• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
KFC NEWROZ BAD SALZUFLEN bû serkeftiyê salê û koma xwe

KFC NEWROZ BAD SALZUFLEN bû serkeftiyê salê û koma xwe


barkirin: Hêzîran 12, 2013, 4:28


Tîpa Kurdan ya gokê li bajarê Elmanya Bad Salzuflen bû serkeftiyê pêvajoya leyistikê ya 2012-2013 ê

Tîpa gokê ya ku leyistikvanên xwe ji Kurdan pêk tê û wekî tîpa gokê ya serkeftî bi navê KFC Newroz Bad Salzuflen tê zanîn pêvajoya pêşbirkê ya sala 2012-2013 bi serkeftî bidawî kir. Bad Salzuflen wekî bajar, bajarekî Kurdan tête dîtin. Nişteciyên xwe piranî Kurdin, ji gund û bajarên dewrû ber wekî Lage, Detmold, Herford, Lemgo jî gelik ciwanên Kurd him beşdarî tîpa Newroz dibin him jî desteka xwe jêre rave dikin.
leyistika pêvajoya salê bi temaşevaniya sedan Kurd ve li Bad Salzuflenê roja yekşemê -09.06.2013- ê li beramberî tîpa Holzhausenê hate leyistin. Ji ber ku leyistika pêvayojê ya dawî bû, leyistikvan û temaşevanên tîpa NEWROZ bi coşekî mezin çavlirêya leyistikê bûn.  Leyistik bi heyecaneke pir dest pê kir. Gola yekem di xuleka 12 an, gola duyem di xuleka 45 ê, gola siyem di xuleka 65 ê de ji aliyê Hekîm Aytan ve hatine avêtin.  Golên dîtir xuleka 23 yê ji aliyê Salih Topaloglu, gola pêncemîn jî xuleka 79 ê ji aliyê Ozan Kurban ve hate avêtin.

Bi vî rengî Tîpa NEWROZ Bad Salzuflen serkeftîna pêvajoya salê bidest xistin ketin Lîga Hermî grupa A yê.
Him leyistikvan, him jî temaşevan û alîgirên tîpa Kurdan NEWROZ, serkeftina xwe bo coşiyekî mezin pîroz kirin. Bi bidawîbûna leyistikê ve di hola leyistikê de şûşeyên şampanya ser xatirê serkeftînê li holê belav bûn. Hemî hûnermend û sitranbêjên herêmê beşdarî pîrozbahiya NEWROZ ê bûn.  Li gorî ku leyistikvanên NEWROZ tînine ziman armanca wan ewe ku di sala nû de jî bibin serkeftiyê herêmê derbasî astekî bilindtir bibin.

Nûçe: Agirî soran

dîtin: 458

Pêveker:

kfc newroz bad salzuflen serkeftiyê salê û koma xwe