• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kawa Nemir: Di temenê xwe de, ji nivîsîn, wergerandin û weşandinê û pê ve, min ti karekî din nekir…

Kawa Nemir: Di temenê xwe de, ji nivîsîn, wergerandin û weşandinê û pê ve, min ti karekî din nekir…


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Gelarêzan 6, 2014, 11:22


Helbestvan, wergêrê zimanê Kurdî, kedkarê ziman û wêjeya Kurdî Kawa nemir nêzî 25 salan e ku li ser dika nivîsa kurdî ye. Bê rawestan û bêyî ku xwêdana xwe paqij bike her pênûsê dilivîne… Bi hezaran helbestên Îngilîzî wergerandine Kurdî (Kurmancî). Bi dehan pirtûk wergerandine. Kawa nemir, van 2-3 salên dawiyê bi pirtûka wergera soneyên Shakespeare û amadekirina lîstika Hamlet’ê ya bi kurdî, him li Kurdistanê û Ewropa him li Tirkiyeyê bal kişand.

Nexweşî û operasyonên giring derbas kirin Kawa Nemirê helbestvan. Di jiyana xwe de li himber bablîsokên tofanî hiş û bîra xwe ya qewîn daniye û dimeşe. Carinan ne hewce ye ku mirov pesnê kesan bide, lewre her tişt li ber çavan e, tenê mirov berê xwe bidê û lê binêre bes e. Dibe ku pir caran di medyayê de bahsa karê xwe kiribe jî Kawa, lê ji ber hêjabûna karê wî, min xwest dîsa hinekî qala vê meşa xwe ji şopîner û hezkirên kurdî re bike da ku neqlî nifşan bibe û wî jî texsîr nekir pirsên me yî kurt yên di derbarê wergerê de bi gewreyî bersivandin. Spas ji bo keda wî. (Çiya Mazî)

 

Ç.M: Dibêjin, we 6000 û zêdetir helbestên îngilîzî wergerandine Kurdî. Hemî yê Îngilîzî ne gelo? Di nava çend salan de, bi çi awayî, yên kê ne?

 Kawa Nemir: Rast e, kesên ku behsa vê tibabê dikin, wan ji min bihîstîye. De bê ka min li ser pirsekê ev yek kîngê û li kê derê gotibû, ew nema tê bîra min, lêbelê ji wê hinge û vir ve jî gelek qereçarşem di ser vê yekê re derbas bûn, helbestên min ji Îngilîzî, ji wêjeyên Îngilîzî, Emerîkan, Îrlandî, Keneda, Zelanda Nû û Awistralyayê wergerandî ji 7000 heban derbas kirin. Ev bi tenê helbestên ji kelepora gewre û berfireh a zimanê Îngilîzî ne, ku ta êsta min nejimartîye, lê min birrek berhemên helbestkarên Tirk jî wergerandine Kurmancî, lê heyf û mixabin, heta niha jî pirranîya wan di arşîva min de mane, nehatine weşandin, ji ber ku yan destûra fermî ya çapê ji ajansên wan ên weşanê û ji nûnerên wan nehatîye girtin, yan jî min hew bi xwe re dîtîye ku li pey van karan bibezim. Çimkî yê min îmana min bi xebatê qewî zêde xurt e; bila ez bi vê xebata xwe ya takekesî-dîrokî berdewam bim, bila ev qûça berhemên wergerê, bi qasî dilopeke deryayê be jî, tevî kelepora me ya neteweyî ya wêjeya wergerê bibe, li bîra me ya neteweyî zêde bibe. Heke ez hê li dinyayê xweş, di saxîya xwe de bi çavên serê xwe nebînim wekî bên çapkirin jî, ji min re ne xem e, jixwe piştî mirina min dê gelek canik û camêr bixwazin wan hêjayî weşandinê bibînin. Lê, ez bi serê Kurdistana me ya pîroz kim, ew van xebatan hêjayî ti tiştî nebînin jî, bi qasî serê derzîyê jî dê ne xema min be. Çawa ku Ezra Pound gotîye:

 “Lêbelê mirov ji dêvla nekirinê kiribe

            ev ne pozbilindî ye

Bi camêrî li derîyekî dabe

Da ku Bêpaxavek veke

            Mirov ji hewayê keleporeke zindî dabe hev

yan jî ji çavekî pîr î pak pêtên nevekirandî berhev kiribe

Ev ne pozbilindî ye.

            Çewtî giş di vir de ye, di wê de ye, ku nayê kirin,

giş di jixwebêbawerîyê de ye, ku dudil bûye”

 Di nava çend salan de hatine wergerandin, bi çi awayî, yên kê ne ev helbest?

Di nava 24 salan de, ji jîyana min a li Stembolê heta ya li Ameda paytext, ev xebata min bê westan û rawestan her berdewam bûye ta roja îro. Îcar, çawa ku cenabê te ew pirsa mişt bi bersiv û welamên hizêmetî anîye, kurteya “bi-çi-awayî-bûn”a vê yekê ev e: Di temenê xwe de, ji nivîsîn, wergerandin û weşandinê û pê ve, min ti karekî din nekir, min ne bawer e ji çil salîya xwe û pê de bikim jî. Min mamostetî, karmendî, bazirganî û nizanim çi û çi nekir, ez nebûme îhalecî, nebûme ji serok û rêveberên bêberhem ên PEN û komeleyan. Lewma her tim min karî rojane roj pê ve li ser nexşe û rêya xwe berdewam bim. Ev her wiha bersiv e bo gelek kesên ku qal dikin, hewil didin hesab bikin çi ka ev ast çawa qewimîye. Çi ku carinan ev dengên bê hay û xeber li min tesele dibin, de caran bila mala gerdûna înternetê ne ava be, li derinan dinivîsin jî, ez jî hin caran rastî van nîşeyên “kûr” têm.

 Vêca, ji destnîşankirina mijareke bi vî çendî giring û jîyanî, gelo çêdibe ku ez “megaloman” bim? Naxêr! Bi vê ast û teql û tempoya xebatê ez bi we didime zanîn ku ez jî yek ji wan kesan im, ên ku berdewamkarên kelepora me ya vejandî ne, yên ku rêz û ihtirama wan zêde zêde ye bo dema rabirdû û dema niha ya vê serwet û samana me ya neteweyî, yên ku li ber dewra bêhntengîya giran a salên 90’î, digel her tiştî, li ber xwe dane, li ber xwe didin, çu carî paşekişî nekirine û nakin.

 Li vê cîhana ku tê de tiştekî gelekî asayî ye li dû berhemhênana pisporane di warekî dîyar de ev qas berhem bi helbestkar-wergêrekî/ê re derkevin, êdî me divê vê pirsê ji xwe bikin: “Rast yan jî nerast, min jî armancên bilind hene, lê gelo ez çi qasî dixebitim da ku bikaribim tê de bi ser bikevim wekî ya dilê min bê milê min?”

 Heke na, çawa ku bi Kurmancîya xas a Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen tê gotin, ya baş bila ew herin ber golikan, wan gilî û gotinên kin û dirêj nema bikin.

 Yên kê ne?

Belê, bi qasî ber çavên min ketî, lîsta helbestkar û nivîskarên min wergerandî wiha ye, ku ez ji bo yên helbestkar bibêjim, min ji hindekan 216 helbest wergerandine, ji hindekan 160, ji hindekan 109, ji hindekan 80, ji hindekan 10, ji hindekan jî 3 yan jî 4, lê yên ku wek pirtûk in û hê jî nehatine çapkirin bi qasî 40 heb in: William Shakespeare, Ben Jonson, Edmund Spenser, Geoffrey Chaucer, Sir Philip Sidney, Alexander Pope, John Donne, Sir Walter Raleigh, John Keats, Percy Bysshe Shelley, William Blake, Alfred Lord Tennyson, Samuel Taylor Coleridge, Charles Lamb, Robert Burns, William Wordsworth, Lord Byron, Emily Brontë, Charlotte Brontë, Elizabeth Barrett Browning, Robert Browning, Christina Rossetti, Matthew Arnold, Robert Bridges, Rupert Brooke, Edward Thomas, Wilfred Owen, Siegfried Sassoon, T. S. Eliot, Walter de la Mare, Robert Graves, Thomas Hardy, A. E. Housman, D. H. Lawrence, John Edward Masefield, Hugh MacDiarmid, William Butler Yeats, Patrick Kavanagh, James Joyce, Seamus Heaney, Derek Mahon, Walt Whitman, Edgar Allan Poe, Ralph Waldo Emerson, Henry Wadsworth Longfellow, Emily Dickinson, Stephen Crane, Sara Teasdale, Ezra Pound, T. E. Hulme, Gertrude Stein, Hilda Doolittle, Amy Lowell, Sylvia Plath, Ted Hughes, Anne Sexton, Marianne Moore, Elizabeth Bishop, Langston Hughes, Simon Armitage, Robert Creeley, Oscar Wilde, Douglas Dunn, Ernest Hemingway, Herman Melville, Tennessee Williams, Samuel Beckett, Alan Paton, Maya Angelou, Charles Simic, Rita Dove, Cathy Song, Edip Cansever, Cemal Süreya, Turgut Uyar, Nilgün Marmara, İlhan Berk, Mehmet Çetin, Yavuz Ekinci…

  Wergera Kurdî ji zimanên din çawa ye bi ya we?

 Bi raya min rewşeke karnavalî heye. Mebesta min ji vê yekê ew e ku êdî li herasa vê meydanê rewşeke cîyê hêwirzeyê, qalmequrtê û hêlehêlê heye. Digel vê çendê, bi min be, ev ne govendeke wisa xweş û ahengdar e. Baş e, tu yê bibêjî, çima? Ji ber ku gelek û birrek kes dixwazin xwe berdin vê qada karnavalî û di vê govendê de xwe kil bikin. (Heke xweş bireqisin, rêz û hezkirina min bo wan pirr zêde ye.) Lê ez xweş dibînim ku ev “gelek û birrek kes” bîr nabine cidîyeta vê xebatê. Li şûna ku ev kes vekişine “odeyên xwe yên xebatê”, mînak, li şûna ku wergêrîya ji hêja Mistefa Aydogan heta bi hêja Ciwanmerd Kulek bi hûrgilî nas bikin, roja pêşîn şitafekê didine xwe, li cem xwe dibine wergêr, roja duduyan jî lotikan didine ber xwe, bêyî ku wî zimanê çavkanî yê bîyanî û hevoksazîya zimanê xwe yê zikmakî bi xweşikî bizanibin, lewma jî zîyaneke zêde giran digihînin hevoksazîya resen a vî zimanê ku gîyanê wî serî danîye ser balîfka nalîkê. Ez pê dizanim ku dê gelek kes dîsa li min hêrs bibin, yan jî dilê xwe ji min bikin, lêbelê ti carî ez ji reş re nabêjim spî. Helwesta min, “bîr”a min, berpirsyarîya min a takekesî ya li hemberî selametîya kelepora me di vê babetê de ji min re xem e.

 Ji ber vê pirsa cenabê te, ez dixwazim bi rêya helbesteke John Keatsê helbestkarê romantîk î gewre yê Îngilîz pirsekê pêşstûyî meydana xulxulayî ya vê xebata bi navê “werger”ê bikim:                   

 Sone

 Ku Min Cara Pêşîn Çav Li Homerosê Chapman Gerand

 Min li gelek welatên zêrîn kir ger û geryan,

            Gelek dewlet û şahînşahên ‘ezîm dîm;

            Li derdora gelek dorgeyên rojava hêwirîm,

Ku tê de dengbêjên dilsoz li ber Apollo digerîyan.

Zor caran ji min re salixê asiwana balûpal dan,

            Li kê derê Homerosê dûrebîn fermanrewa bû;

            Belam min çu carî berzîtiya wê ya xwerû hilnemêtibû

Ta ku min bihîst şûrê şora Chapman da olan:

Paşê min xwe fena yekî çavnêrê esmanan seh kir

            Wek gava ku bikişe biçe nava dîmena xwe felekeke nû;

Yan jî nola Cortezê dilêr, gava ku xwe eylokî kir

            Û awir kuta Pasîfîkê – û peyayên wî hemû

Li hev û din nihêrîn bi ramaneke har û dirr –

            Li ser lûtkeyeke li Darienê, bê deng û beng hemû.

 Rezbera 1816’an                                                                   1816

 Îcar! Ev wergera min a vê helbesta Keats cara pêşîn di nava nivîseke Mazlûm Doxan a der barê wergerê de, di kovara Rewşen-Nameyê, hejmara pêşîn, bihara sala 2002’yan de belav bûye. Çîroka Keats li gel vê helbesta xwe wiha hatîye: Charles Cowden Clarkeê rêberê wêjeyî yê John Keats ew kes e, yê ku rê li ber xistîye wekî Keats wê wergera xurt a ji Homeros nas bike û bixwîne, ku helbestkar û şanonûsê Serdema Elizabethê, George Chapman ew wergerandîye û wergereke navdar e. Clarke û Keats rojekê li mala Clarke bi şev pê ve ew werger bi hev re xwendine û Keats di berbangê de rabûye û bi peyatî berê xwe daye mala xwe. Bi gihandina ku xwe gihandîye mala xwe, Keats ev sone nivîsîye û di saet dehê heman beyanîyê de jî tevî nameyekê ew gihandîye ber destê Clarke. Bila ew Apollo, Cortez, Darien û nizanim çi bimînin li hêlekê, pirsa min ev e, ku divê her wergêrekî/e Kurd ji xwe bipirse: “Gelo berhemeke ku em werdigerînin zimanê xwe yê zikmakî yê gewre çi qasî tevî milkê te yê neteweyî dibe û, piştî te, çi qasî kartêkê li nifşên xwîneran dike?”

An ku mesele ne ew e ku em pirtûkxaneya xwe bi tonek wergerên qels, çilmisî, badilhewa tijî bikin, di civat û caxîyên xelkê xerîb de pif bikinê, xwe jî, wan jî bixapînin. Lewma werger ji wê yekê re heye, ku pêşî divê bikaribe kartêkê li gorankarîya civaka te bi xwe bike, bibe tiştekî ku civak bikaribe jê sûdmend bibe û ewilî di dilê xelkê te bi xwe de deng vede, dilê neteweya te, xwedanê zimanê te lê spî bibe. Yan na dê gelek wergêrên Kurd belasebeb xwe biêşînin, heta hetayê li avê bikolin û Xwedê jî xêra wan nanivîse.

 Helbet di tevahîya van gotinên xwe de ez qala Bakurê Kurdistanê dikim, çawa ku tê zanîn, di vî barî de tewawîya Kurdistanê babeteke aloztir e.  

 Wek nîşeya dawî li vê bareyê de, helbet min navê di vir de dubare behsa wergera ji zimanê yekemîn bikim. Yên ku dil dikin, dikarin berê xwe bidine gotinên min ên deh panzdeh sal berê, ku di hevpeyvînan de belav bûne, zêde zêde bûne cîyê berhevdanê.

 Çima wergerandina helbestan ji Kurdî bo zimanên din hindik e, yan tine ye? Bi ya we hewce ye, yan na?

 Ne cîyê gumanê ye ku di warê wergera me de lawaztirîn beş ev beş e. Qesta min ji lawazbûna wê hindikbûna wê ye, tew ji hindik jî hindiktir e. Lewma mixabin bo niha ne babetek e, ku em bikaribin li ser biaxivin, ji ber ku kereseyên wê nînin, kelepora wê nîne… Lêbelê ji hewcebûnê jî hewcetir e wekî yên ku bikaribin, divê ew xwe berdine vê meydanê. Cîhan kelepora dewlemend a helbesta Kurdî nas nake. Xelkên bîyanî pexşana me ya di qonaxa geşepêdanê de nas nakin. Ev kar û barekî giran e, ku heyf û xebînet e dîyasporaya Kurdan di nava qonaxan re nekarî bi têra xwe bi xweşikî pê rabe. Îro ro rewşa vê yekê ev e û meydana xebatê jî li ber me ye. Qonaxa vê xebatê û qonaxa ku tê de Kurd li cîhanê bi şêweyekî civakî, çandî, wêjeyî û polîtîk jî bên naskirin (recognition), ev her du qonax hevterîbî hev in û bi xurtî pabendî hev in. Em bi stûxwarî û bi hesta bindestîyê ya malkambax ji xwe re xeyalan çênekin. Li ser sehneya vê cîhana me, parîyekî jî, yek bêyî ya din çênabe, bi ser nakeve.

(Çiya Mazî-Kawa Nemir) 05.11.2014

 Kawa Nemir

Kawa Nemir helbestvan û wergêrekî kurd e. Di sala 1975’an de, li Bakurê Kurdistanê, bajarê Îdirê ji dayîk bûye. Helbestkar, wergêr û edîtor e. Di 2004’an de, Weşanxaneya Bajar damezirand, piştî çapkirina çend pirtûkên werger û telîf, ya weşanxaneya feramoş kir. Nêzîkî 7 salan edîtoriya kovarên mehane yên wêjeyî, Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê kir.

Wî heya niha ji gelek helbestvan û çîroknûsên îngilîz , îrlandî û amerîkî helbest û çîrok wergerandine kurmancî. Li gor daxwiyaniyên Kawa Nemir bi xwe, wî ji 6000 hezar û pêncsedî zêdetir helbest wergerandine bo kurdî. Kawa Nemir heya niha bi tenê ji îngilîzî 54 pirtûk wergerandine. Her wiha li gel van jî, wî şeş cild antolojiyên helbestan amade kiriye, ko her ji wergerên wî pêk tên. Antolojiya Helbesta Îrlandî, Antolojiya Helbesta Îngilîzî, Antolojiya Helbesta Amerîkan.

Niha hê jî, ligel weşangeriyê, karê wî yê esasî helbest û werger e. Niha Weşanên Lîsê de editoriyê dike.

Berhemên Kawa Nemir:

Selpakfroş,helbest, 2003, weşanên Rewşen-Nameyê, Stenbol

-Bîşenga Deşta Dûr, helbest, 2006,Weşanên Lîs Amed

-Salname, Helbest, 2009, Weşanên lîs, Amed

-Çavdêriyên Barbarekî, Çîrok, 2011, Weşanên lîs, Amed

-Bêdengî û Tiştên Din, Helbest, 2012, Weşanên Lîs, Amed

 

   Lîsteya dawî ya wergerên Kawa  Nemir:

– Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, Jiyana Rewşen, 2000
– Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, helbest, Sî, 2002
– Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, helbest, Bajar, 2004
– Welatê Bejî û Deh Koroyên “The Rock”ê, T. S. Eliot, helbest, Bajar, 2004
– Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound & T. E. Hulme, helbest, Bajar, 2005
– Sisli Şehir, Jan Dost, roman, Beybûn, 2006
– Pûşpera Gêlazan / Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, helbest, li gel Lal Laleş, Lîs, 2008
– The Complete Sonnets of William Shakespeare / Hemû Soneyên William Shakespeare, helbest, Lîs, 2010
– Diyarbekir El Sallıyor/Diyarbekir Dest Li Ba Dike/Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo Kurdî û Îngilîzî, Lîs, 2011
– Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo Kurdî, Lîs, 2011
– Taxa Filla, Migirdiç Margosyan, kurteçîrok, wergera wê ya bo Kurdî, Lîs, 2011
– Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, helbest, Lîs, 2011
– Piling, William Blake, helbest, Lîs, 2013
– Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şano, Lîs, 2013
– Hamlet, William Shakespeare, şano, Lîs, 2013
– Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, Doğan Kitap, 2013
– Tramwaya Viyanê, Tennessee Williams, şano, Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, 2013
– Bartlebyê Nivîsevan, Herman Melville, novel, Lîs, 2014
– Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin, Stephen Crane, helbest, Lîs, 2014

 Wikipedia (kurdî)-Rewanbêj

 

dîtin: 675

Pêveker:

kawa nemir: di temenê xwe de ji nivîsîn wergerandin û weşandinê û ve min ti karekî din nekir…