya duyê ye, gûherand.
WIPA di du warên „ perewerde û karkirinê“ de hevkariya wan biyaniyan dike ku wek penaber an jî karkerên mêvan tên welatê Almaniya.
Ji roja yekê a çûyîna wira du mamostayên me tevî çend kesên din bi rêk û pêkî behsa pilan û projeyên ji me re amadekirî, kirin.
Cara yekê rêzdar Oliver Baus û piştre jî birêz Ben Schleifenbaum tevî çendîn berpirsên din yên WIPA bi dirêjî behsa wan çend mehan kar û xebata bi me re û armancên hatina me ya vê kursa taybetî kirin.
Tevî xwendin û hînbûna zimanê Almanî, em di kursên wiha de bi tîrekê çendîn nîşanên din jî dikine amanc û di sîstemeke pêşvero de pêş dikevîn.
Ji rojên meha Mai, roja çarşemiyê 09ê Mai ji min re rojeke pir taybetî bû.
Ew demeke dirêj bû ku mamostayê me yê pir hêja rêzdar Ben Sçleifenbaum li ser wê roja girîng zanyarî dabûn me.
Sibeha wê rojê saet 10:35an em li cihê pêşangehê li bajarê Düsseldorf bûn. 10 rûpelên tije nav û info li ser 180 kompanîyên amade di pêşangehê de, li benda mêvanên xwe bûn. Mêvanên ku li pey perwerde an jî ausbildungê bûn û bi hezeke mezin li wan zaniyariyan dinêrin. Bi zimanê Almanî di rûpelê yekê yê wê daxûyanîyê de wiha hatibû nivîsîn:“
180 Unternehmen freuen sich auf Dich
Sollte Dein Beruf nicht dabei sein oder ein Recall unsicher, melde Dich im Foyer bei den Beratern der Agentur für Arbeit, Handwerkskammer und Industrie- und Handelskammer.
Bescheinigungen für die Schule gibt es am Info-Stand der Industrie- und Handelskammer.
Wir wünschen Dir viel Erfolg beim Azubei-Speed-Dating!“(1)
Bi rêya wan 10 rûpelên tije info û navê 180 şireketên hînkariyê mirov dikarî di nava pêşenagehê de bigere û bi gelek kesan re rûne, meşweretê bike û heta pirî caran jî di peydakirina kar de biser bikeve.
Dîmenên wan odeyên ku di du salonên mezin de hatibûn bi cih kirin, rengîn û pir interesant bûn. Em 12 kes tevî zaniyariyên ku rêzdar Sçleifenbaum dane me çûn wê pêşangehê û di çend saetên wê roja germ ku me li wira derbas kirin, pencereke nû ya fêrbûna sîstema kar û awayê perwerdê li ber çavên me vebû. Li wê pêşangehê gelek tabloyên rengîn û balkêş xwe dan xûyanîkirin:


1. Di deriyê ketina hundir de çend kes sekinîbûn û infoyên pêwîst didane mêvanan.


2. Katagoriyeke baş di bicih kirina nunerên şireketan de hebû ka her parek li kû ye û li gor daxwazê mirov dikarîbû li kadroyên wira jî bipirse ka ez dikarim li ser kîjan mijarê biçime kûderê.

3. Li ser her masyekê tabloyekî hebû ku wiha li ser hatibû nivîsandin:“ Wartezone…“ û pîteke mezin a weke A, D, K, C bi hejmarekê pêre hatibû nivîsandin. Mirov hîn dibû ka bi kîjan şirketê re û yê li ser kîjan mijarê meşweretê bike. Mînak li ser mijara karê min tenê cihek hebû ku bi D23 re hatibû diyarkirin û navê şirketê jî LAVALabs bû. Her du kesên li wira bi germî ez pêşwazî kirim û ji hêlekê him bersiv dane hemû pirsên min, hem jî li ser Film, Werbung, Live Media û beşên din yên şireketa xwe agahîyên têr û tije dane min. Min ji wan xwest ku ji bo Ausbildungekê di warê Fotogirafî an jî dukomentationê hevkariyê bidene min, lê piştî ku li Lebenslaufa min temaşe kirin û di Yutube de li karê min nêrîn, gotin:“ hûn di karê xwe de biqasî ku pêwîst be şereza ne, tenê divê karekî peyda bikin û kêmasiyên din yên biçûk jî dikarin ji vir û şûnde hîn bibin. Lê li Almaniya heta ji journalîstên Almanî re jî kar kême, bes em hîvî dikin ku hûnê di TV û ragehandina bi zimanê xwe yê zikmakî karekî baş peyda bikin…“
4. Piştî ku mirov demekê li rawstigeha çaveranî an jî Wartezonê disekinî, ji du kesên rûniştî yek dihat û piştî silav û destdayînê mirov diçû cem wan û dest bi xwenasandin û pirsên li ser nerc û awayê ausbildungê li cem wan dikir. Ew du kes bi rûyekî bi ken û zaniyariyên berfireh bi mêvanê xwe re diaxivîn.
5. Piraniya şirketên li wira li pey kesên ciwan digeriyan û zêdetir jî ausbildung bo wan kesan dihatin pejirandin ku firoşyar/ Verkäufer bûn. Vê jî ev rastî ji mere dide îspatkirin ku li Almaniya hilbirîn û firoşa kalayan bo welatên derve zêde û mesrefa tiştan jî di hundirî welat de zêde ye.
6. Berpirsyarên şirketan tevî ku bi lêvên bi ken û rûyekî xweş pêşwaziya mêvanên xwe dikirin, lê pir jî ciddî bûn û pirsyarên hûr û berfireh li her kesî dikirin. Anku bi hemû hêz û heza xwe dixwsetin ku kesan ji bo perwerdê ber bi xwe ve bikişînin. Wê rojê min dît ku gelek kes biser ketin ku ji bo du heya sê salan di warekî de perwerdê bibînin.
7. Rengînî û delaliya tabêleyên şirketên cûr bi cûr ji hêlekê û ji hêla din jî hatina gelek kesan ku piranî jî ciwan bûn, moraleke mezin dida mirov ku li welatên wiha „ jiyan û qedera generationên nû û ên pêşerojê“ garantîkirî kiye.
8. Di wê pêşangehê de pêşwazî dualî bû: Him xwediyên şirketan bi îsrareke tije hez li mêvanên xwe guhdarî dikirin, him jî mêvan pir bi berfirehî li gel wan diketin axaftin û suhbetê.
9. Nasnameya pêşangehê demokratîk bû û xwediyên şirketan bi dilekî fireh pêşwaziya her kesî dikirin. Ji wan re heza ji hînbûnê re girîng bû ku bikarîbin bo pêşerojê kesîkî/keseke bispor bişînin nava civakê. Ew bi hîvî bûn bi kar û perwerdeya ciwanên jîr re yê bikarîbin reng û rûyê jiyana civaka welatê xwe jî bigûherînin.
10. Min li vira nêrîn û çavdêriyên xwe li ser wê roja dîrokî nivîsîn, lê belkî wêneyên jêr jî bikarîbin hinek gotinên ku min ji bîr kirine bi bîra we jî bînin.
Vê pêşangeha rengîn û dewlemend gelek peyamên girîng bi bîra min anîn. Belkî peyama herî girîng ew be ku: Li her welatekî sedema herî esasî a pêşkeftinê perwerde û li gor şertên demê jî xwe nûkirin be. Bi vê re jî em dizanin ku birêveberên welatên pêşkeftî: diz, fasid, dîktator û antîdemokratîk nînin. Ew çiqas kedkar, semîmî û xizmektkarên civakê bin, yê ewqas jî ji hêla gel ve bêne teqdîrkirin. Yanî gel di biryardayînê de azad û xwedî dengê xwe ye. Kultûra demokrasiyê di van welatan de wiha pêşketiye. Dîmenên ku mixabin em di welatên îslamî de nabînin.
Spas ji bo sazî û mamostayên ku bi teşwîq û hezeke mezin, dixwazin pêşkeftin û bexteweriyê bikene hevalên jiyana me jî.
 
(1). 180 kampanî li benda hevdîtina bi we re ne.
Ger hûn bêkar, karê we tine an jî pêwîstiya we bi hînbûnê heye, bêzehmet bi şiwrmendên ajansên kar, îndustiriyên dest, odeya bazirganî û teknologiyê peywendiyê bigirin.
Ji bo çûyîna xwendingehan belgename di standa zaniyarîyên odeya bazirganî û îndûstirîyê de amade ne.
Ji bo hînbûn û pêşkeftinê em daxwaza serkeftinê ji we re dikin.

dîtin: 184

Pêveker:

kar karkirin û perwerde ausbildung di sîstemên pêşkeftî de