• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
KOBANÊ; KELEHA RÛMET Û BERXWEDANÊ

KOBANÊ; KELEHA RÛMET Û BERXWEDANÊ


nivîskar: Eliyê Koçer
barkirin: Gelarêzan 12, 2014, 6:57


Car caran di erdnigariya xwezayê de erdhej çêdibe, Li heremên ku erdhej çêdibe, heger gund û bajar hebin, xanî û wargeh bi ser zindiyan de dihêrivin û dibe sedema mirina însanan. Berxwedana Kobanê wisa kir ku ne tenê li heremeke xwezayê erdhejek çêbibe, li tevahiya dinyayê erdhej çêbibe û dinya hamu hejand. Wan agîd û berxwedêrên Kobanê bi xwîna xwe û bi derfetên herî kêm dîrok nivîsandin, wisa kirin ku Kobanê bibe Stalîngrada duyemîn û bi xetên zêrîn navê Kobanê dirûpelê dîrokê de bê nivîsandin. Jin a kurd diberxwedana Kobanê de jî xwe da nîşandan, çi dişer de û çi diserhildanên pişgiriya berxwedana Kobanê de disefên herî pêşde cihê xwe girtin û kirin ku jin û mêrên li dinyayê dijîn li pêşberî vê îradeyê berxwedêr matmayî bibin û mêjiyê wan tevlîhev bibe. Ev îradeya jin a kurd felsefa û keda Rêberê gel ê kurd bi rêz APO ye, ku bi salan xebitîye û îradeyeke ji pola diruhê jin a kurd de ava kiriye. Bi rêz APO gotibû ” heya ku jin azad nebê civak azad nabê” ev gotina Rêberê gel ê kurd raste û dicihê xwedeye. Ev îradeya ku li hemberî desthilatdariya mêr û zilmê de rêberê gel ê kurd dikesayetiya jin a kurd de afirandiye bandora xwe li hemu jinên cîhanê kiriye û wê hîn jî bike. Berxwedana Kobanê sînor derbas kirin, ji xeynî dijminên kurdan, gel ê cîhanê hamu rakire ser piyan, feylezof, zanîst, rewşenbîr, sosyalîst, lîberal, kesên ji rêzê û xwedî ujdan hemu lihevudin civîyan, gazî gel ê cîhanê kirin û di yek ê mijdarêde jibonî piştgiriya Kobanê daketin qadan, mînaka vêya ya herî balkêş jî jinên Efgenîstanî bûn, jinên Efgenîstanî dibinê wan burqeyên dorpêçkirîde li heft bajarên Efgenîstanê wêneyên wan qîzên kurdan yên ku diberxwedana kobanê de şehîd ketibûn di hildan, di qîriyan û piştgirîya xwe nîşan didan.

Berxwedana Kobanê; ne berxwedaneke ji rêzêye, li hemberî hovan û çeteya ne, ev berxwedana li pêşberî faşîzmê ye, li pêşberî zilme û zalime ye, li pêşberî wan kesên dijî mirovahiyê ye, li pêşberî dagirker û talankere ye. Berxwedana Kobanê şoreşeke yekemîn ya cîhanê ye. Şoreşger û egîdên Kobanê îradeyeke li hemberî bindestî û koletiye, bê însan çawa dikarê li ber xwe bide şanî dost, dijmin û gel ê bindest yên cîhanê kirin.Berxwedana Kobanê civakeke siyasî afirand, her çar perçeyên Kurdîstanê û kurdên ku li derî Kurdîstanê dijîn anîne cem hev û bihevudinve girêdan, li alîyekîdin jî, dewletên ku bi salana pişgiriya dagirkerên kurdan dikirin, mecbûr hiştin ku siyaseta xwe biguherin û piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê.

Serok komarên tirkan;

 

Pêşgotineke me kurdan heye, dibejin “ku beq ne qurê wê bidirê” Serokomarê tirkan Recep jî ketiye rewşeke wisa de, ku êrîşî kurdan û derdora xwe nekê wê bi çirê, çimku dirojhilata navînde siyaseteke wisa meşand ku nikaribe bi dest û lingan ve xwe jê xelas bike, wan hevalbendên wî, yên ku bi salan alîkariya wîya dikirin, didawîde ji Teyib hatin qirikê û jêre gotin êdî bese hewqasî jî nabe, bi piştgiriya terorîst û çeteyan te xwe xistiye nava çiravê de û tu dixwazê me jî bi xwere têxê nava çirave de. Rewşa herî balkêş ku serokomarê tirkan ketiyê, dîn û har bûye rêxistinê quolisyonê teyîb mecbûr kir ku pêşmergeyên başur di bakur re derbasî rojava Kobanê bibin, vêya xewa şevan li erdoxan herimand, Recep di xewn û xeyalên xwe de hewqasî kêfxweş dibû ku Kobanê bikevê, lê xewn û xeyalên teyîb bi encam nebûn, ji ber van sedeman êrîşî kurdên nava xwe dike û dixwazê KCK ê bikişênê nava şerekî, jibonî ku dîse faşîst û netewperestên tirkan li derdora xwe bi civîne û faşîzma xwe berdewam bike, tenê evya didestên Receb de maye. Kurd di qonaxeke pirr zor û zahmet re derbas dibin, dive kurd nevin leystokan û nekevin nava davkan de, Dewletên dinya yê ne jibonî kurdan alîkariya kurdan dikin, berjewendiyên wan kete tahlukê de, mecbûr man piştgiriya kurdan bikin, piştgiriya wan jî ne ji dile, kesekî ku li erdê şer ê DİAŞ ê bike ji xeynî kurdan tuneye, wisa xuyan dike ku naxwazin DİAŞ ê bi temamî ji holê rakin, dixwazin bi sînor bikin, ev pênceh û yek roj in ku Kobanê li berxwe dide, ev deh pazdeh rojin hêzên quolisyonê piştgiriye didine Kobanê lê tenê serê du rojan du balefiran dirakin çeperên çeteyan bombabaran dikin, herkes dizanê ku Dewleta Emerîqa bi alîkariya peykên xwe yên ku li ezmanan bi cîh kirine dikarê moristanka li erdê bi hejmêrê, evya ji dide xuyankirin ku naxwazin DİAŞ ê bi temamî xelas bikin. Di virade siyaseteke bi tahluke xwe dide nîşandan. Dive çirava rojhilata navînde, kî wê çibike û rewş wê berbikuve herê nediyare, divê siyasetvan û rêvebirên kurdan hey ji xwe hebin, tenê pişta xwe bidin hêza xwe û bi tu kesan ewle nebin. Piştî hamu bûyeran jî,

 

Cêjna 1’ê Mijdarê li kurdan û li hamu gel ê cîhanê pîrozbe.

dîtin: 238

Pêveker:

kobanÊ keleha rÛmet Û berxwedanÊ

Babetên nêzîk