• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kerkuk; Beytulmuqedesa Kurdan

Kerkuk; Beytulmuqedesa Kurdan


nivîskar: Dêrsim Oremar
barkirin: Êlûn 18, 2014, 10:03


Alan kaval

Ji farsî: Dêrsim Oremar

 

Li cadeyekî ku diçe Kerkûkê, bajarê ku çend hefteye ketiye destê hêzên Herêma Kurdistanê, herêmeke suneyan bi navê Haydice heye ku çend roj berê ala Dewleta îslamî ya Şam û Îraqê (DAÎŞ)ê lê hatiye hildan. Jeepên hêzên pêşmergeyan bi lez dizivirin, ajovanê otomobêlekî bêy ku bizane ji xala dawî ya kontrol kirinê ya Kurdan têperiye û beriya ku bi xeletiya xwe bihese nêzî çeperên (DAİŞ)ê bûye.

Sedema xeletiyê eve ku sînor bi temamî nû ye, şêniyên avahiyên betonî yên ewlekaiya Îraqê hatine guhertin, rengên Îraqa federal ji ber tav û tozê şewq û rewneqa xwe ji dest daye, lê hê jî li ser dîwarekî diyare û pêşmergeyên ciwan li W3e derê ala xwe wate ya Kurdistanê daliqandine. Sed metr vêdetir cadeyek ji bin pirekî derbaz dibe ku sînorê derbaz nebûnê diyar dike. Zilamên (DAÎŞ)ê li aliyê din çav li rê ne. Îro şer çênabe.

Gemneralê ku li herêmê hêzên pêşmergeyan rêve dibe, Şêrko fetah dibêje: ”Em li virîn da ewlehiya herêmên ku hêzên Îraqê wala kirine biparêzîn, ne ji bo şerê navxweyî”. Kurdistana Îraqê ku bi giştî piştî şerê kendavê ji desthilata Bexdayê çû der û piştî ketina Sedam husên di qnûna bingehîn de mafê xwerêveberiyê bidest xist, niha bi helweşîna dewleta navendî ya di bin desthilata partiyên Ereb yên Şie de, li bakurê Îraqê şahidê bicîh hatina xewna wxe ya dîrokî ye.

Piştî êrişa Mûsil û navçeyên suneyan ji aliyê grûbên îslamî, netewe perest û beisiyên di bin kontrola (DAÎŞ)ê de, artêşa Îraqê helweşiya, wan li pey xwe bingeh, çek û walatiyeke ewlekariyê bicîh hişt ku pêşmergeyên Kurd hewil dan bi lez û bez walatiya li herêmê nakokî li ser tije bikin. Ji sala 2003ê du partiyên serekî yên siyasî yên Kurd, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîti ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (PUK) bi himûmeta navendiyê li ser wan herêman di kêbirkê de bûn.

Lê bereya rast a şerê nû yê Îraqê li cîhek din e: li bajarên ku ketiye destê çekdarên (DAİŞ)ê. Çekdarên wê grûbê bi çekdar û dilxwazên ku bi giştî bersiva erênî dane fermana Cîhad a mezintirîn pileya Şîeyên Îraqê, Ayetulah Sîstanî di şer dene. Û li kêlek awî şerê olî, Kurd çeper û destkeftên xwe qayîm dikin. Sînorekî nû bi dirêjiya hezar û pênce kîlometran ji bajarê Xaneqînê ya nêzî welatê Îranê, heya herêmên Kurdan li Sûriyê ku ji aliyê DAÎŞê ve di bin tehdîdê deye û ji sala 2012ê di bin kontrola şaxê Sûriyê ya partiya Kakrekên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ye.

Li ser hêla ku Îraq ji bakurê rojava heya başûrê rojhilat kirye du par, xalen kontrolê yên belav hene ku sînorê nû yê di navbera Kurdistan û herêmên din diyar dike. Tevî ku carcarna şerên dem kurt diqewimin, lê bi tevahî ji şer dûre. Li gor kesekî şareza ku niha di nav rêza hêzên çekdar deye: ”reqîbê hevbeşê wan, wate hikûmeta navendî ya Şîe, niha li bakurê Îraqê nîne. Berjewendiyên Kurd û Erebên Sune bûye sedem ku qedrê hevdu bigrin û pîvanên cîrantiyê bizanin”.

 

Şandina petrolê bi rêya Tirkiyê

Gor bûna şerê mezhebî li Îraqê di asta herî jor deye. Berjewendiya netewe perestên ereb yên Sune, ku herî zêde tevlî (DAÎŞ)ê bûne, carê rêkeftina bi Kurdan dixwaze. Alîgirekî wan kesan dibêje: ”dibe ku pevçûnû kuştî jî hebin, lê ji ber ku tevgera sune hevgirtî nîne û ne ji aliyê jor destan ve nayê kontrol kirin, naxwaze bedelan bide”. Ew reşş bûye sedema bicîh hatina xwesteka bingehîn a Kurdan li îraqê: kontrola bajarê Kerkûkê, ku ji aliyê nasiyonalîstên Kurd ve bi ”Beytulmuqedesa Kurdan” tê nas kirin.

Li wê herêmê kêmineyên girîng ji Tukeman û Ereb dijîn. Ji sala 2005ê qedera wan bi madeya 140 a qanûna bingehîn ku tucarî pêk naheat hatiye girêdan ku lidarxistina rapirsî û serjimêriyeke giştî ji bo likandina bi Kurdistana serbixwe ve pêşbînî dike.

Li Kerkûkê, vekişîna hêzên Îraqê bûye sedema bihêz bûn û serkeftina Kurdan. Wan piştî êrişa leşkerî ya Amerîkayê bo ser Îraqê, wan dest danî ser cebixane û çekên heyî û niha ku hêz di destê wan de ye, amade nînin bi vegera hikûmeta navendî bo ser desthilatê hêza xwe ji dest bidin.

Bi wî awayî, rewşa awarte û ne aram a navendên qezayî û heyî yên ji bo dabeşkirina hêzê di navbera Bexda û Hewlêrê, paytexta hikûmeta herêma Kurdistanê, di Îraqa paş Sedam de namîne. Kurdan di sala 2008ê de bi zorê beşeke zêde ya meydaneke petrola Kerkûkê bi dest xistin, niha êdî dikarin ji hemûyê sûdê bigrin.

Wezîrê samanên xwezayî yên Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî çend roj piştî vekişîna hêzên Îraqî ji Kerkûkê behsa destpêkirina jêrxan saziya ji bo derxistan petrolê kir, ku bi awayekî fermî hêjî dibin kontrola federaliyê de ye û petroal derxistî bi ya li herêmê têkel dikin. Piştî wê, şandina petrolê bi awayekî serbixwe bi rêya Tirkiyê dibe. Radestkirina yekem barê petrola Kurdistanê di 21 June a 2014ê de bû. Ev barhilgir bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê bo bendera Aşklon a Îsraîlê hate şandin. Kurd bi mayîna di desthilatê de dikarin bi Bexdayê re ku di warê navnetewî de bi hakimiyeta li Îraqê tê nas kirin, bigehin rêkeftinên baş.

Hikûmeta herêma Kurdistanê, ji zarê serokwezîrê xwe Nêçîrvan Barzanî rezamendiya xwe bi ava bûna herêmeke Erebên Sune li derdora Mûsilê ragehandiye, lê şaş e ku bihêz bûna wê weke beşeke serbixwe, beşdariya Kurdan di kar û barên Îraqê de bidawî dike. Ev beşek ji, tevgerên siyasî ne ku Bexda weke Ankara û Tehranê (ji ber bandora Îraniyan di siyaseta Şie li Îraqê) weke yek ji aliyên wê dimîne. Berjewendiyên Kurdan hê jî dihêle ku ji bandora xwe di hikûmeta Îraqê de kelkê bsitînin. Heta di rewşekî de ku sînor nemînin û lîstikvanên hikûmetî û derveyî hikûmetê di projeyê de zêde dibin.

 

Bend baziya navbera Ankara û Tehranê

Ji xeynî Wê, Kurdên Îraqê hevgirtî û yek nînin ku bernameya wan hevbeş û bi tefahum be. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê (PUK) heya radeyekî partiyên hikûmî ne û xwedî hêzên çekdar in. Ev zêdetir li berjewendiyên xwe dinêrin û carna di bereyên cuda da cîh digirin. Di wê rewşê de (PDK) xwedî petrole û ev yek dibe sedem ku jiber bilind firînên Tirkiyê di warê enerjiyê de, di rêza dîplomatîk a Ankarayê de cîh digire.

(YNK) jî ku di nav xwe de pirsgirêk û çend desteyî heye, bi Îranê re peywendiyên baş hene û bi wî awayî jî nêzî (PKK) ye. (YNK) muxalifê dest têverdana (PDK) li Kurdistana Tirkiyê û bi taybet Kurdistana Sûriyê ye ku dixwaze di bin bandora hevpeymanêmn xwe yên herêmî de be.

Tevî ku rayedarên herdu aliyan hewla kêm kirina nakokiyan didin, rewşa ku Îraq têde dest û pêyan diqute, nakokiyan zêdetir dike.

Li gor baweriya Fermandeyê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer (YNK) bi hişmendî bi artêşa Îraq a federal de ku çend deh kîlometrên beriya sînorê Îranê bicîh bûne di hevkariyê de ye û wan kontrol dike. Hêzên (PDK) ku li ser herêmên bakurê rojava zal e, zêdetir dixwaze ku bi beşek ji aliyên Sune yên ne radîkal rêkeftinê çêbike. Herwiha Kerkûk ku bi binkeyên eskerî û hemû çavkaniyên xwe di sînorê Îraqa Erebî û Kurdistanê ye, herwiha li ser hêla peywendiya di navbera herêmên d bin desthilata (YNK) û (PDK) ye. Piştî şikesta rejîma Sedam û herwiha vekişîna artêşa Îraqê, ev bajêr bûye navenda rikeberiya herdu partiyên serekî yên Kurdistanê.

 

Sînorê nû hêleke ron nîne

Meyla perçe bûnê li hin herêm Bexdayê jî bihêz bûye ku xwedî nifûseke curbicur û şerê li ser wê ye. Çend desteyî ya heyî di nava Kurdan, Turkeman û Ereban de, cudatiyên olî jî tê zêde kirin, ji ber ku ev sê civakên qewmî di nava xwe de jî dabeşî civaka Şîe û Suneyan bûne.

Di walatiya di navbera kontorolên ewlekariyê de, bi awayê hevbeş û cuda ji aliyê YNK û PDK ê ve, kulîlkên peyda bûna hin mîlîşiyayan tê dîtin ku xwe weke hereketeke din li hember zêdetiya baweriyên cuda yên olî û qewmî binav dike. Ev li gor girêdayîn bûna xwe, endamên hêzên ewlekariya pêşîn a federal dipejirînin. Her yek ji wan grûbên çekdar hin hevpeymanên dûr li dijî dijminên xwe yên nêzîk peyda dike.

Bi wî awayî, sînorê nû yê Kurdistanê ne hêleke ron, belkî herêmeke pêkhatî ji aliyên cuda û wêran ku ji xalên kontrolê û heremên dorpêç kirî ye ku hin rayedar di dereceya yekem de li ser bingeha hêzê, bi hevre hevkariyê dikin, hevdu qebûl nakin, bi hev re di kêbirkê dene yan bi hevre şer dikin.

Di deh kîlometriya navenda Kerkûkê de ku jiyana asayî li kêleka şer berdewame, herêma Tize ku ji şêniyên Turkeman û Şîe pêktê, dîmenek ji rastiyê dide dest. Gundê kêlekê, Beşîr ku şêniyên wê jî Turkemanên Şîe ne, heyamek berê ji aliyê qebîleyên Sune ve hatiye girtin ku di sala 1986 ê de ji aliyê Sedam Husên ve li vêderê hatibûne bicîh kirin û di sala 2003ê de cardin ji aliyê şêniyên rastînên xwe ve cardin hatibû vergirtin.

Bi sulteya DAÎŞê, Suneyan derfet dîtine ku dest danêne ser zevî û malê cîranên xwe. Di kolanên bêdeng ên Tizeyê de hin ciwan di hat û çûyê dene ku diçîne mizgeftê. Li wêderê nûnerê herêmî yê Ayetulah Sîstanî bi cilê eskerî û şaşika oldaran zilaman ji bo cardin bidest xistina Beşîrê û cîhadê vedixwînin. Di hevşa mizgeftê de, endamên navsal yên partiya Şîe ya El-Deiwe ku berê li Îranê di sûrgûnê de bûn û bi kum û rihê pasdarên şoreşê vegeriyane diyarin. Ev xwe hazir didikn ku di civînekê de beşdar bibin ku ji aliyê çekdarên grûba Şie ya Bedr e ku şeş meh berê ji aliyê hikûmeta navendî hatiye ava kirin.

Di çend kîlometriya wî cihî de, tanekek serdema Yekitiya Soviyeta berê û çend otomobêlên zirxî ku di sala 2003ê de ji aliyê pêşmergeyên (YNK) ve hatibûn bidest xistin û nêzî 100 çekdarên Kurd ku li ser belemekî ku Tezeyê ji aliyê din cuda dike têne dîtin.

 

Şandek ji (PKK) ku li herêmê diborin, alek bi wêneyê serokê xwe Abdulah Ocalan ku li Tirkiyê girtiye li dîwar dane. Dûrtir, li rex avrûyê ku nêzî deh metran pan e, xîveteke UNê deh nûciwanên çekdar ku li jêr alekî de ku navê Elî li sere ji tîrêjên rojê diparêze. Nûciwanek ku di di sala 2003ê de deh sal î jî nebû, Kîlaşnîkofek xistiye stuyê xwe û hin guhertin têde çêkirine ku bişibe şekên Amerîkî. Çoxeke eskerî û kirasekî bedel yê Olympic a Lionê li bere, bi polîsekî fîrarî wêneyan dikşîne ku bi li ser daxwaza Sîstanî ji bo cîhadê hatiye , di rewşekî de ku li dûrdestan çend gule bo aliyê çend hedefên nediyar têne teqandin.

 

Çavkanî: Lomonde Diplomatique
BestaNuce

dîtin: 565

Pêveker:

kerkuk beytulmuqedesa kurdan