• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
KCK: emê jî yê ku li himber gelê me sûc kiribe binçav bikin…

KCK: emê jî yê ku li himber gelê me sûc kiribe binçav bikin…


barkirin: Gelarêzan 19, 2014, 11:09


Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî pêşketinên dawiyê daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê destnîşan kir ku desthilatiya AKP’ê di polîtîkayên xwe yên qirkirina siyasî-çandî ya li ser gelê Kurd de bi israr berdewam dike. KCK’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hikûmeta AKP’ê li aliyekê di nava civakê de hêviyan şîn dike, lê li aliyekî din bi dehan Kurdan binçav dikin, îşkence dikin û digirin.

PÊŞÎ HEBÛNA KURDAN QEBÛL BIKIN

KCK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Ev pêkanîn çavkaniya xwe ji hişmendiya qebûlnekirina hebûna gelê Kurd digire” û wiha domand: “Ne mimkun e ku ji xwediyên van polîtîkayên ku hebûna gelê Kurd qebûl nake çareserkirina pirsgirêka Kurd bê hêvîkirin û bi vê hişmendiyê re mûzakere jî nayên kirin. Ji bo mûzakere û çareseriyê divê beriya her tiştî desthilatiya AKP’ê hebûna gelê Kurd qebûl bike, rêzê nîşanî vê yekê bide û di qanûnên Komara Tirkiyeyê de cih bide vê yekê. Bi desthilatiya AKP’ê ya ku hebûna gelê Kurd nas nake û di polîtîkayên xwe redkirin û înkarê de israr dike ti mûzakere nayên kirin. Ji bo çareserî û mûzakereyê naskirina hebûna gelê Kurd şert e. Ger hikûmeta AKP’ê vê yekê qebûl bike û ji raya giştî re aşkera bike, wê demê behsa samîmiyetê dikare bê kirin. Berevajiyê vê yekê, heta polîtîkayên şerê psîkolijîk û qirkirinê yên li ser esasê hemû cure redkarî û înkarê hebin, wê gelê Kurd têkoşîna xwe ya ji bo parastin û azadiya xwe bi her awayî bidomîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku AKP bi qanûna xwe ya ewlekariyê rayeya hêzê ji bo leşker û polîsan zêde dike û ji bo girtin û binçavkirinên komî yên li dijî gelê Kurd û her kesî cesaretê dide polîs û leşkeran. KCK’ê destnîşan  kir ku israra hikûmeta AKP’ê ya di operasyonên qirkirinên siyasî-çandî yên li hemberî gelê Kurd berdewam dike û got:

 “Di van rojên dawiyê de bi awayekî berfireh li Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî û çandî pêk tên. Divê ev operasyon weke sedema serhildanê bên dîtin û bi berxwedanê bersiva van operasyonan bê dayin. Divê ti welatparêz û berxwedêrên Kurd li hemberî operasyonên qirkirinê yên çandî û siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê meşandin bê deng nemînin, divê hêzên polîsên AKP’ê bi rehetî nikaribin ti kesî binçav bikin. Divê her girtinek bibe sedema serhildanan. Ev serhildanên gelê me rewa û mafdar e. Gelê Kurd têkoşîna azadî û parastina xwe dimeşîne. Hikûmeta AKP’ê ya ku her tim bi lidarxistina operasyonan dixwaze vîna gelê me bişkîne û hêzên li ber xwe didin teslîm bigire, polîtîkayên zordar dimeşîne. Em hikûmeta AKP’ê careke din hişyar dikin. Ger operasyonên qirkirina siyasî û çandî ya li hemberî gelê me berdewam bikin, em ê mafê xwe yê bersivdanê bi kar bînin. Em ê jî kesên ku li hemberî gel sûc dikin û zextê li gelê me dikin; binçav bikin, bigirin û hiqûqa xwe bi xwe pêk bînin.”

ANF

dîtin: 418

Pêveker:

kck emê ku li himber gelê me sûc kiribe binçav bikin