• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kemal Tolan bi Şekroyî Xudo Mihoyî re-Hevpeyvîna Dîrokekê

Kemal Tolan bi Şekroyî Xudo Mihoyî re-Hevpeyvîna Dîrokekê


barkirin: Hêzîran 26, 2013, 2:56


 

Min ev hevpeyvîna li xwarê roja  18. 10.2004ê li Oldenburgê li mala Dr. Eskerê Boyik bi Prof.

şekroyê Xudo Mihoyî re pêk aniye.

Kemal Tolan

– Hûn dikarin ji kerema xwe re di derheqê jiyana xwe de hinek agehdarî bidine xwendevanan?

– Ez li Ermenîstanê gundê Êzdiyan -Elegezê bûme. Min dibistana ortê li gundê xwe temam

kiriye. Pa şî xwendina bilind (aliyê dîrokê da) du sala li gundê xwe wek dersdar xebitîme.

Gava „Rêya Teze” di sala  1955 an de dîsa destpêkir derket (di sala  1938 de ew hatibû girtin),

gazî min kirin, ku wê rojnama me ye kurdî de wek serokê be şekî bixebitim. Salekê  şûnda ez

kiv ş kirim katibê çabdar-cîgerê berpirsyarê rojnamê. Sala  1960î ez derbazî xebata ulmiyê bûm

li Instîtûta Rohilatzaniyê ya Akadêmîya Ermenistanêye zanistiyê, li be şê Kurdzaniyê. Sala

1963 a min dîsertasîya kandîdatiyê(doktoriya yekê) xweykir derheqa tevgera Kurda li ba şûrê

welêt pa şî  şerê cîhanêyî dûda. Sala  1977 a li Moskvayê min disertasiya doktoriyê(ya dûda)

xweyîkir li ser pirsgirêka Kurdaye netewîyê li Iraqê. Ji sala  1968 a heta sala  1976 cara

yekemîn min pirogiramek çekir û li Unîversîtteta Yerevanê leksîya xwend derheqa dîroka

Kurdîstanê da. Sala  1983 a navê Profesoriyê stend. Ji sala  1981 heta sala  1994 a serokê be şê

Kurdzaniyê bûm(li Instîtûta Rohilatzaniyê). Sala  1990 î hatime bijartinê endem- miqaledarê

Akadêmîya Ermenîstanê ye zanistî, sala  1996 a hatim bijartin akademîk. Sala  1993 a li

Moskvayê Navenda Lêkolînên Kurdî hat vekirin, professor û doktorên S.Petersburgê û

Moskvayê yên endamên wê, ez bijartim wek serokê wê. Heta niha wî karî dikim.  ş0 pirtûk û

sedî zedetir gotarên zanistî min li ser dîroka Kurdîstanê çapkirine, payê pirê ser dîroka

Kurdîstana Ba şûrin.

– Hûn dikarin ji me re hinekî jî derheqa malbata ku hûn tê da mezin bûn e gilî bikin?

– Pê şiyên min di sedala XIX a ji Qersê reviyane hatine Rusiya yê (herêma Ermenî a). Sala

19 ş8 a eskerê “roma re ş” kete gundê me Elegezê û temamiya mera qir kir, nava wan da usa jî

kalkê min Miho û herdû birê wî Elo û Egît. Gi şt hatibûne serjêkirin. Bavê minî rahmetî digot,

wekî ke şekî meytê merivê xwe nasnekir û gi şk mezelekî de defandin. Bavê min Xudo, birê wî

şevav û Memûd etîm mezin bûn. Wexte dîwana Sovetê ( 1927- 1930) bavê min li eskeriyê

qulix kiriye, û pa şê demeke dirêj nêzîkî çil salî serokê çend gundên Êzdiyan yên navça

Elegezê bûye. Çar sala buye endamê komîta rêvebir ya Federasiyona Pê şkovkazê. Sala  198 ş

ê bavê min, ya  1983 a daîka Meyanê çûne remetê. Em çar bira û çar xû şk bûn. Dû bired min

Egît-pê şê xwe va mamoste-fîlolog bû, serokê be şa edebyetê ya “ Rêya Teze”, avtorê romana

“Dê û damarê”, Tîtal- fêzîk, serokê gunde Elegezê, xû şkên min Kawê û Zînê dersdarên

dibistanê bûn çûne rehmetê. Birê min bicûk Georgî doktor profesorê doxtrî , niha li

Amerikayê ye. Herdû xu şkên min e mayîn xwendina bilind standine û dersdarin.

– Dema desthilatdariya Yekîtiya Sovyetê da rew”a Kurdan (Êzîdiyan) ku li wur dijîtin çawa bû

û dewleta Sovyetê çi alîkarî da wan?

– Pa şî têkçûna Yekîtiya Sovyetê û sîstema sosyalîtiyê derheqa neheqî, dîktatorî û gaz-qusûrên

Sovyetîstana berê pir hatiye û tê nivîsar. Lê, bi dîtina min gelek ti şt jê her tenê bi rengekî pir

negatîv û re ş hatiye û tê nivîsandin. Deynê her dîrokzanekî û pisporên deheqa pirsên civakê

dinivîsinin ewe, weke derheqa her buyerekî dîrokîda rast bê nivîsar, ti ştên pak û xirab bi nav û qîmetê xweye çawa hene ûsa bene dîarkirin. Bersiva rast ya pirsa we ewe, wekî gelek kêmasî

û qisurara tevayî(wek hebskirina mirovên bê guneh- Erebê şemo, Heciyê Cindî, Cangir Axa û

yed mayîn, sirgunkirina Kurdan, ji êzdî û musilmanan û ti ştên dîn) gelek ti ştên ba ş jî hatin

kirin ji bona kemnetewên Sovêtîstanê, nava wanda ûsajî Kurdên êzdî û musulman. Kurdên

êzdî ji xezeba berê xilaz bûn. Êdî wek berê bona êzdîtîye tû kesî tedeyî li wan nedikir.

Zordayîn li ser wan tûnebû. Dergê xwendinê, kar-xebata pir hindikî li ber wan vebû.

Extiyarên êzdîyan û Kurdên musulman bûn wek yên hemiy netewên Sovîetistanêye biçûk û

mezin. Bi reqemeke mezin merivên xwendî pe şda hatin, wek endemê parlamentên Yekîtiya

Sovîetê û Ermenîstanê Kurd hatin bijartin, derge-dîwan ber wan vebûn û qulixên bilindda

hatin kiv şkirin, ulmdar û nivîskar pe şda hatin…. Rojnama Kurdî , xeberdanên radîoyêye

Kurdî, koma nivîskarên Kurd rex Tifaqa nivîskarên Ermenîstanê, para kurdzanyê li înstîtûta

Rohilatzanyê, Tîatroya Kurda ya Elegezêye dewletê (sala  1938 heta  1948) û çend ocaxên

çanda Kurdiye mayîn li Ermenîstanê kardikirin. Usa hat stendin, wekî pa şî  şerê cîhaniyî yekê,

xezeba ku li Turkiyê dihate serê Kurdan û bawer bikî tû ocaxên çanda Kurdî ne li Kurdîstanê,

ne jî ji jê der tunebûn, Sovyetîstanê da êpêce ti şt dihat kirin ji bo xweperastina kurdîtiyê. Di vî

karîda payê pire Kurdên êzdî dixebîtin. Ew karê ku hat kirin bû berbînî heta dema nû – salên

50-60 î – gava kar û xebata lekolînî û agehdarkirinê derheqê Kurd û Kurdîstanê da kete

me şeke pe şdaçuyîveye nû.

– Hûn dikarin ji me re hinekî dinê jî besa Kurdzaniya li Sovyetê û xisûsî li Ermenîstanê da

bikin?

– Ji destpêka zemanê sovyêtê da heta niha li Rûsyayê û Ermenistanê karekî mezin hatye kirin

ji bo pê şdaçûyîna kurdzanyê. Di vê holê da gelek rew şenbirên miletên mayîn jî karekî ba ş

kirine. Lê giranya hîmlî li ser milên Kurdên êzdî bûye. Xebatên profesorên navdar Heciyê

Cindî, Qanatê Kurdo, Emînê Evdal, Çerkezê Beko, Meksîmê Xemo, Zera Usib, şekroyê

Xudo, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Xalîd Cetoyêv, Memoyê Xalit û geleked mayîn emekê

berbicavin di karê Kurdzaniyê da. Lazime bê gotinê, wekî ev karê Kurdzaniyê dihat

amedakirin ser hîmê resmî(fermî) û vê dereceda pir mezine emekê ulmdarên Rûs û miletên

mayîn. Laîqî bîranînêye navê akademîk Iosêf Orbêlî, Olêg Vîlçêvskî, Iosîf Sûkêrman,

Margarîta Rûdênkoê, Yêvgênîa Vasîlyêvayê, Iraîda Smîrnovayê û yed mayîn. Çawa zemanê

Sovyetê da, usa jî niha Kurdzanî hesab dibe be şekî rohilatzaniyê û xebata wê tê pilankirinê.

Ti ştekî eyan û e şkere ye, wekî zemanê Sovyetê da Ermenîstan bû navendeke naskirî di karê

Kurdzanînê û pe şdebirina çanda Kurdî da. Sala  1959 a li Sektora rohilatzaniyê ya tezevebuyî

da usa jî be şê Kurdzaniyê vebû û serokatiya wê dikir Prof. Heciyê Cindî. Çend salan  şûnda

ew xebat Dr. Xalit Çetoyêv berdewan kir. Ji sala  198 ş –  1994 a serokê be şê Kurdzaniyê

Instîtûta rohilatzanê (Yerîvanê) Prof. şekroyê Xudo bû. Vê gavê ne weke berê, lê dîsa jî çend

ocaxên çanda Kurdan li Ermenîstanê hene.

– Çima pirsa Êzîdiyatiyê di dawiya salên 80 ê de li Ermenîstanê pê”da hat û kê ew pirs anî

holê?

– Nezîkî têkçûna sîstema Sovyetê, îlahî pa şî herfandina wê, pirsa netewtiyê û peywendiyên

nava mileta da tevlîhev û xirab bûn. Nasiyonalîzmê pêl da û gelek xirabî pe şda anîn. Di pirsa

ezdiyetiyê, cî û rola wê di nava Kurd û Kurdîstanê da karekî gelekî xirab kir Partiya tevgera

Ermeniya ye hemnetewyê, hinek grûbên Ermeniyan yên pa şverû. Bi helana wê û

desthilatdarêd dîwana teze grubeke ezdîyên cahile nîvxwendî ezdîtî û ezdî raberî Kurdan û

Kurdîstanê kerin, gotin: “em ne Kurdin”, dijî rew şenbîrên Kurden ezdî  şer-dew kirin, cî-ciya

anjotine ser wana.

 

Çi bû mana vê yekê? şîrovekirina wê dirêje. Bi krtî bersîva wê eve:

Dîwana teze xwest Kurdên êzdî û musulman ju hev biqetîne û wan berî hevde.

Çend ezdîyaen dûr nedîtî û ma şoqên qulix û kursiya bi destî “ezdiyatiyê” xwestin karê

bistînin, bibine merivên “navdar” û bi îzbatî avê bikin li ser a şê dujminên Kurd û Kurdîstanê û

ezdiyan ji pêra. Em wê jî bêjin, wekî siyaset û karê himberî hevkirina ezdiyan û Kurden

musulman ji terefê gelek rew şenbîrên Ermeniya ve hat retkirin,  şermezakirin û gunekarkirinê.

Prezêdentê Akademîya zanistî ya Ermenîstanê, ulmdare mezin û deneyan Vîktor

Hambarzûmyan gazî min kir, kirinen vî cûreyî gunekarkir û got: “Eger di vê pirsê da çi arîkarî

lazime ezê bidime we”. Profesorê Ermenî Parûyr Mûradyan derheqê vê pirsê da miqaleyeke

ba ş nivîsî bi ermenî û kurdî rojnemê Ermenistanê da we şend. Wî gotara xwe da dida kiv şê,

wekê ti ştekî bêrûmete bona armancên siyasîye ne temîz ezdiyan ji Kurdan biqetînin. Lê

mixabin dîwana teze ev siyaset berdewam kir û îro jî li Ermenîstanê grubeke piçûk ala

“ezdiyatiyê” xwe re kirine karê tûcaretê û destê dîwane da bune faktora perçekirina olka

Kurda- ezdîya.

– Gelo kara Êzîdiyatiyê di vê pirsgirêka pe”da hatî da heye?

– Ne ku tenê merivên xwendî, siyasetzan, lê her  şexsekî pir- hindikî hayîa wî ji dinyayê,

dîroka me heye nikare nebîne, wekî ew pirsgirêka ku pe şda anîn dijî êzdiyatiyê û êzdiyan bû.

Di olka meye bere da dutîretî çêbûyî, wê dema giranda, gava nasiyonalîzma nexwe ş pêl dida û

extiyariyen kemnetewa pepes dikir, dewsa xwe bikin yek û xwe biparêzin çend xwefiro şa

milet perçe kir û zyaneke mezin ghiande wê.

– Êzîdiyên li Ermenîstanê li dijî vê nerastiyê derketin?

– Kurdzanya cihanê da, di nav pirtûkên ulmdarên mezin da çawa berê, usan jî niha hatye û tê

îzbatkirin, ku Kurdên musulman û Kurdên êzdî netewekin. Dîroka vê pirsê e şkereye. Pa şî

pê şdahatina dînê Mehmedyê (ji qurna VII an) piranya Kurdan, hîmlî bi destê zorê dînê îslamê

qebûl kir. Êzdî ew perçê Kurdan ne, ku ew dîn qebûl nekirine û mane li ser dînê xwe yê berî

îslamê – êzdîyatyê. Ji bo parastina dînê xwe hezar û yek xezeb dîtine. Sed mixabin usa jî ji

terefê be şekî netewa xwe: Kurdên musulman da. Lê  şikir ev yek îdî derbazî pa şla dîrokê

bûye. Îro li ser esasê femdatya netewetya Kurd û Kurdistanê tedekirin li Êzdîyan nayê kirinê.

Û ew kesên Êzdîyan ba şqe dikin û wan û Kurdên musulman radikin dijî hev ew hesab dibin

dijminê him Êzdîyan him jî Kurdên musulman. Min bi xwe pir caran ji birayên meye Kurdên

musulman dîtye û bihîstye, wekî ew Êzdîyan hesab dikin kurdên xalis, birayên xwe. Sala

2002 an li Lali şa Nûranî, wexta rasthatina me Mîrê me Êzdîyan Tehsîn Beg got: “ Em Êzdî

ne, me dînê îslamê qebûl nekirye. Em Êzdî û Kurdê musulman netewekin, netewê

Kurdistanê.” Fikira me sedî sed yeke.

Dinyayê da tu ti şt bê bersîv û e şkerekirin nabe. Ez bawarim wekî derheqa wî karê birûmet, ku

ne tenê Kurdên êzdî û yên musulman, lê usan jî Êzdî bi xwe perçekirin wê hûrgilî bê nivîsar

wek karekî re ş, yê nezan û xwefiro şa.

Di vê pirsêda piraniya êzdiyan dijî wê koma ku êzdî jî Kurdan diqetandin derketin. Temamiya

gunden ezdiyan yên li herêma Elegezê û Talînê(bi serhev 24 gund), gundê şamêramê î mezin

li herêma E şterekê û ya sereke temamiya rew şenbîren me ezdiyan (xênjî dû-sê tûcarên

siyasetê) e şkere gotin, wekî “ em dîne xweva ezdîne, qedrê dînê xwe digrin, lê wek milet em

û Kurdên musulman yekin, em birê hevin, Kurdîstan jî welatê me ye “.

Di vê pirsêda buyareke kiv ş ew bû, wekî sala  1992 a bi înîsîatîva komeke rew şenbîren me bi

serokatiya min: ş.Xudo “Komela re şenbîren Kurd” hat avakirinê ya ku bi resmî hat organîzekirinê û karê xweyî kurdayetîyê pe şda bir. Kongreya komale da serokatiya wêda

hatin bijartine şekroyê Xudo, Eskerê Boyîk, Emerîkê Serdar, Kuyaze Hemêd, Çerkeze Re ş,

Tosinê Re şid, Kerehme Seyad, şerefê E şîr, Karlanê Çaçan, Egîtê Xudo, Georgiyê Xudo,

Têmûrê Xelîl Grî şayê Memê, Rizganê Rocevî û gelekên mayîn.

– Gelo halê rew”enbîriya Kurdan li Ermenîstanê niha çewa ye?

– Sed mixabin, vê gavê rew şenbiriya Kurda li Ermenîstanê ne weke berêye, ne bi karê xwe va

ne, ne bi reqema xwe va. Gelek ji wan a ji welat derketine û çûne yan Rusîyayê, yan jî li

welaten cîhanêye mayîn. Lê yên ku mane anegorî mecal- mikanên heyî karê xwe dikin.

– Hûn ji ber çê ji Yêrêvanê derketin û hîna girêdanên we bi Ermenîstanê ra hene?

– Sala  1993 a li Moskvayê civîna Kurdzanên Rusiyayê da ez hatim bijartinê wek serokê

Navenda Lêkolînên Kurdî. Bi wê yekêva girêdayî ez derbazî wî karî bûm û heta niha di we

qulixeda me. Lê tevgirêdana min bi Ermenîstanêra heye. Heta niha jî ez hesab dibim usajî

xebatkarê Înstîtuta rojhilatzaniyê ya Akedemiya Ermenîstanê zanistiy, xên jî wê wek endamê

vê Akademiyayê tevî kar û bijartinên wê dibim.

– Hûn dikarin hinekî jî qala kar û ciyê xwe yê nûh bikin?

– Weke serokê Navenda Lêkolînên Kurdî karê min ewe wekî: xebata lêkolînên Kurdzaniyê

amade (organîze) bikim û xebata xwe ye zanistiyê berdewam dikim.Vê gavê pirtûka xwe

dinivîsim derheqa prosêsa amedebûna xweserîbûna Kurda li Ba şûrê welet ji sala  1970 an heta

niha. Be şekê wê îdî hatiye nvîsarê. Sala tê ez gotî ya xilazkim û bidim çapkirinê.

Karê min yê esasî yê lêkolînê-tevgera Kurda ya azadarîe ye li Ba şûrê welêt. Neta min ewe

wekî tevî kiteben mine mayîn ser dîroka  şerkarya azadarîêda ev kitêba ku hazir dikim wê

sifete temamiya tevgera Kurda li Kurdîstana ba şûr bîne ber çeva.

Nêta min heye usa jî kitêba derheqa General Mistefe Barzanî da bînime serî. Emir jîyana

pe şîkarê tevgera Kurdayê nemir hîmlî eyane. Neta min ewe, wekî diha zef ser xaraktêrê wî

wek meriv û teko şer biseknim û bidime kiv şê rola wî nava dîroka Kurda û Kurdîstane da. Ev

kiteb çewa jorê me got, wê di cêrga “Giregirên Kurdîstanê da” bê çapkirinê.

– Hûn dikarin ji kerema xwe re hinekî dinê fire bahsa pilanên xebata Navenda Lêkolînên

Kurdî bikin û gelo di aliyê aborî da hûn çawa birêva diçin ?

– Navenda me , çawa min got , di sala  1993 da hat amedekirinê û me di sala  1994 da dest bi

karê lêkolînên Kurdzaniyê kir.

Heta niha me  14 kitêb çap kirine. Nava wan da ya sereke “Dîroka Kurdîstanê” ye, ku bi

înîsîatîfa navenda me 5 Kurdzanên navdar: M. Lazarev, ş.Xudo, E. Vasîlyeva e, M.Hasratyan

û O, Jîgalînayê nivîsîne. Eva pirtuka yekemîne, ku bi akademî li ser bingeha zanistî temamiya

dîroka Kurdîstanê hatiye nivîsarê. Tercîma wê ya Tirkî, ev 3 sal e li Stenbolê çap buye. Ew

usa jî hatiye tercimekirinê bi zimanê erebî, farisî , kurmancî û dimîne wana bidine çapkirinê.

Çewa xwandevanên me zanin gelek pirsên dîrok û çanda me ten falsîfîkasîakirinê (fe şkirinê).

Lewma jî navenda me guhdarîke mezin dide ser wan pirsan yen ku hatine û tên kef şkirine. A

bi vê menê jî me kitebek çap kiriye derheqa zaravê Zazakî da, ya ku bi ulmî îzbat dike, wekî Zazakî perçeyekî Kurdiye. Xebateke bihagirane ktêba derheqê gramara (rezimana) Kurdiye

dîrokî. Eva kitêba yekemîne kurdzanîyê da û li wir ser hîme hemû zaravên Kurdî qanûnên

girameriya Kurdî tên dîyarkirinê. Çend kitêbên mayên derheqa problemên Kurdîstaneye

îroyîndanin……

Pilanên me, yen vir hada çapkirina van pirtûkanin:

Almanxana Kurdî cîlda II(bi rûsî û kurdî), dû yan sê kitêbên bi navê “Ezdî û

ezdiyatî”.Rûpelên wan da em dixwazin bi zimanê Kurdî û Rusî lêkolînan derheqa dînê

ezdiyan da, qewlên ezdiyan û fikir- bîr bawariyên dinê ezdiyara giredayî raberî xwandevan û

ulmdaran bikin; berdenankirina-cerga kitêba bi navê “Giregirên Kurdîstanê”. Kitêba yekemîn

derheqa emirjîyan û felsefe netewetiya şerefxan Bîlîsî da îdî hatiye çapkirine. Pa şê yen

derheqa Mistefe Barzanî, Ehmede Xanî, Mahmûd Berzîncî, Hejar, Cegerxwîn, Qazî Mehemed

û mezinen mayîn…..Niha îdî deste me dane kiteba derheqa belabûna dîne Îslamê li

Kurdîstanê, ku ulmdarê meyî merîfet li Unîversîteta Suleymaniyê hazire kiriye. Xen ji wê em

usa jî konferansa, semînera, ”masê girover” derbasdikin…….

Bersiva be şa duda ya pirsa we bi kurtî ev e:

Mixabin em pi ştegirtiya angorî karê xwe nastînin. Eger ew komekdariya aborî hebe emê

zedetir û ba ştir karê xwe pe şda bime şînin. Qusûra min efû bikin bona vê hevokê : kujan

Merkeza Kurdî ewqas xebat kiriye?..

Hûn dikarin ji me re hinekî bahsa guhartinen siyaseta Rusya ye nû û qewmandinen li

Kurdîstanê da dibin bikin ?

Bersiva vê pirsa heweskar pir mezine. Bi kurtî ez dikarim bejim, wekî di hemû pirsên

navnetewî da pa şî tekçûna Yekîtiya Sovyetê ra guhartin çêbûne. Mixabin ev guhartin di

sîyaseta pirsa Kurdî da nayê kiv şê. Tê texmînkirinê, wekî siyaseta hindava pirsa Kurdî da wê

bere- bere bê guhartinê, çimkû ;

rola faktora Kurdî e şkere bihagiran û zede dibe. Eva prosêseke objektîve û bi wê ra gotî hesab

bûnên.

Prosêsa safîkrina pirsa Kurda di goveka nêzîkî sînor û kara Rusîyayê da, bi vêra giredaî awê

angorî wê siyaseta xwe derbazke.

Niha lobiyeke Kurda ya xurt li Rûsyayê heye û eger tûne çi pêwîste meriv bike?

– Bi dîtina min di vê pirsêda hêçxemî heye. Çawa ew kar gotî bê amadekirinê ? Bersiva vê

pirsê nayê meneqe şokirinê, çimkî hezar û yek cûrên wê hene. Ti ştek e şkereye: ew kar gotî bê

danîne ser hîmekî ba ş. Mîasarkirina wê karê merivên zana, xwedî hurmet û durdîtîne.

– Hûn dikarin ji me re bibêjin, ka niha halê Êzîdiyên li welatên Sovyeta berê çawa ye?

– Mixabin vê gavê Êzdî li Sovyetîstana berê gelekî bela bûne. Piraniya wan li Rusîyayê ne.

Rew şa wane aborî bi temamî ne xirab, dikarim bejim ba şe. Vê gavê li Rusiyayê gelek Kurdên

ezdî xwediyê milyone dolarane. Kurdên ezdî, dostê minî xudan şuret Zêlêmxanê Elik

Mûsûyêv xudanê zavodeke (fabrîke) mezine û eva cara dûdana tê bijartinê depûtatê

(parlamêntarê) parlamênta Rusiyayê, nav û hurmeta wî bilinde. Ez bawerim, wekî yêrên

tazeda jî Kurdên ezdî hêmlê wê dîn û netewatiya xwe biparêzin. Em gi ştik hera “Kurdîstana

azane” gelekî dixwezin seredana zîyarta xwe Lali şa Nûranî bikin. Dawîeda dixwazim wê jî bêjim, wekî pa şî tekçuna Sovyetê e şkere bû, wekê jimara Êzdiya ya rast diha zefe, ne ku bi

statîstîkaye dihate kiv şe. Pa şî ji Ermenîstanê û Gurcîstanê cuyina bi deh hezaran Kurda li van

komara jimara wan wek ya beriya resmî heye…

– Nêrîna we li ser pê”eroja Êzîdiyên li xerîbiyê çawa ye?

– Êzdîtî li xerîbiyê wê bê parastinê eger çend  şertên esasî bên hesabhildanê. Gelekî ferze, wekî

mal-mallet bê xwedîkirinê. Li yêra jîyanê ya berê ew wek qanûn, erf edetên berê berdewam

dibû. Li Avropayê, welatên perê cîhnêye mayên emir, qeyde-qanûnên jiyînê, pewendiyên nav

malê tên guhartin. Eger mezinê malbata bi femdarî nêzîkî emirê teze û xwestin û guhartinan

bibin, nehêlin navbera dê-bavan u zarokên wanda konflîkt pe şda bên û bi wera tevayî ser

dînhebandina xwe bimînin, tradîsîayên ezdîtiyê ba ş biparêzin wê çaxî olka ezdîtiyê wê

brdewam bibe û hê pe şda here. şertekî girîng jî ewe, wekî tevgiredana Êzdiyan bi welatê kalbava,

Kurdîstanê û Lali şa Nûranî ra qewîn be. Ya dawî, xwendina bi zimanê zikmakî, kultûra

netewî gotî bibe be şekî emirê wanî herrojî.

– Li gorî dîtina we, Êzîdiyên di Kurdistana azad da ê ji zulmên berê xilas bibin?

– Ez naxwazim bawarkim, wekî Kurdistana aza da dikarê zulma berê bê serê Êzdiyan.

Rûpelên re ş yen xezeba serê Êzdiya bi destê merivên pa şverû, fanatîkê dîn û hêlanên

dujminên Kurda û Kurdistanê hatine kirinê.

Bi dîtina min Kurdîstana îroyînda femdariya netewetiyê, tegihî ştina wê yekê, wekî ezdiyetî

dînê Kurda yê Xudênasiyêî qedîme û be şekî dîrok û kûltûra me ye îznê nade wekî ew

bextre şîya netwiyê li Kudîstanê dîsa bê weklandinê. Ev bîr bawerî di sîyaseta Kurdîstana

azada te mîaserker.

– Dawiyê da hûn çi dixwzin ji xwandevanê me ra bêjin?

– Ez xwendevanêd we ra xwe şbextiyê dixwazim û hîvîdar im wekî merivekî xwedî xîret û

namûs, li kîjan percê dinyayê dibe bila bibe, gotî emeke xwe bike nava karê bona welatê me

yî aza.

– Ez jî we gelek spas dikim û ji Xwedê hêvî dikim ku hûn jî di saxî û amancên xwe de her

serkevtî bin..

dîtin: 484

Pêveker:

kemal tolan bi Şekroyî xudo mihoyî re-hevpeyvîna dîrokekê