• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kî alîkariya ji bo Şengalê bend dike?

Kî alîkariya ji bo Şengalê bend dike?


nivîskar: Pirîskê Mihoyî
barkirin: Êlûn 4, 2014, 12:45


Mitalên Rexnegiriyê

Eva rast meheke, ku agir Şengalê ketîye û ew dişewite. Qîrîn û hewara gelê me cîhan hingavt, lê, sed mixabin, Şengala kavilbûyî û wêranbûyî hela rizgar û aza nebûye: ew vê gavê hela li bin destê çeteyên DAÎŞ`ê da maye. Vê gavê bi hezaran êzîdî di nava dest û lepên van guran û wehîşan da dizêrin, her ro ew têne kuştin û îskence kirin!..

Eva rast meheke, ku agir Şengalê ketîye û ew dişewite, lê, sed mixabin, îdî tu kes nikare wan bi dehan hezaran cangorîyên êzîdîyan vegerîne, yên ku bûne kuştîyên kujerên berçûyên mirovayê-têrorîstên gemar, cêwirikên erbên musulmane fanatîk, hov û berber. Lê ayên wan cangorîyan gerekê li erdê nemîne, kengê jî hebe, dibê heyfa wana bê hildanê. Heta qetilîyema gundê Koço bê bîra me!..
«Kuştin ji ber kuştinêva, xwîn ji ber wînê va!»–îro eve slogana me!

Eva rast meheke, ku agir Şengalê ketîye û ew dişewite, lê ji dûmana wê ji çavên tu dewleteke pêşverû hêsir nayên. Sed mixabin, bi sedan hezaran koçberên êzîdîyan vê gavê hemû perçên Kurdistanê belav bûne, heyelo gihîştine Kavkazyayê û Avropayê, lê yaziya wana hela ne dîhare!..

Eva rast meheke, ku agir Şengalê ketîye û ew dişewite, lê sed mixabin, hela zare-zar ji çîyayê Şengalê tê: vê gavê li wir weke 500 malbetên şengalîyan di hesarê da mane û nikarin derên, bêtirî wana jin, zaro, kal û pîrin!..

Eva rast meheke, ku agir Şengalê ketîye û ew dişewite, lê alîkarîya madî ji her deran tê û nayê sekinadin: ji hêla gelê sîvîl yê Kurdistana başûr, Kurdistana rojava, Kurdistan bakur va. Ji hêla gelê meyî sîvîl yê li Kavkazyayê, Rûsyayê, Avropayê, Amêrîkayê û welatên dinê va. Ji hêla welatên bîyanî va. Lê gelo ew alîkarî tam digîje li ber destên pêneberan, hemû bêneberên Kurdistana başûr? Yanê ew alîkarîya madî wek topa berfê hêdî-hêdî dihele, gava ji destekî derbasî li ber destê dinê dibe?..

Her caran, gava gilî tê li ser alîkarîya madî ya mirovayî, herdem Ernenîstana sala 1988-an ya dû erdhejê dikeve bîra me. Destê xwe em datînim li ser wîjdanê xwe û destnîşan dikin, ku nîvê wê alîkarîyê nehgîşte xelqê deverên erdhejê, lê di mal, kadîn û kîlerên hinek berpirsyarên Ermenîstanêye wê demê, fîdayan û qumedaran, diz û qaçaxan da kom bû, piştî çend mahan ew xûrek û eşîya li dikan û sûkên Rewanê û bajaranên dinê hatne firotan…

Gelo îro rewşa pêneberên li Kurdistanê çawane? Alîkarîya madî, ya ku ji bo koçberan tê komkirinê, gelo dighîje li ber destê wan yanê na? Bi rastî, em baş haj ji vê pirsê tunene û nikarin rast bersivê bidin. Û gune giranin, ku em li ser vê pirsê buxdana bikin! Lê her tenê em dikarin bînine li ser zar, ku alakîrî ji her deran tê û kêm-zêde dighîje hemû koçberan yên îro li Kurdistana başûr, Kurdistana rojava û Kurdistan bakûr sitar bûne. Mala wan hemû kesan ava, ku destê xerxwezîyê û dilovanîyê dirêjî mirovên belengaz û di derên teng da kirin û dikin!
Belê, agahdarî dighîjine me, ku ji gişakan bêtir gelê Kurdistanê yê sîvîl zehmetê dikşîne û xwedî li pêneberan derketîye û derdikeve. Lê heta kengê?..

Sed mixabin, agahdarîyên xirab jî dighîjine me: hinek hêzên çekdarî astengîyê saz dikin jo bo alîkarîyê bighînin pêneber û parzvanên Şengalê. Hinek mirovên destneşûştî û bê îsav jî li ser bedbextîya pêneberên reben bazirganîyê dikin: çepelên wek Barzan Mişko îro derketine meydanê, li ser xwîna gelê Şengalê dewlemend dibin: koçberan ji Şengalê bi bertîltî dibine Rojava, ji wîr jî tînine Başûr! Qîz û bûkên revandî ji wehîşan dikirin û careke dinê dubare difroşine êzîdîyan!..

De, çepelno, bênamûsno, talan bikin û bişêlînin şengalîyên talankirî û şêlandî, heta kirasên canê wan jî veçirin, heta diranên wane zêr û zîv jî bikşînin û xwera bikne hebûn û pere! Lê hûn bizanibin, ew milkê li ser xwînê hate qazancirin, wê bibe xêra we û malbeta we!..

Îro her kes li ser xwîna gelê meyî Şengalê bazirganîyê dike! Bazirganîya sîyasî, ya leşkerî, ya madî, ya rûhanî û ya çapemenî…
6-ê tebaxa îsalin me nivîsî bû: «Îro agir li Şengala kevnar ketîye, lê hinek firîkên xwe li ber diqelînin!»…Me pirs dabû: «Li ser gelkujîya Şengalê kî îro propaganda xwe dike?». Bersiv jî ev bû: «PDK, YNK, PKK, PYD, HPG, YPG, PAK, gelek sîyasetmedar, rewşenbîr û bawer bikî nîvê mêdîa kurdî! Tenê gelê sîvîl propaganda xwe nake!». Ji bo çi em li ser wê bîr û bawerîyê ne? Ji ber ku, îro her tişt dîhar û eşkere dibe.

Tê bêjî ji bo piranîya çapemenîya kurdî malwêranîya êzîdîyên Şengalê her tenê ew keç û bûkên êzîdyane, ku wehîşan revandine û îro wana li kolanên Mûsilê bi çend dolaran difroşine erebên neşûştî, çepelan û bênamûsan. Tê bêjî dî dîroka Kurd û Kudistanê da îdî bûyerên usa qet nebûne, gava erebên devgenî û sipîxwir, farizên genefisî û tirkên patikgurî dest navîtine namusa kurdan û pê nelistine?
Tê bêjî ji bo çapemenîya kurdî malwêranîya êzîdîyên Şengalê her tenê ew yeke, ku kê çû tê hewara êzîdîyan, kê bêtir şer dike û wana nan û av dike: çekdarên PKK yanê PDK?

Bavo, TV, rojneme, malper, ajans û dezgehên kurdî yên weşangerîyê îro bi hezaran hene, yên ku bi xudana gelê sîvîl ava bûne, lê yên êzîdîyan jî qet tunene, em çawa bikin? Dêmek, gere deng ji êzîdîyan derneyê? Gere kes derd û kulên wan guhdar neke? Kê gelo dipirse, êzîdî bi rastî çi difikirn, çi dixwezin, wê pêşeroja wana çawa be? Kê jî rê dide êzîdîyan, her tenê dibên, hûn navê me û partîya me bidin! Lê usa dibe?

Niha em bêne li ser alîkarîya madî û ya çekdarî.
Dilê me diêşe, gava îro agahdarî dighîjine me, ku di navbera şervanên YPG-HPG û pêşmergên PDK da li devera Şengalê ya Zîyreta Şerfedîn hew mabûye, ku peçûyîn çê bibe. Sebeb jî çi bûye? Gêrîla dibêjin, gere em ala xwe li ser zîyaretên êzîdîyan bilind bikin, pêşmerge dibên, na, emin xwedîyê van paresgehan! Heya Qasimê Şeşo ranebû û negot: heyran, hûn hatine me biparêzin yanê al û nîşanên partîyanên xwe li ser zîyretên êzîdîyan bilind bikin û bimilmilînin?

Ji ber vê yekê çekdarên YPG-HPG ketine rikê û eynatê û rê li ber alîkarîya Şengalê dibirîn. Ew dibêjin, gere her alîkarîk, çi ya madî me, çi ya çekdarî, li bin destê mera derbas bibe! Emê bavêjine qelem-tefterê, mêzîn-nijarê, ku çiqasî bişînine Qendîlê, çiqasî jî bihêlin ji bo parezvanên Şengalê! Lê gelo ha dibe? Ew ji bo çi hatine Şengalê?

Ger hêzên PKK yên çekdarî bi manîya komkujîya êzîdîyan ketine Şengalê û Kurdistana başûr, êzîdyan jî got, li ser çavên me ra hatin, em heyrana birayên xwe bin, hela ew nade destnîşankirinê, ku gere Şengal bibe Qendîla duemîn! Kanê wana Şengal rizgar kirîye, ku nihava dibine xwey û xudanê vê deverê?

Serbarê ser da pêşmerge jî lêvên xwe dadiliqinîn û di hindava xwe da rê li ber alîkarîya çekdarî digrin. Vê gavê li Şengalê çensid gêrîla hene, bi gotina serleşkerê Şengalê Qasimê Şeşo, wana hela pakî dijî çeteyên DAÎŞ`ê jî şer nekirine. Li çîyayê Şengalê îro 3 hezar êzîdîyên şerava hene, lê nîvê wan hê bê çek û sîlhe ye…

Kanên ew çekên nûjen, ku îro dewletên cîhanê li bin navê parstina êzîdîyên Şengalê didine Herêma Kurdistanê? Jo bo çi dîsa çek naghîjine şervanên Şengalê û her tenê dişînine deverên pêtrolê? Jo bo çi şervanên êzîdîyan talîm-tore nakin, fêrî çekên «modêrn» nakin?

Gelek fikr li serê me ra îro derbas dibin! Em dikevine di nava mitalan: ger gelkûjîya Şengalê tune bûya, gelo wê kê îro Herêm ji bîra banîya û bahata hewara wê?

Tirsa me ew tirse, ku şerê birakujîyê li herêma Şengalê çê nebe. Di nav refên YPG-HPG, pêşmergan û parzvanên Şengalê da êzîdî jî pirrin. Ji ber berjewandîyên van partîyan, Xwedê neke, ku ew rabine himberî hev û hevdu bikujînin!..

 

dîtin: 234

Pêveker:

alîkariya ji bo Şengalê bend dike