• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
KOBANIYÊ RIZGAR BÛ

KOBANIYÊ RIZGAR BÛ


barkirin: Befranbar 27, 2015, 11:17


Li Kobanî piştî 134 roja bajarê ku Dîrok nivîsî bi giştî ji çeteyan hate paqijkirin û geha azadiya xwe.

Dihunê (26.01.2015) demhijmêr 15:02 a Şervanên Kurd ala YPG li Kaniya Kurda li ba dan û azadbûna Kobanî ragihandin.

Rizgarkirina Kobanî û paqijkirina wê ji hovên DAÎŞ di cîhanê de deng veda.
Berxwedana Şervanên Kurd di sedsala 21 an de bû remz û nîşaneka dîrokî ji bo tevayî gelên Cîhanê.

Rizgarbûna Kobanî, û serkeftina şervanên Kurd ji aliyê alîgirên daîş û hevkarên wan ve jî di torbendên civakî de hate derbirîn.

Giringiya bajarê Kobanî û berxwedana Kobanî ewe bû ku ji bo tevayî cîhanî bû remza berxwedanê û di heman demê de bû deriyekî fireh ji bo yekgirtina Kurdan.

Rizgarbûna Kobanî hîna bi awayekî resmî nehatiye ragihandin.

 

kaniya_kurda01 Kaniya_kurda02 Kaniya_kurda03

dîtin: 495

Pêveker:

kobaniyÊ rizgar