• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kişanak namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye

Kişanak namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye


barkirin: Gelarêzan 21, 2013, 6:30


Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serlêdana bernamzetiyê kir.

Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ku îsal kotaya jinê bi karanî ragehandî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin Amedê navê ku dihate mereq kirin serlêdana bernamzetiyê kir.

Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak ku bi rojane navê wê tê gotin, li Rêxistina BDP’ê ya Bajarê Mezin a Amedê serlêdana xwe ya bernamzetiyê kir.

Gultan Kişanak di 15ê Hezîrana 1961an de li bajarê Elezîzê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye û beşa tirkî li zanîngeha Dîcle ya Amedê xwendiye. Ji sala 1980 heta 82an hat girtin û li Zîndana Amedê de ma. Dema ji zîndanê derket beşa Pêwendiyên Mirovî û Rojnamevaniyê ya zanîngeha Ege qedand. Kişanak di rojnameyên mîna Guneş, Yenî Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de di erk û pileyên cur bi cur de kar kiriye. Sala 2007an wek nûnera Amedê derbasî parlamentoyê bû her wiha di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an de jî bû Parlamentera BDPê ya Sêrtê. – See more at:

dîtin: 431

Pêveker:

kişanak namzeta Şaredariya bajarê mezin a amedê ye