• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Karmendên Herêma Kurdistanê di grevê de ne

Karmendên Herêma Kurdistanê di grevê de ne


barkirin: Rezber 5, 2015, 1:10


Krîza darayî û nebûna mûçeyê karmendan li Başûrê Kurdistanê berdewame û karmendên Herêma Kurdistanê li bajarên girêdayî parêzgeha Silêmaniyê dest bi xwepêşandan û boykota çûna ser kar kirine.

Ligor nûçeyên herêmî, doh (4’ê Cotmehê) Karmendên perwerdê û dadgeha Germiyanê ji ber wernegirtina mûçeyê sê mehan îro neçûne ser kar. Ligor agahiyan karmendên başa jor a temîz, Dadgeha Berayî ya Kelar û Rizgariyê çûna ser kar boykot kirine.

Hêjayî gotinêye mamosta û rêveberên dibistanên bajarê Helebçê li Baxçeyê Giştî ya bajêr kom bibûn û biryara boykotkirina dibistanan dan.

Yekitiya mamosteyên Kurdistanê, liqa Silêmaniyê û Raniyê jî ji roja duşemê heya pêncşemiyê ji mamosteyan xwestine çûna serkar boykot bikin û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwestine di hefteyekê de mûçeyê paşdemayî yê mamosteyan dabeş bikin.

Di daxuyaniya Yekitiya mamosteyan de tevî çend pêşniyaran tê xwestin Hikûmeta Herêmê di hemû sektoran de projeya çaksaziyê rabigehîne û dahata jiyana xelkê têkelî hevrikiyên siyasî nekin.

Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber lihev nekirina bi hikûmeta navendî ya Îraqê re li ser budceya Kurdistanê û şerê bi Grûpa Dewleta Îslamî (DAÎŞ)’ê re di krîza aboriyê de ye û mûçeyê mehanê yê karmendan bi mehan hatiye paşxitin.  Tevî vê jî partiyên siyasî li Herêma Kurdistanê li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevrikiyê de ne.

dîtin: 984

Pêveker:

karmendên herêma kurdistanê di grevê de ne