• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kerxana HELAL vedibe

Kerxana HELAL vedibe


barkirin: Gulan 29, 2014, 12:11


Li Hollanda bajarê Amsterdamê ji meha pêş meve dê kerxaneya HELAL vebe ku tenê jinê misilman yê xwefiroş têde kar bikin. Sê Melayan ji bo kerxaneya bi navê – Croissant Chaud- (Boreka germ) destur dan. Rêvebirê kerxanê Jonathan Swick, di derbarê kerxana Croissant Chaud de daxuyanî da ajansa nûçeyan Nord Press ya Belçîka.

Xala herî balkêş ku rêvebirê kerxanê dayî diyarkirin ewe ku di kerxanê de Alkol û dermanên bêhişker qedexene. Ji ber ku di vî warî qedexe neyête binpêkirin her du mehan carê dê jinên kerxanê ji aliyê bijîşk ve di bin çavdêriyê de bibihurin. Dema di laşê wan de şopên alkol û dermanan bêne dîtin destûra wan ya kar dê ji dest wan bête girtin. Hetanî neha ji bo cigare û nargîlê tu qedexe ne di rojevêdeye.

Swick, diyar kir ku qehbikên kerxanê dê rojê 5 rikat nimêja xwe bikin. Jinên ku kar dikin dema ku dema nimêjê hat eger ku mişterî li gel wê jî be divê navberê bide seksê û nimêja xwe bikê.

Aliyê ku di serê mirovan de dibe pirs ewe ku li gorî pîvanên îslamê bê mehr peywendiya rigezî an ku sekis gunehe. Li Îranê jî kerxaneya fermî heye lê bi mehrê tê kirin. Bê mehr peywendî çênabe. Lê hetanî neha di kerxana HELAL de tu mehrên ji bo demhijmêrekê di rojevê de nîne.

Lê dîsan jî ji aliyê rêvebirê kerxanê ve hate diyarkirin ku dê hîna pîvanên nû jî bêne derxistin ji bo kerxana HELAL.

Hate diyarkirin ku bûhayê jinên kerxana HELAL dê ji yê jinên dîtir sedî 30 hetanî 50 î zêdetir be.

Hejmara nişteciyên Hollanda sedî 6(nêzîkî 1 milyonî) Misilmanin. Hersal bi dehhezaran kes ji Hollanda misilman diçin welatên dîtir ji bo seyranê û li van welatan bala xwe gelek didin ser kerxana.

Nûçeya ku ji aliyê Nord Press ve hatî belavkirin di malpera misilmanan ya navdar de jî nûçe belav bû. Malpera onislam wekî malpera bêalî ya misilmanan tê nasîn, ji bo vê jî nûçe di demeke kin de li gelik malperên ereb û misilmanan belav bû. Lê hêrsa misilmanên welatên dîtir hişt ku nûçe ji malperê rabe.

 

 

dîtin: 775

Pêveker:

kerxana helal vedibe