• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Komek Kurd xwe ji destê DAÎŞ rizgar kirin

Komek Kurd xwe ji destê DAÎŞ rizgar kirin


barkirin: Befranbar 7, 2014, 12:30


Komek Kurdên ku ji aliyê DAIŞ ve hatî revandin ji dest wan reviyan û xwe gihandin Efrînê
Hêzên Îslamî yên bi navê Dewleta Islamî ya li Eraq û Şamê (DAÎŞ) bi girtina ser gundê Danê ve gelik Kurd girtibûn. Hindek ji van Kurdan karîn xwe ji girtîgehên hêzên kuştdar rizgar bikin û xwe bighînin nav Kurdan.

Yek ji kesê ku xwe rizgar kirî diyar kir ku DAÎŞ ne ser bingeha şerê sûrî lê tenê ji ber sedema Kurdîtiyê kesên Kurd direvîne û dikuje. Diyar kir ku di girtîgehê de hertim gefên serjêkirinê himber wan hatine kirin û wana jî di encama derfetdîtinê de ji destê hêzên kuştdar reviyane û xwe rizgar kirine.
Kesên ku xwe ji destê hêzên îslamî rizgar kirî gotin ku hêzên DAÎŞ ji gelek nijadan pêk tên û ji gelek welatên cûrbecûr hatine.

 

Jêder: Pukmedia

dîtin: 367

Pêveker:

komek kurd xwe ji destê daÎŞ rizgar kirin