• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kişanak; Şaredarên me bigrin dê xweseriyê rabighînin

Kişanak; Şaredarên me bigrin dê xweseriyê rabighînin


barkirin: Gelawêj 22, 2015, 3:42


Hevserokên şaredariya mezin a bajarê Amedê, Gulten Kişanak û Firat Anlî doh 19ê Tebaxê di civîneke çapemeniyê e li ber deriyê şarevaniya Sur a Amedê, rexneyên tund ji proseya binçavkirina şaredar û rayedar û endamên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê li bakurê Kurdistanê û oparasyonên eskerî girtin.

Di beşeke kombûnê de, hevseroka şaredariya mezin a Amedê, Gulten Kişanakê got, ger dewlet li şûna hesab pirsîna ji wan kesên ku li navenda Gimgim a Mûşê, termê jinekî bi tazî li ser cadeyan kaş dikin û piştî îşkenceyan wêneyan pê re dikşînin, serok şaredariyên me binçav bike, ez jî dê li Amedê xweseriyê rabigehînim.

 

Ev civîn di rewşekî de pêk hat ku serokê şaredariya Surê Seyit Narin, Fatma Şik Barut û serokê şaredariya Silîvanê Yuksel Bodakçî ji aliyê dewletê ve hatine binçav kirin.

Gotinên Kişanakê di rewşekî de ne ku piştî teqîn Pîrsûsê û ji nû destpêkirina êrişên hewayî yên Tirkiyê bo ser baregahên PKKê li başûrê Kurdistanê, bi sedan çalakavanên Kurd û endamên DBP û HDP ê ji aliyê dewletê ve hatine binçavkirin.

 

Di çend rojên borî de jî û piştî şerên giran û ragehandina xweseriyê li çend bajêr û bajarokên bakurê Kurdistanê, çend şaredar û endamên encûmena bajêrên Silîvan, Lîce, Şirnex, şemzînan û Slopiyê hatine binçav kirin.

 

Kişanakê di axiftinên xwe de rexne li AKPê jî girtin û got, bi sedan kiryarên na yasayî li wî welatî têne kirin, bi sedan dosyeyên bikujên nediyar hene, di serdema desthilatdariya AKPê de bi dehan kesên sivîl hatine qetil kirin, lê dosyeya yek ji wan neçûye berdem dadgehê, lê niha li hember me behsa yasayê dikin.

Kişanakê derbarê ragehandina xweseriyê got, ev mesele daxwazeke siyasî ye û ger dewletê bersiveke siyasî ji bo vê daxwazê heye bila gavan bavêje, ne bi gef û oparasyon û binçavkirina siyastmedaran.

dîtin: 416

Pêveker:

kişanak Şaredarên me bigrin xweseriyê rabighînin