• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
KNK: Dora gavavêtinê ya hikûmetê ye

KNK: Dora gavavêtinê ya hikûmetê ye


nivîskar: Ahmet YILMAZ
barkirin: Adar 3, 2015, 9:29


KNK’ê, daxuyaniya heyeta HDP’ê û hikûmetê ya aşkerakirina 10 xalên pêşnûmeya muzakereyê weke naskirina ‘realîteya Kurd’ ji aliyê dewletê ve pênase kir û got, “Tevgera Azadiyê hemû berpirsyariyên xwe bicih anî. Dora gavavêtinê ya hikûmetê ye.”

Konseya Rêveber a KNK’ê, daxuyaniya heyeta HDP’ê û hikûmetê ya aşkerakirina 10 xalên pêşnûmeya muzakereyê weke naskirina ‘realîteya Kurd’ ji aliyê dewletê ve pênase kir û got, “Tevgera Azadiyê hemû berpirsyariyên xwe bicih anî. Dora gavavêtinê ya hikûmetê ye.”

Konseya Rêveber a KNK’ê der barê civîna çapemeniyê ya hevpar a heyeta HDP’ê û rayedarên dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin, ku di demeke Kurdistan û Rojhilata Navîn bi lîstikên kirêt û hovane, ber bi kaoseke mezin ve dihate daftan de têkoşîna gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd û siyaseta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Tirkiyê encamek erênî derxiste holê û got,”Birêz Ocalan, bi salane di bin şertên giran de têkoşîna aştî, demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd dike. Di encama  hevdîtinên bi dewleta Tirkiyeyê,  şandeya HDPê û rayedarên KCKê re, “beyana niyetê” ji raya giştî re aşkera kir. Lê ya girîng ew e ku, piştî hevdîtina şandeya HDPê bi rayedarên desthilatdariya  Tirkiyeyê re,  di çarçoveya  10 xalên ku Birêz Ocalan wek xalên muzakereyê destnîşan kirin, daxuyaniyek hevpar ji raya giştî re hate deklere kirin.”

KNK’ê da zanîn ku di dîroka Komara Tirkiyê de yekemîn car e ku dewlet, bi awayekî fermî bi nûnerên Kurd re û bi peyamek dîrokî li pêşberî raya giştî beyanê dide û destnîşan kir ku ev peyama hevpar, naskirina “realîteya Kurd” e.

‘BEYANATÊN ÇEKDANÎNÊ, SIYASETA DEMAGOJÎ YE’

Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin ku tevî 10 Xalên Ocalan ji bo muzakereya çareseriyê destnîşan kirin, wek bingeha Destûra Bingehîn a Demokratîk werin nirxandin jî, nayê wateya ku çareserî misoger bûye û ev yek destnîşan kir; “Ji ber ku di pêvejoya çareseriya demokratîk de, ji Newroza 2013’an û heta îro, eniya Kurd, Tevgera Azadiya Kurd, binbarî û berpirsiyariyên xwe anîne cih. Desthilatdarî û dewleta Tirk, ji bo çareserî û aştiyê yek gav bi tenê ne avêtiye. Tenê axivîn û hê jî diaxivin. Axaftin jî nayê wateya çareseriyê. Hemberî ku di “beyana niyetê” de mijara çekberdanê ne hatiye ziman jî, Serokkomarê Tirk û rayedarên desthilatdariyê, beyanatên ku hev nagirin didin û çekdanînê diavêjin holê. Ev siyaseta demagojî ye. Baş tê zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê KCK, ne tenê li parçeyê Bakurê Kurdistanê têkoşînê dike, li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadî, mafê  rewa û demokrasiyê dide. Lewma  beyanatên rayedarên Tirk,  wek her demê di çarçoveya demagojî û zexta psîkolojîk  de ne. Gelê Kurd ew qonaxên xapandinê ji mêj derbas kirine.”

‘BEYANA NIYETÊ DESTPÊKA MUZAKEREYAN E’

Di dewama daxuyaniya KNK’ê de hat ragihandin ku beyana niyetê, destpêka dîrokek nû ye û hat destnîşankirin ku ev yek ji bo dewlet û desthilatdariya Tirkiyê firsetek e.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Xala duyemîn jî ew e ku “beyana niyetê” peymanên parçekirina Kurdistanê, siyaseta inkar û tinekirinê, ideolojiya yekperest teva têk birin. Lewra “beyana niyetê” destpêka muzakereyan e. Lê dive dewlet Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, gavan biavêje. Di demeke ku “Pakêta Ewlekariya Hundir” di çarçoveya “nîzamnameya faşîzma reş” de û sîstema Hitler û Musolînî  tine bîra mirovan, dewletek polisiye derdixe holê;  hêzên dewletê teva di yek destî de kom dike, gelê Kurdistanê bendeyî gavavêtinên dilsoz e. Da ku gelê Kurdistanê bawer bike. Eniya Kurdî, ji destêka pêvejoya çareseriya demokratîk, gavên pêwist avêtin, binbarî û berpirisyariya xwe anî cih. Eger îro li Tirkiyê û Kurdistanê hêviyek çareseriyê, hêviyek demokratîkbûnê di nava gelên Tirkiyê de belav bûbe, ev bi saya eniya Kurdî ye. Divê dewlet û desthilatdairya Tirkiyê nêzîk ne dûr û bêyî dereng bimînin gavan biavêjin. Ji bo gavavêtina dewlet û desthilatdariya Tirkiyê jî ti astengî û pirsgirêk li holê nemane. Bi rojan e, bi hefteyan e ku rayedarên dewlet û desthilatdariya Tirkiyê behsa vê daxuyanî dikirin. Daxuyanî, bi rengekî hevpar û mikur hatina “realiteya kurd” de hate dayin.  Êdî dora gavavêtinan e.

‘ÊDÎ DORA GAVAVÊTINÊ YA HIKÛMET Û DEWLETA TIRKIYEYÊ YE’

Êdî, rê- girtina li ber şer û kaosa mezin di destê desthilatdariya AKPê de ye. Her gava were avêtin wê rewşê pêşerojan  destnîşan bike. Pêwîste desthilatdairya AKPê, bê dereng bimîne, şandeya muzakereyan, şandeya şopandinê saz bike, şertên hevdîtina Ocalan direct bi rayedarên KCKê û derdorên din re  amade bike, birîna mumarî ya girtiyên nexweş û hwd.  çareser bike. Beyana niyetê, firsetek dîrokî ye. Eger serokkomarê Tirkiyê û rayedarên desthilatdariyê  dilsoz in û ciddî ne, vê firset û şansekî  dîrokî,  weke amurê hilbijartinan bi karnayînin û wê gava biavêjin.

BANGA LI HÊZÊN DEMOKRATÎK Û ŞOREŞGER

Divê tevahiya gelê Kurd, demokrat, şoreşeger, gel û baweriyên cûda, aştîxwaz, karker, çepgir û şoreşger di vê qonaxa dîrokî de, zext û zorê li dewlet û desthilatdariya AKPê bikin. Baş tê zanîn ku gihiştina vê qonaxê, ne bi saya desthilatdariya AKPê, bi têkoşîna gelê Kurdistan, gelên Tirkiyê, demokrat, karker û şoreşgeran pêk hat. Gavên ji bo aştî û çareseriya demorkatîk jî, yek alî û ji aliyê eniya Kurdî ve hatine avêtin.

Divê raya giştî ya Tirkiyê û Kurdistanê, di vê pêvejoya dîrokî de têkoşîna xwe bi awayekî yekgirtî bi hêz bikin û bi sazkirina aştiyek mayînde de û demokratîkbûna Tirkiyê tacîdar bikin.”

dîtin: 382

Pêveker:

knk dora gavavêtinê ya hikûmetê ye