• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Keçek Kurd gihêşte Holywod

Keçek Kurd gihêşte Holywod


barkirin: Sermawêz 9, 2013, 2:15


Dîlan Gûn, keça Kurd ya bakûrê Kurdistanê ku li welatê Siwêdê rûdine û heya niha beşdarî li 30 filman û karên şanoyê kiriye.

Dîlan Gûn a temen 26 salî, bi niyaze beşdarî di filmekî Holywodê de bike ku biryare di payîza sala bê de bikeve ser ekranên sînemayê.

Ji ber şoxûşengî û bejna wê ya xweşik, Dîlan Gûn, dişibe xanima ektera Emerîkî (Kilêr Forlan) û ji ber wê yekê jî keça Kurd bala derhênerên dibiwarê sînemayê de kişandiye û wê heya niha beşdarî di 30 filmên dirêj û kin û karên şanogeriyê de kiriye.

Dayîka Dîlan ji bajarê Bedlîsê a bakûrê Kurdistanê ye û bavê wê jî ji Enqerê paytexta Tirkiyêye, ew bi xwe jî li bajarê Stokholmê paytexta Siwêdê jidayîk buye.

Dîlan ew yek red kiriye ku Tirk be, çûnkî pêştir rojnameya Miliyet a Tirkî di çavpêkeftinekê digel de, Dîlan weke ekterekî Tirk dabû naskirinê, lê belê ev keça Kurd teqez li wê yekê dike ku ew Kurde û ne Tirke.

Li barê beşdarîkirina di fîlma Holywodê de jî Dîlan Gun dibêje: Heya niha min gelek kar kirine û min glek ked daye, xwesteka min hebû, min hewl da, dawiyê ez biser ketim.

kchakwrd9122013-1

kchakwrd9122013-2

kchakwrd9122013-3

kchakwrd9122013-4

kchakwrd9122013-5

kchakwrd9122013-6

kchakwrd9122013-7

kchakwrd9122013-8

dîtin: 457

Pêveker:

keçek kurd gihêşte holywod