• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Komîteya Sosyalîst Enternasyonalê ya Kurd piştgiriya Rojavadike

Komîteya Sosyalîst Enternasyonalê ya Kurd piştgiriya Rojavadike


barkirin: Pûşper 28, 2013, 11:13


Komîteya Kurd ya Sosyalîst Enternasyonalê piştî bi civînekê piştgiriya xwe ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê re daxuyand.

Li gor nûçeya malpera Pukmedia Komîteya Kurd ya Sosyalîst Enternasyonalê doh li bajarê Silêmaniyê civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Civîn bi pêşengiya serokê komîteyê û berpirsê polîtbûroya Yekîtiya Niştiman Mele Bextiyar pêk hat. Di civînê de nûnerê BDP’ê û cîgirê serokê komê Nezmî Gur û Kerîm Perwîzî, amade bûn.

Komîteya Kurd ya Sosyalîst Enternasyonalê di civînê de geşedanên li herêmê nirxand û balkêşa asta pirsa Kurd ya vê qonaxê. Komîteyê amaje bi qonaxa nazik ya li Suriyê û Rojavayê Kurdistanê kir û daxwaz kir ku di nava hêzên Kurd de ji bo piştgiriya Rojava yek helwestî hebe. Komîteyê piştgiriya xwe bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir.

Komîteya Kurd ya Sosyalîst Enternasyonalê piştgiriya xwe ji bo qonaxa aşitiyê û diyaloga di navbera Enqerê û PKK`ê de jî diyar kir.

Di encama civînê de komîteya Kurd biryar da ku komîte bi berferehtir be û nûnerê hemû beşên Kurdistanê tê de cîh bigrin û berdewamî guhertinên li beşên Kurdistanê bişopîne û agahdariya serokayetiya rêxistina Sosyalîst Enternasyonalê bike.

dîtin: 375

Pêveker:

komîteya sosyalîst enternasyonalê ya kurd piştgiriya rojavadike