• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kişanak: An wê kujeran derxin an jî cinayetê bigirin ser xwe

Kişanak: An wê kujeran derxin an jî cinayetê bigirin ser xwe


barkirin: Rezber 15, 2014, 9:26


Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli, ji bo serxweşiya xebatkarê çapemeniya azad Kadrî Bagdu ku li Edeneyê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin, çû sersaxiya Azadiya Welat û Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA). Kişanak bang li hikûmetê kir û got, “An hûn ê kujer peyda bikin, an jî vê kuştinê bigirin ser xwe.”

Hevşaredar berê çûn serdana rojnameya Azadiya Welat û sersaxî ji xebatkarên çapemeniya azad re xwestin. Hevşaredar Firat Anli, li vê derê diyar kir ku bi saya çapemeniya azad ew agahiyên rast û di berjewendiya gel de bi dest dixin. Anli got, “Ji ber vê meşa xwe em spasiya Azadiya Welat dikin, Kadrî Bagdu bi bîr tînin û bejna xwe li ber ditewînin. Bila serê xebatkarên çapemeniya azad û gelê me sax be. Em ê li ser rêya wan bimeşin.”

Li ser navê Azadiya Welat edîtorê rojnameyê Ramazan Olçen axivî, ji ber serdanê spasiya hevşaredaran kir û got, “Ev zîhniyet tê nasîn, rêbazên deşîfrebûyî dewam dike. Dixwazin bi rêbazên salên 90’î heman peyaman dubare bikin. Lê çapemeniya azad ji ya xwe nayê xwarê. Ew ê tim wan deşîfre bike. Dîsa Azadiya Welat wê wan kujeran derxe meydanê. Rola me jî ev e; em ê di raya giştî de wan û planên wan deşîfre bikin.”

KIŞANAK: XWESTIN RASTIYÊ BIKUJIN

Hevşaredar Kişanak li vê derê axivî û got, “Dîroka çapemeniya azad li meydanê ye. Tu zalimî nekarî rastiyê bikuje, îro jî tu kes nikare.” Kişanak got, “Bi ya min, a wan dixwest bikujin, rastî bû, xwestin wê ji meydanê hilînin. Hêza wan bi vê nekarî, di dîroka çapemeniya azad de jî ev aşkere ye.” Kişanak sersaxî ji xebatkarên çapemeniya azad re xwest û got, “Ev hewldana cangoriyane ya xebatkarên çapemeniyê, wek kedeke mezin li dîroka gelê kurd û Kurdistanê qeyd dibe. Ev kedeke gelekî mezin e, fedakariyeke bêhempa ye. Hêza xwe ji rastiyê, gel û heqîqetê werdigire û ev kevneşopî dê bidome.”

EV BO HIKÛMETA AKPÊ TESTEK E

Hevşaredar Kişanak xwest ku kesên gule berda an jî li pişt wî divê demildest bêne aşkerekirin û weha axivî: “Ev dê bo hikûmeta AKPê bibe testek, heta niha gelek xeletî û kêmasî hatin kirin. Lê êdî kêr gihişt hestî. Helwesta hikûmeta AKPê ya hemberî vê kuştinê, dê aliyê wê aşkere bike. Dê her tişt zelaltir bibe. Divê demildest kesê ev tetîk kişandî û hêzên li pişt wî, bêne aşkerekirin. Lê em dizanin, gelê kurd jî dizane, hûn jî dizanin û her kesê xwedî wijdan jî dizane. Kesên ev tetîk kişandî, dixwazin azadî, demokrasî, lêgerîna wekhevî û edaletê ji navê rakin. Ev êriş li siberoja me ya azad hatiye kirin. Lewra jî aşkerekirina vî kesî, tenê ji bo kesên vê nizanin baş e. Bi rojane di çapemeniyê de hingameyekê derdixin. Hikûmet dixwaze oprasyoneke têgihîştinê pêk bîne û kuştina li Edeneyê berevajî nîşan bide. Êdî tu rê nîn e, an dê kujerî peyda bikin, an jî dê vî kuştinê bigirine ser xwe.”

Kişanak dîsa daxwaza sersaxiyê li xebatkarên çapemeniyê azad kir û got, “Ez dibêjim bila serê me sax be. Ez dîsa bejna xwe li ber hemû şehîdên çapemeniya azad ditewînim.”

ÊDÎ EM DI SALÊN 90 DE NÎN IN

Kişanak û Anli piştre çûne serdana DÎHAyê û daxwaza sersaxiya wan kir. Hevşaredar ji aliyê xebatkarên ajansê ve hatin pêşwazîkirin, Kişanak li vir bal kişand ku rçapemeniya azad rastî û heqîqetê digihîne cîhan û raya giştî. Kişanak da zanîn ku dîsa serlêdana bi vê rêbazê hêjayî têfikirînê ye û got ku ji ber van hêzên ku “gava pêwîst bû da ku bi kar bînin” naxwazin Komisyona Lêkolînkirina Heqîqetan bête avakirin. Kişanak daxuyand ku divê bi pitgiirya gel, raya giştî ya cîhanê û wijdana civakê ev kuştin demildest bête aşkerekirin û kesên li pişt wê bêne zelalkirin. Kişanak got, “Em êdî di salên 90 de nîn in. Kesên dil heye van salan dîsa bînin, di nav hewldaneke xeter de ne. Dîrokek tê nivîsandin, wê jî mezlûm dinivîsin.”

ANLI: XWE BI ÊRÎŞAN GIRÊDAN

Hevşaredar Firat Anli jî diyar kir ku operasyoneke têgihîştinê tê kirin, hemû gel di travmayeke giran re derbas dibe, pêşketinên li Kobanê berevajî tên dayîn û got ku ji bo têkiliya xwe ya bi DAÎŞê re binixêvin dest bi êrişan kirin. Anli da zanîn ku ji bo vê jî hedefa destpêkê rastî ye û got ku ne tenê xebatkarên çapemeniyê, divê hemû hêzên demokrasiyê û heta kesên welatî bi rê ve dibin helwestê li dijî vê diyar bike. Anli daxuyand ku divê li benda kuştinên duyan sêyan nesekinin û got, “Em bi we re ne, em ê bi we re bin. Bila serê hemû xebatkarên çapemeniyê sax be.”

Midûrê DÎHA’yê Mazlum Ozdemîr serxweşiya hevşaredaran qebûl kir û da zanîn ku ev êrîş nîşana vegera salên 1990’î ye û got, “Di êrîşên li dijî çapemeniya azad de dîsa kuştinên kiryar nediyar destpê kirin. Ev 15 roj in çapemeniya Hîzbulkontra û rayedarên dewletê bi heman zimanî diaxivin û gefê li çapemeniya azad dixwin. Bi zanebûn çapemeniya azad dikin hedef. Berî demekê du hevalên me rastî êrîşeke bi kêrê hatin û herî dawn hevalê me Kadrî hat qetilkirin.

ANF

dîtin: 120

Pêveker:

kişanak an kujeran derxin an cinayetê bigirin ser xwe