• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Komisyona NY’ê ji bo şopandina rewşa koçberan tê Kurdistanê

Komisyona NY’ê ji bo şopandina rewşa koçberan tê Kurdistanê


barkirin: Rezber 17, 2014, 8:51


Cigirê Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê ragehand ku, Komisyona Peydeçûna Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) tê Herêma Kurdistane ji bo lêkolînan li ser rewşa Kurdên Êzdî bike ji ber DAÎŞ’ê koçber bûna.

Cigirê Berpirsê Peywendiyên Dervê yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragehand ku li gel Cigirê Nûnerê NY’ê li Hewlêrê İvan Simonovic civiya ye û di vê civînê de bahsa karesata Şengalê kirine.

Di vê civînê de Zêbarî xwestiye ku karesata li Şengale bi deste çekdarên DAÎŞ’ê bi ser Kurdên Êzdî de hatiye wek jenosaîd were naskirin û daxwaz kiriye ku komisyonekê damazrînin ji bo peydeçûna rastiyan û nasandina jenosida karesata Kurdên Êzdî.

Simonovic gotiye ku NY’ê biryar daye Komisyona Peydeçûna Rastiyan serdana Herêma Kurdistanê bike ji bo bikaribe lêkolînan li ser karesata li Şengal û Mûsilê bike hatiye serê Kurdên Êzdî û Mesîhiyan de.

dîtin: 327

Pêveker:

komisyona ny