• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Komeleya Nivîskarên Sûrî Endamtiya Helîm Yusiv rawestand

Komeleya Nivîskarên Sûrî Endamtiya Helîm Yusiv rawestand


barkirin: Pûşper 13, 2015, 1:17


Nivîskar Helîm Yûsiv ji hevbenda nivîskarên Sûriyê hat avêtin

Weku tê zanîn ev demeke ku hem di çapemeniya ereb de û hem jî di medya civakî de êrîşên dijwar dijî nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv têne meşandin. Çavkaniya êrîşan daxuyaniya 177 nivîskar û rewşenbîrên ereb û kurd bû, ku di bin navê biratiya ereb û kurdan de, hêzên kurdan yên çekdar û tevgera wan ya siyasî şermezar kiribûn û ew li kêleka Daiş û rêjîmê mîna hev nîşan dabûn. Di encama li dijderketina Helîm Yûsiv li hember vê daxuyaniyê û kesên ku imzekiribûn de, hin kesên nijadkurd giliyê wî li cem rêxistina nivîskarên Sûriyê kiribûn û bi alîkariya hin nivîskar û rewşenbîrên ereb yên endamê wê rêxistinê kampanya imzeyan dest pê kiribûn û daxwaz ji wê rêxistinê hat kirin ku Helîm Yûsiv ji endametiya xwe derxîne, ji ber nijadperestiya wî û dijayetiya wî ji ereban re û bervedêriya wî ya di ber hêzên kurd yên girêdayî rêjîma Sûriyê de. Di encamê de, di roja 10.07.2015 de, vê rêxistina nivîskaran biryara rawestandina endametiya Helîm Yûsiv di malpera xwe ya fermî de belav kir.

Balkêş e, ku biryar ne ji dûr ne ji nêzîk ve behsa van êrîşan nake. Wisa sedemeke ecêb ya derxistina vê biryarê nîşan daye, ew jî ev e: Helîm Yûsiv tê tawanbarkirin bi belavkirina agahiyên nehênî -sirrî – yen civîna birêveberiyê.!

Lê ew agahî çi ne û çawa belav bûne, daxuyanî dibêje ku ewê lêkolîn yan jî tehqîq bikin. Wergera tekstê biryarê yê kurdî li jêre:

Daxuyaniya hevbenda nivîskarên Sûriyê di derbarê Helîm Yûsiv de

Di civîna xwe ya heftane de, ku di roja 09. 07.2015 lidarket, birêveberiya hevbenda nivîskarên Sûriyê biryara rawestandina endametiya hevkar Helîm Yûsiv, endamê birêveberiya hevbenda nivîskarên Sûriyê, girt. Hetanî lêkolîna di derbarê belavkirina agahiyên gelekî nehênî „sirrî“, ku di civîna birêveberiyê ya 02.07.2015 de hatibûn gotûbêjkirin, bigihêje serî.

dîtin: 491

Pêveker:

komeleya nivîskarên sûrî endamtiya helîm yusiv rawestand

Babetên nêzîk