• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Keyserê Erebistana Siûdî Salman bin Evdilezîz bi hêştirên xwe ve tê Hamburgê

Keyserê Erebistana Siûdî Salman bin Evdilezîz bi hêştirên xwe ve tê Hamburgê


barkirin: Pûşper 2, 2017, 1:03



Kombûna 20 Mezinên cîhanê ya bi navê G20 di 7-8 ê Tîrmeha îsal de tê lidarxistin.

Civîna ku dê arîşe û mijarên giring yê cîhanê bigre rojeva xwe, berîya pêk bê jî têra xwe ketiye rojeva cîhanê.

Bi boneya ewlekariyê hêzên ewlekariyê yên Elmanya bi dehhezaran polîs û hêzên ewlekariyê amade kirine. Ji neha ve bernameya ewlekariyê hatiye amadekirin.

Ji bo bilez darezandin û dadgehkirina tawanbaran 10 dadgehê kontinera hatine danîn.

Jiber bûyera li Waşîntonê ya ji aliyê parêzvanên dîktatorê Tirkîyê Recep Tayip Erdoxan ve rû dayî hêzên Elman ji neha ve ketine nava tevgerê da bûyerên weha rû nedin.

Beriya civîna cîhanî bûyera herî seyr jî hatina Keyserê Erebistana Siûdî Salman bin Evdilezîz e.

Di civîna ku dê arîşeyên cîhanê wekî şerpezetî û derbederiya hejaran, Mişextên şer, talan, wêranî û xirabîyên cûrbecûr bêne gengeşekirin de beşdarbûna Evdilezîz balê dikşîne. Hêştirên xwe jî bi xwere tîne Hamburgê.

Keyserê Erebîstanê wê di Hotela Xemla xwe bilind "Vier Jahreszeiten" de, di jûra Keyseran de bimîne û ji bo wî xwarinên ku berê ji goştê 30 berxan hatî amadekirin bête pêşkeşkirin.

Bi vî awayî dê arîşe û rewşa şer ya di nava welatên misilman de jî bête şîrovekirin. 

dîtin: 180

Pêveker:

salman bin abdulaziz evdilezîz